CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DYE’yê hişyarî da: Trûmp li dijî Tirkiyeyê ji bo çalakiyeke leşkerî amade ye
Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîkî Pompeo anî ziman ku eger Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ‘xeta’ hatî diyarkirin derbikeve, ji bo ‘dema pêwîst’ jî bike ji bo mudaxeleyeke leşkerî jî amade ye. -
Ji Îranê û Rûsyayê helwesta 'Tirkiyê'
Wezareta Karê Derve ya Îranê li dij derket ku dewleta Tirk a dagirker, ''li Sûriyê garnîzonan deyne'' û Rûsyayê jî mitebeqata Edeneyê anî rojevê. -
'Dagirkeriya Tirk peyama, ''îxaneta li hevalbendê me mîsoger e''
Serokê partiya Demokratan û Yekîtiya Serxwebûnxwazan (UDI) a Fransiz Jean-Chrîstophe Lagarde got dagirkeriya Tirk peyama cîhana Rojava ye ku dibêje, ''îxaneta li hevalbendên me mîsoger e''. -
Katalan pênc roj in çalakiyan dikin
Li herêma xweser a Spanyayê li Katalonyayê biryara Dadgeha Bilind a mehkûmkirina alîgirên serxwebûnê yên Katalanan pênc roj in tê şermezarkirin. -
Rêxistina Efûyê: Dewleta Tirk sûcê şer kir
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî got dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ''komkujî'' û ''êrîşên kujer ên li se sivîlan'' jî di nav de gelek ''sûcên şer'' kirin. -
Esed: Em ê bi hemû rêyên rewa li dijî dagirkeriya Tirk rabin
Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esad, ragihand wê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ‘bi hemû rêyên rewa’ derbikevin. -
Sûriye: Tirkiye êdî ne garantor e
Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk rewşa xwe ya garantoriyê ya di çarçoveya Astanayê de winda kiriye û nerazîbûn nîşanî ‘daxwazên belavbûn û berfirehbûna Tirkiyeyê’ da. -
Komîsyona Meclîsên Nûneran a DYE’yê pêşnûmeya guşaran erê kir
Meclîsa Nûneran a DYE’yê, pêşnûmeya guşarana a ji bo dawîkirina operasyona Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin û dîsa gûşarên li ser kesên têkiliya wan bi operasyonê re hene, di komîsyonê de erê kir. -
Li meclîsa Elmanyayê ji bo êrîşên li ser Rojava bang hate kirin
Li Meclîsa Federal a Elmanyayê bang hate kirin û parlementerên xwestin ku li hemberî Erdogan zextên encamgir were kirin. -
Swîsre: Tirkiye hiqûqa navneteweyî bin pê dike
Konseya Federal a Swîsreyê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku Tirkiye li dijî hiqûqa navneteweyî tevdigere. -
Swêdê biryar da ku çekan nefiroşe Tirkiyeyê
Mufetişiya Berhemên Stratejîk (IPS) a ku li Swêdê biryara firotina çekan dide, diyar kir ku wan biryar dane êdî çek û alavên leşkerî nefiroşin Tirkiyeyê. -
Danîmarka: Berî 1,5 sal me firotina çekan a ji bo Tirkiye sekinadibû
Wezîrê Karê Derve yê Danîmarka Jeppe Kofod ragihand ku Danîmarka berî 1,5 sal polîtîkayeke ya şidyayî ya firotina çekan pêk anîbû û destnîşan kir ku çekên Danîmarka firotî li Sûriyeyê nehatine bikaranîn. -
Li Katalonyayê pevçûna giran, 50 kes hatin destgîrkriin
Di xwepêşandanan de ya li dijî mehkûmkirina rêveberên Katalan a ji hêla Spanyayê ve, ji 50'î zêdetir kes hatin destgîrkirin. -
Spanyayê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê sekinand
Wezareta Karê Derve ya Spanyayê ragihan ku Spanya ji bo bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re rasestandiye. -
RSF’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ew nizanin li wir çi diqewime û bal kişand ser rojnamegerên Kurd ên ku hatine qetilkirin. -
Colvîlle: Dibe ku Tirkiye ji înfazan berpirsyar bê dîtin
Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle bal kişand ser komkujî û înfazên di dema êrîşên dagirkeriyê de tên kirin û got, "Dibe ku ev sûcê şer bin." -
Îngilistanê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
Qraliyeta Yekbûyî ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand. -
Morîn: Divê endamtiya Tirkiyê ya NATO'yê were nirxandin
Wezîrê Berevaniyê yê berê yê Fransiz Herve Morîn got hewce ye hikûmeta Fransayê hebûna Tirkiyê ya li NATO'yê bide ber pirsan. -
Le Fîgaro: Pirsgirêka Tirkiyê ya Ewropayê heye
Yek ji rojnamevanê girîng ê rojnameya Fransiz Le Fîgaroyê Renaud Gîrard got pirsgirêke rasteqîn a Tirk a Ewropayê heye. -
Volkswagenê biryara xwe ya febrîqeya nû ya li Tirkiyeyê rawestand
Koma wesayitan a Volkswagenê ragihand, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava wan biryara xwe ya ji bo avakirina febrîqeya nû ya li Tirkiyeyê rawestandine. -
Çînê xwest êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestin
Çîn jî bû yek ji wan welatan ku dixwazin dawî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê anîn. -
ELN'ê ji bo gelê Kurd peyama piştevaniyê weşand
Yek ji lîderên rêxistina şoreşger a Kolombiyayî (ELN) Pablo Beltran ji bo gelê Kurd peyameke piştevaniyê weşand. -
Guşarên destpêkê yên Trûmp li dijî Tirkiyeyê
Gavên destpêkê yên guşaran ê Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp a li dijî dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê didomîne hate ragihandin. -
ÛNÎCEF’ê nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da
Dîrektora Giştî ya ÛNÎCEF’ê Henrîetta Fore diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 70 hezar zarokan koç kirine û herî kêm 4 zarok mirine û 9 zarok jî birîndar bûne. -
YE dagirkeriya Tirk şermezar kir, ji bo Qibrisê jî amadekariyê guşaran dike
Yekîtiya Ewropa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir, ji bo xebatên sondajê yên derhiqûqî li peravên Qibrisê jî amadekariyên guşaran dike.