CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Dadgeha Bilind jî darbeyek li Borîs Johnson kir
Dadgeha Bilind a Îngîltereyê diyar kir ku biryara Serokwezîr Borîs Johnson ‘îllegal e’ û xwest bila parlemento were vekirin. -
Li Misirê ji bo roja Înê û vir ve 500 kes hatine destgîrkirin
Li Misirê roja Îne protestoyên li dijî desthilatdariyê hate lidarxistin û heta niha 500 kes hatine destgîrkirin. -
Li civîna avhewayê afîşa 'Tirkiye-DAÎŞ'
Di dema civîna bilind a Neteweyên Yekbûyî de ya li ser avhewayê, afîşeke mobîl a ku bal dikişand ser hevkariya Tirkiye û çeteyên DAÎŞ'ê bal kişand. -
Greta Thunberg doz li Tirkiyeyê vekir
Greta Thunberg jî di nav de 16 zarokan doz li rêveberên pênc welatan vekirin ku Tirkiye jî di nav de ye, ji ber ku konvansiyona mafên zarokan binpê kirine. -
Serokê FARC’ê lêborîn ji sivîlan xwest
Li Kolombîyayê ya ku gelek gerîlayên FARC’ê dîsa radihêlin çekê, yek ji fermandarê kevn ê gerîlayan Rodrîgo Londono, di şerê 52 salan de ji sivîlên ku hatibûn girtin û ji malbatên wan lêborîn xwest. -
Trump: Bi Rohanî re wê niha hevdîtin neyê kirin
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku bi Serokomarê Îranê re wê niha hevdîtinek neyê kirin. Rohanî bi wesîleya civînên Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye. -
Gelo hewldanên YE'yê li dijî pêleke gengaz a penaberan e?
Tirkiyeyê di demên dawî de berê koçberan da Yewnanîstanê. Yekîtiya Ewropayê jî hefteyên dawî civînên ji bo parvekirina penaberan zêde kir ku bi vê yekê re tê xwestin, xwe ji pêleke gengaz a koçberan re amade bike. -
Gueterres: Ji bo Sûriyeyê komîsyona destûra bingehîn hate avakirin
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonîo Gueterres ragihand ku ji bo Sûriyeyê komîsyona destûra bingehîn hate avakirin. -
Sefîrê NY’yê ragihand ku serdana Şamê ‘baş’ derbas bû!
Sefîrê NY yê Sûriyeyê Geîr Pedersen ragihand ku serdana li Şamê ‘baş’ derbas bû. -
Li Bûrkîna Fasoyê ji ber êrîşê 9 sivîl mirin
Li herêma bakurê Bûrkîno Fasyê ku êrîşên komên çete lê zêde ne 9 sivîl hatin kuştin. -
Li Katalonyayê 9 kes hatin destgîrkirin
Polîsê Spanyayê li herêma xweser a Katalonyayê bi ser malan de girt û bi îdîaya di nava amadekariyên “çalakiya tundiyê de ne” 9 kes destgîr kirin. -
Çînê heyeta Talîbanan pêşwazî kir
Piştî biryara rawestina muzakereyan a Serokê DYE’yê Donald Trûmp ya bi tevgera Talîbanan re rêveberiya Çînê heyeteke Talîbanan pêşwazî kir. -
Li Naîrobiyê salona waneyê hilweşiya 7 zarok mirin
Li paytexta Kenya Naîrobiyê li dibistana seretayî salona waneyê hilweşiya û di encamê de 7 zarok mirin. -
Îranê tankera Îngîltereyê ku desteserkiribû berda
Muhafizên Şoreşa Îranê 19’ê Tîrmehê li Kendava Hurmuzê dest danîbûn ser tankereke ya Îngîltereyê. Berdevkê hikûmeta Îranê Alî Rabîeyî got ku wan tankera Îngîlteryê berdane. -
Di serdegirtina artêşa Efganan de herî kêm 35 kesên sivîl mirin
Hêzên ewlehiyê yên Efganistanê li eyaleta Helmandê girtin ser cihekî û di serdegirtinê de herî kêm 35 kesên sivîl mirin. -
Îran: Bi hin şertan em dikarin bi DYE’yê re rûnên
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf hin şert diyar kir kir û got ku “Em ji hevdîtina bi hin şertan re amade ne.” -
Civîna avhewayê: NY di bin zexta ciwanan de li hev kom dibe
Rêveberên 60 welatên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ne, ji bo civîna bilind a avhewayê ya lezgîn vê Duşemê li hev kom dibin. -
Li Kendavê rageşî zêde dibe
Piştî ku DYE'yê hebûna xwe ya leşkerî li Siûdî zêde kir Îranê got ew ê nehêlin ku ti welat sînorên welatê wan binpê bikin. -
Li Sîstan û Belûcîstanê 30 hezar şagirtan dibistan terikandin
Li gorî bîlançoyên dewletê hejmara şagirtên ku dibistan terikandine li seranserî Îranê 141 hezar kes in ku ji wan 30 hezar kes li Sîstan û Belûcîstanê ne. -
Li Fransayê di çalakiyan de herî kêm 100 kes hatin destgîrkirin
Lİ Fransayê di xwepêşandanên doh ên avhewayê de bûyer qewimîn û herî kêm 100 kes hatin destgîrkirin. -
Karbondîoksît bi kêmkirina wesayitan dikare bê kêmkirin
Çalakiyên 'Yekşem a bê wesayit' ku bi hefteyan e li gelek welatên Ewropayê pêk tên îro jî didomin. Ji wesayitên girseyî wêdetir emîsyona ku ji wesayitên şexsî belav dibin di asteke bilind de ye. -
Zêrevanên Şoreşê li dijî êrîşên pêkan, gef xwar
Şefê Zêrevanên Şoreşê yên Îranê Hiseyîn Selamî got her kî êrîşê bi ser Îranê de bîne ew ê xakên wan welatan bikin qada şer. -
Hûsiyên Yemenê amade ne bi Siûdiyan re aştiyê bikin!
Milîsên Hûsî yên Yemenê ragihandin ku eger êrîşên Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebistana Siûdî rawestin amade ne ku êrîşên bi dron û moşekan yên li dijî Riyadê rawestînin. -
Li Cezayîrê ligel ku polîsan asteng kirin jî hezaran kes daketin kolanan
Li Cezayîrê ligel ku artêş gefê lê dixwe û polîs tevdîran werdigirin, bi hezaran kes daketin kolanan û xwestin ev rejîm ji ser desthilatdariyê biçe. -
Li Fransayê Êlek Zer dîsa li kuçeyan in
Îro rojeke zehmet li benda rayedarên Fransî ye. Di serî de li Parîsê li tevahiya welêt Êlek Zer û hawîrdorparêz wê îro li kuçeyan bin.