CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pentagon wê hêza teqwiyeyê bişîne Kendavê
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Mark Esper ragihand ku li ser daxwaza Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (MEY) wê hêza teqwiyeyê bişînin Kendavê. -
Nasrallah ji Siûdî re got: Hûn êrîşê bibin ser Îranê wê we tine bikin
Hîzbûllah li ser Siûdiyan, ku bi mehan e bi Îranê re di qirika hev de ne, got, wê Siûd ''tine bibe''. -
Bi milyonan xwendekar ji bo avhewayê dadikevin qadan
Xwendekar ji bo avhewayê li qada navneteweyî îro dikevin grevê û çalakiyan dikin. -
Zeynel Abidîn Bîn Elî mir
Zeynel Abidîn Bîn Elî yê lîderê şoreşa Tunûs ê bi ‘Bihara Ereban’ a li Tunûsê li dijî desthilatê hatibû destpêkirin hate nasîn, di encama nexweşiya penceşêrê de mir. -
Swêdê têkildarî ‘Rojava’ hişyarî da Tirkiyeyê
Wezîra Karê Swêdê Ann Lînde di mijara Rojava de Tirkiye hişyar kir û got: “Êrîş şer kûrtir dike. Rewşa Kurdan bandorê li tevahî herêmê dike.” -
Zarîf: Êrîşeke pêkan wê şerê giştî bide destpêkirin!
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf got êrîşeke pêkan a li ser Îranê ya ji hêla Siûd an jî Emerîkayê ve wê 'şerê giştî' bide destpêkirin. -
Lihevketina du meteoran li dinyayê serdema qeşayê dan destpêkirin
Hate diyarkirin ku beriya niha bi 466 milyon sal berê ji ber lihevketina du meteoran serdema qeşayê dest pê kiriye. -
Droneya Efgan 'bi şaşitî' li sivîlan da: Herî kêm 30 sivîl mirin
Hate ragihandin ku balafira şer a bê mirov a hêzên Efganistanê 'bi şaşitî' bombe li sivîlan barandiye. Ji ber êrîşê herî kêm 30 sivîl mirin û 40 jî birîndar bûn. -
Li gorî CBS Newsê êrîşa li ser petrola Siûdî Hamaney pejirand
Li gorî televizyona CBS News a Emerîkî êrîşa li ser jêr avaniya petrolê ya Siûdî bi plangeriya Îranê ye û Ayetullah Elî Hamaney êrîş pejirandiye.. -
Ji ber êrîşa bombeyî ya li dijî îstîxbarata Efgan 10 kes mirin
Li herêma Kalat a li başûrê Efganistanê li dijî avahiyeke rêxistina îstîxbaratê êrîşeke bi wesayita bombebarkirî hate kirin. Di êrîşê de 10 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn. Tevgera Talîbanê berpirsyariya êrîşê da ser milê xwe. -
Li başûrêrojhilat ê Asyayê qadeke berfireh a daristanî dişewite
Li Endonezya û Malezyayê ku welatên başûrêrojhilat ê Asyayê ne, ji ber şewatê qadeke daristanî ya ji sed hezaran hektarî şewitî. Şewat didome. Ji ber şewatê bi hezaran dibistan hatin girtin. -
Li Celalabatê êrîşeke xwekujî pêk hat
Di êrîşa xwekujî ya li bajarê Celalabat a Efganistanê pêk hat de, 12 kes mirin. -
Îhtîmala ku Trûmp û Rûhanî biaxivin nema
Îhtîmala ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî biaxivin nema. -
Li Fransayê xeleka ewlekariyê ya nukleerê hate dorfirehkirin
Li Fransayê di çarçoveya biryareke ku sala 2016'an de hate wergirtin, qada li derdora santralên nukleerê ku di rewşeke lezgîn de wê tedbîr lê bê wergirtin bi 20 kîlometreyan hate berfirehkirin. -
Li Kabîlê di êrîşaTalibanan de, 22 kes mirin û 38 kes jî birîndar bûn
Li navenda paytexta Efganistan Kabilê tevgera Talîbanan êrîş kir û di êrîşê de 22 kes mirin û 38 kes jî birîndar bûn. -
Li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê êrîş: 10 şervanên Iraqî mirin
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Iraqê li dijî çeperên Mûxafizên Şoreşê yên Îranê û tifaqên wê êrîşeke hewayî hatiye kirin. -
Li mîtînga Serokkomarê Efgan teqîn: Herî kêm 24 kes mirin
Di dema mîtînga hilbijartinê ya Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî de teqînekê rû da û herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan 31 kes jî birîndar bûn. -
NY: Divê êrîşên li ser Rohîngyayiyan were darizandin
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Myanmarê bi sed hezaran Rohîngyayiyan koç kirine û di bin gefên qirkirinê de ne. NY xwest ku bila Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî têkeve dewrê. -
Aloziya li kendavê zêde be, gelo DYE wê li Îranê bide?
Aloziya di navbera DYE û Îranê de piştî êrîşa li ser tesîsên petrolê yên li Sûûdî Erebistanê dîsa zêde bû. Serokê dînî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney diyar kir ku wê bi tu awayî hevdîtin bi DYE’yê re neyê kirin. -
Enerjiya dikare bê nûkirin wê bi depokirinê zêde bibe
Girîngiya hilberîna elektrîkê ku enerjiya xwenûkirî ye roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî depokirina enerjiya ba û rojê di wê astê de ye ku dikare pêşî li zêdekirina hilberîna wê enerjiyê veke. -
Îranê dest danî ser keştiyek din jî
Rejîma Îranê li Kendavê bi hinceta petrola qaxaç bar kiriye, dest danî ser keştiyek din a petrolê. -
Li Parîsê parêzer, pîlot û bijîşk dadikevin kolanan
Li Fransayê li hemberî reforma teqawitbûnê ya hikumetê eniyeke mezin ava bû. Vê Duşemê wê parêzer, bijîşk, pîlot û hostes di serî de gelek karker û xebatkar dakevin kolanan. -
Li Hindistanê keştiya tûrîzmê noqî binê avê bû
Li Hindistanê keştiyeke tûrîstîk noqî binê avê bû û hate ragihandin ku 39 kes winda ne. -
DYE amade ye bersivê bide êrîşa li ser petrola Sûûdê
Serokê DYE’yê Donald Trûmp got ku em amade ne bersivê bidin êrîşa li ser tesîsa petrolê ya Sûûdî Erebistanê. -
Li Kongoyê keştî noqî avê bû: herî kêm 36 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê di çem de keştiyek noqî avê bû û herî kêm 36 kes mirin.