CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer bombe li navenda Sadir barandin
Balafirên şer bombe li baregeha Lîderê Şiî yê Ereb a Iraqê Mûqtade El Sadir barandin. -
Li Iraqê di şevekê de 21 kes mirin
Li Iraqê di şerê şevê dî 21 kes mirin. -
Qibrisê berê xwe da dadigeha dadwerî ya navnetewî
Serokkomarê Qibrisê Nîkos Anastesiyadîs ragihand ku welatê wî ji dadgeha dadwerî xwestiye ku ji ber tevgerên Tirkiye yên ne qanûnî, mafên wê ya di çavkaniyên deryayî de biparêzin. -
Qesra Spî wê tevlî îdîanameya ezilkirinê nebe
Rêveberiya DYE'yê bi çarçoweya pêvajoya ezilkirina Donald Trûmp, xwe neda ber hevkariya haziriya îdîanameya li Meclîsa Nûneran. -
Li Iraqê dîsa êrîş: Hejmara kuştiyan gihişte 450’an
Di xwepêşandanên ji serê meha Cotmehê ya li Iraqê destpê kir û vir de li gel êrîşên duh bi kêmanî 450 kes mirin. -
SPD wê gavê wê di nava ‘Koalîsyona Mezin’ de bimîne
Delegeyên kongreya Partiya Sosyal Demokrat a Almanya ku rêveberiya xwe ya nû hilbijartiye, wê gavê biryar dane ku koalîsyona ku bi CDU ya Angela Merkel re avakirine bidomînin. -
Li Bexdayê 7 xwepêşander hatin kuştin
Îro di saetên êwarê li paytexta Iraq Bexdayê di encama gulebarankirina cihekî ku xwepêşanderan bikar dianî de 7 xwepêşander jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. -
NY: Di çalakiyên Îranê de bikêmanî 7 hezar kes hatine destgîrkirin
Berdevkê Michelle Bachelet a Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle ragihand ku di xwepêşandanên di nîva meha Mijdarê ji ber bihabûna benzînê ya li Îranê pêk hatî de, bi kêmanî 7 hezar kes hatine destgîrkirin. -
Li gorî Washîngtonê li Îranê zêdeyî hezar çalakger hatin kuştin
Rayedarekî payebilind ê DYE'yê ragihand ku dema xwepêşandanên Mijdarê yên dijî zêdekirina buhayê benzînê li Îranê dibe ku zêdeyî hezar xwepêşandêr ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatibin kuştin. -
Li gorî WHO'yê par 140 hezar ji ber sorikê mirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku di sala 2018'an de li tevahiya dinyayê 140 hezar kes ji ber sorikê jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan zarok bûn. -
Îranê nerazîbûn nîşanî nameya Ewropayê da
Wezareta Karên Derve ya Îranê nerazîbûn nîşanî nameya Îngilistan, Fransa û Elmanyayê ya der barê çeka nukleerî ya Îranê da ku ji Neteweyên Yekbûyî re nivîsandin. -
Moskow û Enqere ji bo peymaneke dî ya S-400'î dixebitin
Rayedarên Rûs gotin ew li gel dewleta Tirk li ser peymaneke nû ya S-400'î dixebitin. -
Li Fransayê greva dîrokî û bandora wê dewam dike
Li Fransayê greva dîrokî ku Pêncşemê li dijî reforma teqawîtbûnê dest pê kir û zêdeyî 1.5 milyon mirov daketin qadan, bi greva di wesayitên ragihandinê de dewam dike. -
Di navbeyna Ewropa û Îranê de li NY'yê rageşiya moşeka balistîk
Di nameya hevpar a Elmanya, Fransa û Brîtanyaya Mezin de ku ji NY'yê re şandine, hate gotin Îran bi zerengiya nukleer moşeka balistîk çêdike. -
Li rojhilatê Efrîkayê barana neasayî
Li rojhilatê Efrîkayê bi sê qatî ji rewşa asayî bêhtir baran dibare. Tenê li Kenyayê herî kêm 120 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. -
Li peravên Morîtanyayê keştiyek noq bû: Herî kêm 58 koçber mirin
Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ragihand ku roja pêrşemiyê li peravên Morîtanyayê di encama noqbûna keştiyê de herî kêm 58 koçberan jiyana ji dest dan. -
Greva giştî li Fransayê jiyan da sekinandin
Li Fransayê li hemberî reforma teqawitbûnê di gelek waran de grev tê kirin. -
Macron: Di mijara 'terorîzmê' de bi Tirkiyeyê re li hev nayê kirin
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron destnîşan kir ku di mijara 'pênasekirina terorîzmê' de nepêkane ku bi Tirkiyeyê re li hev bikin. -
WSJ: DYE li dijî Îranê wê 14 hezar leşker bişîne
Di nûçeyekê de ya di rojnameya Wall Street Journal (WSJ) de hate gotin rêveberiya Trûmp li dijî Îranê wê hebûna xwe li ya li Rojhilata Navîn zêde bike. -
Nûnerê Trump li Efganistanê ye
Piştî ku Serokê Emerîkayê Trump biryar wergirt ku bi Talîbanê re ji nû ve dest bi hevdîtinan bike, nûnerê taybet Zalmay Khalîlzad ragihand ku wê biçe Efganistanê û piştre biçe Qatarê. -
Li welatê ku derzîlixwedan lê nebû, ji sorikê gelek kes mirin
Li Giravên Samoa ji ber nexweşiya sorikê ku tê texmînkirin ji turîstekî geriyaye, piranî jê zarok bi kêmanî 60 kes mirin, tê gotin kêmbûna rêjeya derzîlixwedanê bûye sedema ku zêde kes bimirin. -
Ji ber şer û felaketên avhewayê wê 170 milyon kes hewcedar bin
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber bandora avhewayê û şer wê di sala 2020'î de nêzî 170 milyon mirov hewcedarê alîkariya mirovî bin ku nîvê wan wê li Efrîkayê bin. -
Li NATO’yê encamname hate qebûlkirin
Li Londrayê civîna NATO’yê hatibû lidarxistin. Ligel ku di navbera welatan de nakokî hebû, encamname dîsa hate qebûlkirin. -
Li parzemîna Emerîkayê 15 welatan sînorê xwe ji Madûro re girtin
Welatên Emerîkaya Latîn biryar dan ku sînorên xwe ji Serokê Dewleta Venezûelayê Nîcolas Madûro re bigirin. -
Hikûmeta Cezayirê ji çalakgeran re got,'xayin'
Wezîrê Karê Navxwe yê Cezayirê Selehaddîn Dahmûn gelê ku hilbijartina 12'ê Kanûnê ya serokkomariyê qebûl nekirî kire hedefa xwe û ji gel re got,''xayin'', ''leşkerên kirêkirî'' û ''havzayend''.