CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Iraqê muzakereyên hikûmeta nû didomin
Partiyên siyasî yên Iraqê ji bo diyarkirina serokwezîrê nû muzakerayan didomînin, tê payîn ku herî dereng roja Pêncşemê dengdayîn were kirin. -
Li Lubnanê nîqaşên li ser ‘serokwezîrê nû’ hate taloqkirin
Li Lubnanê ji bo hilbijartina serokwezîrê nû wê li parlementoyê nîqaş bihata kirin. Ji ber zextên kolanan ev nîqaş hatin taloqkirin. -
Li gorî Rêxistina Efûyê li Îranê herî kêm 304 kes hatine kuştin
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di dema serhildana benzînê ya li Îranê herî kêm 304 kes hatine kuştin. Li gorî jêderkên din herî kêm 1500 kes hatine kuştin. -
Îsraîl hewl dide têkiliyên xwe yên bi Ereban re xurt bike
Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî dest bi amadekariya Pêşangeha Gerdûnî ya 2020'î (Expo 2020 Dûbaî) kir. Îsraîl jî bi vê wesîleyê dixwaze têkiliyên xwe yên bi welatên Kendavê re xurtir bike. -
Li Fînlandiyayê krîza ji ber kampa El Holê
Zarok û jinên DAÎŞ’ê yên li kampa El Hol a Sûriyeyê di destê QSD’ê de ne, di nav hikumeta Fînlandiyayê de bû sedema krîzê. -
Li Îranê qirêjiya hewayê, li gelek bajaran dibistan hatin girtin
Li paytexta Îran Tehranê û gelek bajarên din ji ber ku gemariya hewayê gihîşt asta metirsîdar Yekşemê dibistan hatin girtin. -
Li Lubnanê hêrsa gel zêde dibe
Li Lubnanê beriya nîqaşên li parlamentê yên ji bo destnîşankirina serokwezîrê nû, xwepêşandanên şermezarkirinê yên li dijî desthilatdariyê dawiya hefteyê zêde bûn. Tundiya polîsan jî zêde bû. -
Li Kolombiyayê gora komî ya sivîlên ku artêşê kuştine derket holê
Li Kolombiyayê Dadgeha Taybet ku ji bo aştiya li Kolombiya ava bûyî, li ser gotinên leşkerekî goreke komî da vekirin, 50 cenzayên sivîlan ji gorê hatin derxistin. -
Artêşa Iraqê li hin herêman kete nava alarmê
Li Iraqê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Koalîsyona Hikme ya Neteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêkê bernameyek ji sê qonaxan pêşkêş kir. Artêşa Iraqê jî li Necef û Kerbelayê kete nava rewşa alarmê. -
Ew Sardalyayî kî ne ku Îtalyanî herikandin kolanan?
Li paytexta Îtalya Romayê Şemiyê bi deh hezaran kes li dijî rastgiriya tund daketin kolanan. -
Li Skoçya û Îrlandaya Bakur bayê serxwebûnê..
Kralîyeta Yekbûyî piştî hilbijartina giştî ya 12'ê Kanûnê bêhtir kete rewşeke parçeyî. Li Skoçyayê partiya serxwebûnxwaz serfiraziyek mezin bi dest ve anî. Li Îrlanday Bakur jî yekparêz cara pêşî li bara partiyên netewî xurt bûn. -
Li Sûdanê sendîkayên ji dema Omer El Beşîr hatin betalkirin
Li Sûdanê, otorîteyên demkî ku piştî hilweşandina desthilatdariya Omer El Beşîr bi rêvebirina Sûdanê hate wezîfedarkirin, eşkere kirin ku sendîkayên di dema rejîma Beşîr de hatin avakirin hatine betalkirin. -
Li Swîsreyê meşa li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê bi armanca piştgiriya bi çalakiyên protestoyî yên li gelek deverên dinyayê yên li dijî kapîtalîzmê meşek pêk hat. -
Li Efganistanê Talîban kete nava artêşê, bi dehan kes hatin kuştin
Li navenda Efganistanê Talîban kete nava artêşê, êrîşek pêk anî. Li gorî Wezîrê Parastinê 9 leşker li gorî rayedarekî xwecihî 23 leşker hatin mirin. -
Li Nepalê ji ber teqîna bombeyê 3 kes mirin
Li başûrê Nepalê di encama teqîna bombeyê de polîsek jî nav de 3 kes mirin. -
Sadir buroyên xwe yên li Iraqê digire
Muyqtada El Sadir, biryar da ku wê ji bo salekê buroyên xwe yên li Iraqê bigirin. -
Mûhafazakar bi ser ketin, Brexît wê pêk were
Bi gotûbjên Brexîtê (derketina ji YE'yê) re di hilbijartina li Brîtanyayê de Partiya Mûhafazakar ya dibin serokatiya Borîs Johnson ku parastina Brexîtê dike bû destilatdar. -
Li Danîmarkayê 6 çete hatin girtin
Polîsên Danîmarkayî ji 20 çeteyên di 12’ê Kanûnê de destgîrkiribûn 6 jê bi sûcê amadekariya çalakiyên terorî girt. -
Li Îngilistanê jineke Kurd a Elewî bû parlamenter
Feryal Clark Demîrcî ku jineke Kurd û Elewî ye di hilbijartina Brîtanyayê de hate hilbijartin û bû parlamenter. -
Li Brîtanyayê Partiya Mûxafazakar di hilbijartinê de bi ser ket
Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên li Brîtanyayê ku doh pêk hatin, Partiya Mûxafazakar a bi lîderiya Serokwezîrê heyî Borîs Johnson li Kamara Avamê ku 650 kursiyên xwe hene 368 kursî wergirt û bi ser ket. -
Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan li Senetoya DYE’yê hate erêkirin
Senetoya DYE’yê pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan erê kir. -
Di xwepêşandanên li Iraqê de 424 kes hatine kuştin
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di xwepêşandanên du mehên derbasbûyî yên li Iraqê de, 424 kes hatine kuştin û 8758 kes jî birîndar bûne. -
Projeyên 'dostê avhewayê' yên hêjayî xelatê hatin dîtin
Li Madrîdê konferansa avhewayê ya COP 25 dewam dike. Ji bo projeyên 15 sektorên taybet an jî civaka sivîl ên di mijara kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê de serketî ne xelat hate pêşkêşkirin. -
Senatoya DYE’ê pêşnûmeya pêkanînan a ji bo Tirkiyê pejirand
Pêşnûmeya pêkanînan a ji bo Tirkiyê li Komîteya Têkiliyên Derve yê Senatoya DYE’ê hate pejirandin. Di hilbijartinê de 18 dengê erê û 4 dengê na derket. -
Di êrîşa li Kabîlê de 2 kes mirin, 73 kes jî birîndar bûn
Li paytexta Efganistan Kabîlê li nêzî cihê leşkerî ya DYE’yê vê sibê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 2 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn.