CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Trûmp: Em ê guşarên mezin li Tirkiyeyê bikin
Serok Dewletê DYE Donald Trûmp eşkere kir ku li dijî Tirkiyeyê wê ‘gûşarên mezin’ pêk bînin. -
Parlementerên Swêdê li dijî dagirkeriyê bang kirin
17 parlementerên Koma Hevgirtina Kurdan ên di Parlementoya Swêdê de, daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê wê herêmê bê îstîkrar bike. -
Partiya Keskan a Ewropayê: Em vê dagirkeriya leşkerî şermezar dike
Hevserokên Partiya Keskan a Ewropayê Monîca Frassonî û Reînhard Butîfoker, ji bo êrîşên dewleta Tirk gotin dagirkerî û bi tundî şermezar kirin. -
Katalonya: Daxwaza gelê Kurd a Katalanan e jî
Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê, êrîşên dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bal kişand ser vî tiştî ku daxwazên gelê Kurd, daxwazên Katalanan e jî. -
Di medyaya Fransiz de wêneyê dagirkerî û komkujiyê
Piştî komkujiya ku dewleta Tirk Yekşemê kirî Duşembê gelek rojnameyên Fransiz hovîtiya Tirk kirin manşêt. -
Lagerde: Bila lîstika gokê ya Tirkiyê- Fransa betal bibe
Serokê partiya Demokrat û Yekîtiya Serbixweyan (UDI) a Fransiz Jean-Christophe Lagarde ji xwest lîstika ku îşev wê di navbeyna tîma millî ya Fransayê û Tirk de were betalkirin, ku tîma Tirk ji bo destekê bide dagirkeriya Tirk slava leşkerî dabû. -
Li Tûnûsê Kaîs Saed di hilbijartinê de bi ser ket
Di duyemîn tûra hilbijartina serokkomarî ya li Tûnûsê de, hiqûqnas Kaes Saed ku bi nasnameya muhafezekariyê tê naskirin, di hilbijartinê de bi ser ket. -
Îtalya daxwaz kir ku di asta YE’yê de firotina çekan bê rawestand
Serokwezîrê Îtalya Gîûseppe Conte daxwaz kir ku divê firotina çekan a di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Tirkiyeyê de bi awayê herî lez bê sekinadin. -
Macron: Xeterî heye ku operasyona Tirk DAÎŞ’ê ji nû ve derxe holê
Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron diyar kir ku êrîşên dagirker ên Tirk xeteriya ‘Rê li ber rewşekî giran a mirovî’ û ‘alîkarîkirina ji nû ve derketina holê ya DAÎŞ’ê’ vebike. -
Cher: Leşkerên Tirk ji xwînê têr nabin
Hunermenda pop a navdar a Emerîkî-Ermenî Cher got: “Leşkerên Tirk ji xwînê têr nabin.” -
UEFA wê lêpirsîna slava nîjatperest a tîma Tirk bike
Lîstikvanên gokê yê tîma millî ya Tirk piştî serkeftiya lîstikê ya bi Ernawitê re bi slava leşkerî êrîşa dagirker a nîjatperest a li ser Kurdan slav kir. UEFA wê lêpirsîna vê slavê bike. -
Yekîtiya Ereban: Ev êrîş dagirkerî ye
Yekîtiya Ereban diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘dagirkerî û binpêkirina mafê serweriyê ye.” -
Wezîrê Karê Derve yê Misrê: Erdogan kujer e
Wezîrê Karê Derve yê Misrê Semîh Şukru li dijî dagirkeriya li ser Rojava helwest nîşan da û got, ''Erdogan kujer e''. -
'Em Kurdan û gelê Sûriyeyê bi tenê nahêlin'
Herî kêm 100 siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyên civakî nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava dan û gotin ku “Em ê Kurdan û gelê Sûriyeyê bi tenê nehêlin.” -
Saziyên NY’yê nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê dan: Sivîlan dikin hedef
Berdevkê Saziyên alîkariyê yên girêdayî NY’yê OCHA Jens Laerke nerazîbûn nîşanî êrîşa dagirker a Tirk da, anî ziman ku dewleta Tirk xeta sînor hemû bi dijwarî bomberdûman dike. -
Îran û rejîma Sûriye li Dêra Zorê amadekariyê êrîşê dike
Îran û rejîma Sûriye yên derfet ji êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîtin, li deverên Dêra Zor ên di bin kontrola QSD’ê de ne amadekariya êrîşan dike. -
NY: Dewleta Tirk 7 sivîl kuştin
Berdevkê Komîseriya Payebilind a Mafê Mirovan a NY'yê Rubert Colvîle ragihand dewleta Tirk 7 sivîl kuştin. -
Wekîlên Hollandî xwestin ku li dijî Tirkiyeyê pêkanîn bên kirin
Bi pêşengiya wekîlên Partiya Yekîtiya Xiristiyanan (ChristenUnie) a Hollanda piraniya wekîlan gotin dema wê ye ku li dijî Tirkiyê ambargo were danîn. -
Fransa: Ambargoya li ser Tirkiyê li ser masê ye
Wezîra Karûbarê Ewropayê ya Fransayê Amelîe de Montchalîn diyar kir ambargoya Ewropayê ya li ser Tirkiyê li ser 'masê' ye, vê heftiya were li Konseya Ewropayê wê were gotûbêjkirin. -
Leşkerekî Emerîkî: Cara pêşî min ji karîyera xwe şerm kir
Leşkerekî hêza taybet a Emerîkî diyar kir ku ew dibe şahidê hovîtiya Tirk û got, ''Cara pêşî ye ku ji kariyera xwe şerm dikim''. -
Konseya Ewlehiya NY'yê bi lezginî wê bicive
Li ser daxwaza gelek welatan Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Pênçşemê wê li dijî dagirkeriya Tirk bicive. -
Senatorê DYE'yî: Berdêla wê ji bo Erdogan wê giran be
Senatorê Emerîkî Lîndsey Graham destnîşan kir, ku êrîşa dagirkeriyê wê ji bo dewleta Tirk bi berdêleke giran be. -
Rûhanî: Divê Tirkiye xwe ji hewldaneke yekalî vegire
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bang li dewleta Tirk ku xwe ji 'çalakiyeke leşkerî' ya yekalî vegire. -
Costa yê sosyalîst wê li Portekîzê hikumetê ava bike
Serokwezîr Antonîo Costa ku di hilbijartinên giştî yên Yekşemê de bi ser ket, ji bo avakirina hikumetê hate wezîfedarkirin. -
Trûmp: Em Kurdan naterikînin
Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku ew Kurdan naterikînin û têkiliya xwe ya bi wan re qut nakin. Trûmp diyar kir ku wê di 13’ê Mijdarê de bi Erdogan re bicive.