CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Brîtanyayê beriya Brexîtê hilbijartina pêşwext pêk tê
Li Brîtanyayê têkoşîna Brexîtê bi wergirtina biryara hilbijartina pêşwext derbasî qonaxeke nû bû. -
Bi hezaran kes li Qada Tehrîr a Bexdayê daketin qadan
Tevî ku hikûmeta Iraqê biryara qedexe kirina çûyîna ji derve daye jî, lê bi hezaran kes li Qada Tehrîr a paytext Bexda daketin qadan. -
Li dijî lîstikvanê gokê yê Denîmarkî helwesteke mezin
Piştî ku lîstikvanê gokê yê Denîmarkî Mathîas Zanka Jorgensen di lîstikekê de ku dawiya heftiyê li Tirkiyê bû, formayeke bi slava leşkerî ku destekê dide dagirkeriya Tirk li xwe kiribû, li Denmarkê bû sedema helwesteke mezin. -
Serokwezîrê Libnanê îstifaya xwe ragihand
Li Libnan a ev du heftene xwepêşandanên protestoyî lê geş in, Serokwezîr Saad Harîrî neçar ma ku îstifa bike. -
Di mijara Filistînê de Demokrat wê berevajî Trump tevbigerin
Namzetên Partiya Demokrat ên ji bo hilbijartinên serokatiya DYE yên sala 2020'î ragihandin ku di mijara çareserkirina pirsgirêka Filistînê de wê polîtîkayeke berevajî ya Trump bimeşînin. -
Li Bûrkîna Fasoyê bi kêmanî 16 sivîl mirin
Di encama êrîşa komên bi çek ên li eyaleta Sûm a dikeve bakur ê Bûrkîna Fasoyê de bi kêmanî 16 sivîl mirin. -
Di lêhiya li Erebîstana Siûdî de 7 kes mirin 11 jî birîndar bûn
Ji ber barana zêde lêhiya ku li bakurê rojhilatê Erebîstana Sibûdî 7 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn. -
Artêşa Iraqê li Bexdayê qedexeya derketina derve îlan kir
Artêşa Iraqê ji derengiya şevê heta serê sibê li paytext Bexdayê qedexeya derketina derve îlan kir. -
Ewropayê Brexît heta 31'ê Çileya 2020'î taloq kir
Yekîtiya Ewropayê qebûl kir ku pêvajoya derketina Îngilistanê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) heta dema 31'ê Çileya 2020'î bê taloqkirin. -
Li Arjantînê di hilbijartinê de namzetê çep a navendî bi ser ket
Li Arjantînê di tûra destpêkê ya hilbijartinên serokkomariyê de namzetê çep a navendî Alberto Fernandez bi ser ket. -
Li Thurîngenê Partiya Çep bi ser ket
Li eyaleta Thurîngenê ya Elmanyaye di hilbijartina herêmî de Partiya Çep bi ser ket. Partiya nijadperest AfD bû duyemîn. Partiyên desthilatdariyê CDU û SPD dengê wan kêm bû. -
Li Lubnanê bi deh hezaran kesan 170 km zincîreya mirovan çêkirin
Ji Bakurê Lubnanê ber bi Başûrê wê bi deh hezaran kesan bi qasî 170 kîlometre zincîreya mirovan çêkirin û ji bo yekîtiyê peyam dan. -
Serokê DYE’yê Trûmp: Bexdadî hate kuştin
Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku serokê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî li Bakurê Sûriyeyê di operasyonekê de hatiye kuştin. -
Li Iraqê hêrsa çalakgeran nadeyne
Li Iraqê protesto didomin. Gelek mirî û birîndar hene. -
Li Kalîforniya şewat: Bi deh hezaran kes hatin veguhestin
Di şewatên li eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê qadeke bi qasî 9 hezar hektar şewitî, nêzî 50 hezar kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin. -
Li başûrê Iraqê agir bi avahiya walîtiyê hate xistin
Bi hezaran welatiyên li bajarê Zî kar a dikeve başûrê Iraqê daketin kolanan, agir berdan avahiya walîtiyê. -
Lîderê dînî yê Şiî ê Iraqê banga aramiyê kir
Otorîteyê paye bilind ê Şiî yê Iraqî Ayetullah Elî Sîstanî, ji bo ku ji kaosê derkevin banga ''aramiyê'' li çalakgeran kir. -
Xelata Saharov dane Îham Tohtî yê Uygur
Xelata Azadiya Ramanê ya Saharov dane Îlham Tohtî yê Uygur, ku li Çînê girtiye. -
Gelên Libnanê li dijî nelirêtiyan heşt roj in li ber xwe didin
Serhildana gelê Libnanê ya li dijî zêdebûna bacan û nelirêtiyên siyasetmedaran di roja 8’an de didome. -
Li Şîlîyê li dijî gavên dema cuntayê berxwedan geş dibe
Li Şiliyê xwepêşandanên ku îna bihurî li dijî nedadmendiya sosyo-ekonomîk dest pê kirî didomin, li aliyê dî jî tê gotin gavên serdema cuntaya leşkerî hatine sazarkirin. -
Li Îngilistanê li qemyonekê 39 cesed hatin dîtin
Li herêma Essex a paytexta Îngilistan Londonê di hundirê qemyonekê de 39 cesed hatin dîtin. -
Dibe ku Brexît bê taloqkirin
Tevlîheviya derketian Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) hîn jî didome. Dibe ku Brexît ji bo dema piştî 31'ê Cotmehê bê taloqkirin. -
Ronakbîrên li Yewnanistanê ji bo Rojava deklarasyonek weşandin
Li Yewnanistanê nêzî 100 siyasetmedar, ronakbîr û hunermendan li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava deklarasyoneke hevpar weşandin. -
Xwepêşandanên Iraqê destpê dikin
Li ser destpêkirina xwepêşandanên Iraqê, Wezareta Navxweyî ya Iraqê jî hemû hêzên navxweyî xiste nava rewşekî amadekariyê. -
Bîlançoya fermî ya protestoyên li Iraqê: 157 kes mirin
Hate diyarkirin ku di çalakiyên li dijî hikumetê de, piraniya wê li Bexdayê 157 kes mirine.