CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Belçîkayê bersûcê Qirkirina Tûtsî sûcdar hate dîtin
Dadgeriya Belçîkayê mohra xwe danî binê biryareke nû û rayedarekî payebiind ê Rûandayî yê berê ku di Qirkirina Tûtsî ya 1994'an de rola xwe hebû ji 'sûcê qirkirinê' mehkûm kir. -
Li Awûstralyayê ji ber germahiyê Rewşa Awarte hate ragihandin
Li bajarê Awûstralya Sydneyê û li eyaleta Baller a Başûr a Nû ji ber şewata li daristanan ji bo heft rojan Rewşa Awarte hate ragihandin. Germahiya li Awûstralyayê gihîşt asteke nû ya rekorê. -
Hindistanê xwepêşandana li dijî qanûna welatîbûnê qedexe kir
Rayedarên Hindistanê xwepêşandanên li dijî qanûna welatîbûnê ku cihêkariyê li Misilmanan dike qedexe kir. Li gelek herêmên Hindistanê xetên telefonê hatin birîn. -
Li Fransayê li hemberî femînîsedeyê kelepçeya elektronîk
Li Fransayê îsal 122 jin hatin qetilkirin. Ji bo parastina jinan tevdîra kelepçeya elektronîk li parlementoyê hate qebûlkirin. -
Li Lubnanê kêşeya hikumetê: Wê Harîrî cih negire
Li Lubnanê piştî xwepêşandanên gel ên bi mehan serokwezîr Saad Harîrî neçar mabû ku ji peywira xwe îstîfa bike. Hate diyarkirin ku wê Harîrî di nav avakirina hikumeteke nû de cih negire. -
Dengdana ji bo ezilkirina Trûmp li Meclîsa Nûneran qebûl bû
Ezilkirina Serokê DYE'yê Donald Trûmp ya bi hinceta ku peywira xwe baş bi kar nayîne, li Meclîsa Nûneran di dengdanê de hate qebûlkirin. -
Khalîlzad ji bo danûstandinan çû Afganistanê
Nûnerê Taybet ê Serokê DYE'yê Donald Trûmp Zalmay Khalîlzad ji bo pêşvebirina danûstandinên bi Talîbanê re careke din çû Kabîlê. -
Koçber bûne çavkaniya herî girîng a welatan
Ji 270 milyon koçberên li tevahiya dinyayê bi dehan milyon koçber di nava şert û mercên giran de neçar tên hiştin ku bixebitin. Koçber di pêşvebirina welatên bi pêş dikevin de di rêza destpêkê de ne. -
Çeteyên Boko Haram li Nîjeryayê herî kêm 14 gundî qetil kir
Li Nîjeryayê çeteyên Boko Haram êrîşî gundekî masiyan a li peravên Gola Çadê kir û herî kêm 14 gundî qetil kir. -
Li Belçîkayê xebatkarên Coca-Cola çalakî kirin
Li dijî Coca-Cola ku dixwaze li Belçîkayê dawî li hin qadên kar bîne, sendîkayan gelek depo dagir kirin. -
Sendîkayên Fransiz: Em ê grev û çalakiyên xwe bidomînin
Li Fransayê li hemberî reforma teqawitbûnê grev hatibûn destpêkirin. 1,8 milyon kes tevlî greva sêyemîn bûn. Sendîkayan diyar kirin ku wê heta serê salê çalakî bidomin. -
Serokkomarê Misrê : Tu kes nikare nasnameya Kurdî tine bike
Serokê Misrê Abdul Feteh El-Sîsî di civîna Forma Ciwanên Cîhanê ya li bajarê Şerm El-Şêx a Misrê hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku nasnameya Kurdan nayê tinekirin, gelê Kurd 60 salên derbasbûyî êş kişandiye. -
Li peravên Spanyayê 8 koçber mirin
Di nava 24 saetên dawî de li peravên başûrê Spanyayê 8 koçberên Efrîqayê mirin û 47 koçber jî hatin rizgarkirin. -
Sîsî di mijara Lîbyayê de Tirkiye hişyar kir: Em ê destûr nedin!
Serokkomarê Misrê Abdûl Fettah El Sîsî piştî hevdîtina di navbera Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rêveberê hikûmeta Lîbya ya navenda wê Trablûsê de, hişyarî da. -
Dîktator li Cenevreyê çav berda petrola Sûriyeyê
Forûma Penaberan a Gerdûnî ya 1'emîn a li Cenevreyê ku bi beşdariya nûnerên fermî yên 120 dewletan pêk tê dest pê kir. Tevî nerazîbûnan jî Serokkomarê Tirk Erdogan dagirkerî û guhertina demografîk parast û petrola Sûriyeyê xwest. -
RSF: Di sala 2019'an de 49 rojnamevan hatin kuştin
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ragihand ku di sala 2019'an de li tevahiya dinyayê 49 rojnamevan hatin kuştin û niha 389 rojnamevan jî girtî ne. Hate ragihandin ku 57 rojnamevan jî dîlgirtî ne. -
Li Çînê ji ber teqîna li kana komirê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li kaneke komirê ya li başûrê rojhilat ê Çînê ji ber teqîna grîzû 14 karkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Li Afganistanê teqîn: Ji heman malbatê 10 kes mirin
Li rojhilatê Afganistanê malbatek ku ji bo tevlî merasîmeke cenaze bibe bi rê ket, ji ber teqîna bombeya li kêleka rê 10 ji wan jiyana xwe ji dest dan. -
Cezayê îdamê li Serokkomarê berê yê Pakistanê birîn
Serokkomarê berê yê Pakistanê Pervez Muşerref bi sûcdariya ku xiyanet li welêt kiriye û destûra bingehîn binpê kiriye bi cezayê îdamê hate cezakirin. -
Tirkiyeyê gef xwar, Washîngtonê xwest cidiyeta wê fêhm bike
Rêveberiya Washîngtonê ji Tirkiyeyê xwest ku gefên xwe yên ji bo girtina baregeha Încîrlîkê îzah bike. -
Greva giştî ya li Fransayê didome
Li Fransayê gel dîsa xwe amade dike ku li hemberî projeya reforma teqawitbûnê dest bi grev û çalakiyan bike. Serokwezîr Phîllîppe wê sibê bi xebatkar û kardaran re bicive. -
Hate gotin ku li Awûstûryayê plana komkujiyê ya DAÎŞ'ê hate astengkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê herî kêm 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku hate îdîakirin li Viyana û welatên cuda yên Ewropayê komkujî plan dikirin. -
Li Derya Spî drameke din a koçberan
Li Derya Spî ku bi drama koçberan di rojevê de ye, bi dehan penaber ji keştiyekê hatin rizgarkirin, lê cesedê gelek penaberan hatin dîtin. -
Dewleta Tirk nakokiyên li Qibrisê mezintir dike
Dewleta Tirk gavên mezinkirina nakokiyên li Qibrisê dayî destpêkirin dewam dike. Li Bakurê Qibrisê ya dagirkirî SÎHA’ya xwe ya yekem bi cih kir. -
Erdogan ê berê xwe da Cenevreyê kesê ew pêşwazî nekir!
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ji bo tevlî 1’emîn Forma Koçberan a Gerdûnî ya ji aliyê NY’yê ve li Cenevreyê ve bê organîzekirin bibe, berê xwe da Cenevreyê ji aliyê tu rayedarekî Swîsreyî ve nehate pêşwazîkirin.