CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Dadgeha Misrê 14’ê Kanûnê li dijî kiryarên Erdogan dicive
Mecdî El Kurdî û çend kesên din li dijî kiryarên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Serdozgeriya Giştî re şandin. Roja 14’ê Kanûnê li ser daxwaznameyê wê Dadgeha Misrê li dijî kiryarên Erdogan civînek taybet bê kirin. -
Li Fransayê 5’ê Kanûnê greva giştî heye
11 sendîkayên ku nûnertihya karkerên şirketa rêya hewayî ya Fransayê dikin, 5’ê Kanûnê li dijî reforma teqawîtbûnê biryara ketina grevê dan. -
Li Sydneyê Kurd ji bo Rojava û Rojhilat derketin
Li Sydneyê ya EwistralyaYê çalakiyên xwedîderketinê yên ji bo Rojava û Rojhilat hatin kirin. -
Li Îranê serhildan didome
Serhildana ku piştî zema Înê ya li ser benzînê li Îranê dest pê kirî didome. Behsa bi sedan mirî tê kirin, rejîmê amaje pê kir ku dibe gelek mirov werin darvekirin. -
Le Monde: Xelef qurbaniya kûçikên şer ên Enqerê ye
Rojnameya Fransî Le Mondeyê li ser siyasetmedara jin a Kurd ku 13'ê Cotmehê şehîd bûyî got,''Bû qurbaniya kûçikên şer ên Enqerê''. -
Li gorî DYE'yê ji bo hilbijartinên azad divê Morales tevlî nebe
Li Bolîvyayê ku Serokdewlet Evo Morales bi darbeyê ji wezîfeyê hate dûrxistin, xwepêşandanên gel ên li dijî darbeyê didomin. DYE îdîa dike ku ji bo hilbijartinên azad û wekhev divê Morales tevlî hilbijartinê nebe. -
Sirbistan: Efserên Rûs bi dizî endamên artêşa Sirp dîtin
Serokkomarê Sirbistanê Aleksandar Vucîc xebatên bi dizî yên îstîxbara leşkerî ya Rûs ya bi endamên artêşa Sirp re piştrast kir. -
Li Iraqê du kesên din mirin, 38 kes birîndar bûn
Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye, di xwepêşandanan de 2 kesên din jî mirin û 38 kes jî birîndar bûn. -
Çalakiyên li Iraqê didomin
Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê didomin. Hêzên dewletê ji bo herêmên li Bexdayê di destê xwepêşandêran de ne werbigirin ketin nava liv û tevgerê. Tevgera Nasr jî îdîa kir ku Îranê bi şerê navxweyî gef li Iraqê xwariye. -
Elmanya melayan perwerde dike,melayên sîxûr tirsiyan
Elmanya ji bo ku melayan bigihîne bi çarçoweya projeya pîlot li Osnabrûckê ''Koleja Îslamê'' ava dike. DÎTÎB( Yekîtiya Tirk a Îslamê ya Karê Diyanetê) ku bi sîxûriya dewleta Tirk ketî rojevê, got, ''Ne ji kar û barê dewletê ye ku melayan perwerde bike.'' -
Kongreya DYE’yê piştgirî da xwepêşandanên li hemberî Çînê
Kongreya DYE’yê pêşnûmaya biryarekê qebûl kir a ku piştgiriyê dide xwepêşanderên li Hong Kongê. Ev xwepêşander rêveberiya Pekînê protesto dikin. -
Li Lîbyayê vê carê droneya artêşa Îtalyayê hate xistin
Li Lîbyayê ku hefteyên dawî Tirkiye jî di nav de piştgiriya gelek welatan ji bo çeteyan eşkere bû, hêzên Haftar ragihandin ku wan droneyeke Îtalyayê ya li ser sînorê Lîbyayê difiriya xistine xwarê. -
Rejîma Îranê li dijî gel ‘serketina xwe’ îlan kir!
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li dijî xwepêşandanên li dijî bilindkirina bihayê benzînê ‘serketin’ îlan kir. Lîderê olî Ayetûllah Elî Xaminey jî got: “me dijmin têk bir”. -
Li Îranê zext jî raperîn jî mezin dibe
Raperîna ku li Îranê li dijî zêdebûna buhayê benzînê dest pê kir her mezin dibe. Zext û êrişên rêveberiyê jî giran dibe. Tê gotin ku herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Îsraîlê berpirsyariya êrişên hewayî yên li Sûriyeyê da ser milê xwe
Artêşa Îsraîlê berpirsyariya hin êrişên 'mezin' ên li dijî navendên leşkerî yên li Sûriyeyê da ser milê xwe û diyar kir ku êriş ji bo 'bersiva' li êrişa bi roketane. -
Wezareta Karên Derve ya Swêdê bang li Sefîrê Bilind ê Îranê kir
Swêdê, ji bo tundiya ku li Îranê rejîm li xwepêşandêran dike şermezar bike bang li Sefîrê Bilind ê Îranê kir. -
Roja Mafên Zarokan: Pêşketin heye, lê pirsgirêkê jî didomin
Li gorî rapora UNICEF'ê di nava 30 salên dawî de tevî ku mafên zarokan hinekî baş bûne jî hîn pirsgirêkên giran hene ku yekser bandorê li sed milyonan zarokî dikin. -
Serhildana li Îranê geş dibe, xetên telefon û înternetê hatin birîn
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ‘serhildana ji bo benzînê’ didome. Rejîmê xetên telefon û înternetê qut kir. Nûnerên Spay Pastaran û Hamaney jî gef li xwepêşanderan xwar. -
Rûsyayê bi dehan zarokên çeteyan wergirt
Rûsyayê ragihand ku wan bi dehan zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Iraqê di girtîgehê de ne wergirtiye. -
NY: Li DYE'yê 100 hezar zarokên koçber girtî ne
Piştî ku Donald Trump bû Serok, polîtîkayên DYE'yê yê li dijî koçberan roj bi roj giran bûn. Li gorî texmînan li DYE'yê herî kêm 100 hezar zarok di girtîgehê de ne û li navendên dersînorkirinê ne. -
'Raperîna benzînê' didome: Mirin û destgîrkirin zêde dibin
Li Îranê çalakiyên ji bo şermezarkirina 200 ji sedî ya buhayê benzînê didomin. Di êrişa hêzên ewlekariyê yên Îranê de herî kêm 12 kes hatin ukştin. Tê gotin ku zêdeyî hezar kes jî hatine destgîrkirin. -
Li Îranê raperina gel belavî Rojhilat bû
Li Îranê gel li dijî zama benzînê li kolanan e. Çalakî belavî bajarên mezin yên welat û Rojhilatê Kurdistanê jî bû. -
Li Îranê gel li dijî zamkirina benzînê daket kolanan
Li Îranê ya ku krîzeke ekonomîk heye 50 ji sedî zam li benzînê hate kirin û gel li dijî zamê daket kolanan. -
Li Îranê 50 ji sedî zam li benzînê hate kirin
Li Îranê ya ku krîzeke ekonomîk heye 50 ji sedî zam li benzînê hate kirin. -
Li Bexdayê 4 çalakvanên din jî mirin
Ji ber bombeyên gazê yên hêzên ewlekariyê li paytexta Iraq Bexdayê 4 xwepêşanderên din mirin.