CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Serokê Parlementoya Misrê Ebdul Al:Paymana Erdogan û El-sirac nayê qebûlkirin
Serokê parlementoya Misrê Dr. Ebdul Al li parlementoyê axivî û diyar kir ku Misir rê nade biryara ji bo berjewendiyên wê gef be. Ebdul Al anî ziman ku ew destwerdanên derve jî qebûl nakin. -
Thûnberg: Qewlên dewletan xapandineke mezin e
Çalakgera jîngehparêz Greta Thûnber diyar kir ku qewlên li ser têkoşîna avhewaya global a dewletên ku tevlî civîna COP25’ê bûne xapandineke mezin e. -
Li Iraqê çalakger yek bi yek tên înfazkirin
Li Iraqê di nava deh rojên dawî de herî kêm 3 çalakger hatin înfazkirin. Çalakger dibêjin, hêzên alîgirê Îranê yên ser bi hikumetê ve, vê yekê dikin. -
Li Efganîstanê êrîş birin ser baregeheke Emerîkî
Li Efganîstanê êrîş birin ser nexweşxaneyeke ku hê înşeat bû û baregeheke Emerîkî ye, ya li bakurê Qabûlê, paytexta Efganîstanê. Di êrîşê de jinek hate kuştin, bi kêmanî 60 kes birîndar bû. -
Şandina leşkeran a li ser sînorê Meksîka bû mijara lêpirsînê
Têkilî biryara Donald Trûmp ku yekîneyên artêşê şande ser sînorên Meksîkayê Wezareta Berevaniyê lêpirsîna navxweyî da destpêkirin. -
Li DYE'yê êriş: Herî kêm 6 kes mirin
Li eyaleta New Jersey a DYE'yê di du êrişên cuda de yek jê polîs herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her du êrişkar jî ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. -
DYE: Em ê bersivê bidin destwerdana Rûsyayê
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Pompeo der barê îhtimala destwerdana Rûsyayê li hilbijartinên 2020'î yên serokatiya Emerîkayê hişyar kir. -
Meclîsa Nûneran du sûcên dijî Trûmp eşkere kir
Meclîsa Nûneran a DYE’yê di çarçoveya pêvajoya vekişandina ji kar ya Serokê DYE Donald Trûmp de, du sûcên dijî Trûmp eşkere kir. -
Yewnanistanê ji NY'yê xwest ku peymana Tirk-Lîbyayê şermezar bike
Yewnanistanê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku peymana deryayê ya navbera Tirkiye û Lîbyayê mehkûm bike. -
Li dijî peymana Erdogan-El-Sirac, serokê parlemena Lîbyayê diçe Misrê
Serokê encûmana parlementoya lîbyayê Eqîl Salih roja yekşemê çû Qahîre û piştre jî wê biçe yewnanîstanê. Armanca wî ya ji wê gerê ew e ku dijbertiya xwe ya li hemberî peymana El-Sirac û Tirkiyê nîşan bide û fermiyeta hukûmeta El-Wîfaq betal bike. -
Kongreya DYE'yê xwest pêkanîn li Tirkiyeyê bên ferzkirin
Meclîsa Nûneran û Komîsyonên Xizmetên Çekan ên Senatoya DYE'yê xwestin, ji ber peymana S-400 a bi Rûsyayê re pêkanîn li dewleta Tirk bên ferzkirin. -
Iraqî dadikevin qadê, alîgirên Îranê gef li wan xwarin
Li Iraqê çalakiyên protestoyê dikevin meha sêyemîn. Tê payîn ku vê Çarşemê jî xwepêşandanên mezin pêk were. Komeke ku alîgirên Îranê ye, gef li çalakgeran xwar. -
DYE wê mezintirîn tetbîqata 25 salên dawî ya li Ewropayê pêk bîne
Artêşa Emerîkayê wê li xaka Ewropayê tetbîqata herî berfireh a leşkerî ya 25 salên dawî pêk bîne. -
Yek ji çalakvanê pêşeng ê xwepêşandana Iraqê hat kuştin
Çalakvanê xwepêşandana Iraqê Fehîm Taî duh şev di dema ji meydana Tehrîrê vedigeriya mala xwe, li Kerbelayê hat kuştin. -
Li Awûstralyayê ji ber şewatê zêdeyî 2 hezar koala mirin
Li eylaeta Galler a nû ya başûr a Awûstralyayê qada koalayan şewitî û ji Cotmehê ve zêdeyî 2 hezar koala mirin. -
Koma alîgirê Îranê gef xwar
Berpirsyarê Tevgera Asaîb-î Ehlî Hak a Iraqê Kays el-Hazalî gef li DYE, Îsraîl, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Erebistana Siûdî xwar. -
Rewşenbîrên Kurd û Tirk ji bo Jeremy Corbyn bang kirin
Sazî, rewşenbîr, nivîskar, parêzer û rojnamevnaên Kurd û Tirkiyeyî yên li Londonê deklarasyoneke hevpar weşandin û li dijî şer, xizanî û êrişên nîjadperestiyê bang li her kesî kirin ku di hilbijartinên giştî yên 12'ê Kanûnê de deng bidin Partiya Karker. -
Li Zelandaya Nû volkan teqiya, 5 kes mirin
Li Bakurê Zelandaya Nû volkana bi navê Whîte Island teqiya, herî kêm 5 kes mirin. -
Bi roketan êriş li baregeha leşkerî ya li Bexdayê hate kirin
Li paytexta Iraq Bexdayê çar roket li baregehek leşkerî ya li nêzî balafirgehê ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn. -
Li Fînlandiyayê 100 hezar kedkar ketin grevê
Ji ber ku di navbera karsazan û sendîkayan de lihevkirin di peymana tomerî de nehate kirin zêdeyî 100 hezar kedkar sibeha Duşemê ketin grevê. -
800 hezar kes li Hong Kong daketin kolanan
Li Hong Kongê çalakvanên ku weke alîgirên demokrasiyê tên binavkirin, bi munasebeta derbasbûna 6’emîn meha tevgera gel ya ku li hemberî siyasetên alîgirê Çînê hatibû destpêkirin, careke din daketin kolanan. -
Heke Brexît pêk were wê Îskoç piştgiriyê bidin serxwebûnê!
Li gorî anketeke ku li Îskoçyayê hatiye kirin heke Brexît pêk were, wê gelek kes dengê xwe bidin serxwebûnê. -
El-Cûbêr: Divê Qeter gavên zêdetir biavêje
Serokê Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El-Cûbêr got: “Divê Qeter di siyaseta xwe de hin guhertinan çêbike û ji bo sekinandina piştgiriya terorê divê gavên zêdetir biavêje.” -
Îranê û DYE'yê girtî bi hev guhertin
Di encama peymaneke navbera DYE û Îranê de girtî bi hev hatin guhertin. Serokê DYE'yê Donald Trûmp spasiya Îranê kir. -
Li Delhiya Nû fabrîka şewitî, gelek kes mirin
Li paytexta Hindistanê Delhiya Nû agir bi fabrîkayekê ket, gelek kes ji ber şewatê mirin.