CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Fermandarê FARC’ê Marqûez: Em dîsa radihejin çekê
Fermandarê FARC’ê û serokê muzakereyên aştiyê ya li Havanayê Ivan Marqûez diyar kir ku wan biryar dane ku dîsa rahejin çekê. -
Zarîf: Ji bo muzakereyan DYE divê pêgirê peymana nukleerê be
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf got heke DYE dixwaze muzakereyan bidome divê tevlî peymana nukleerê bibe û dawî li ''terora aborî'' bîne. -
Nexweşiya sorikê dîsa hat Ewropayê
Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê (WHO) diyar kir ku di nîveka pêşîn a sala 2019’an de li gorî wê serdema sala borî nexweşiy sorikê du katan zêdetir bûye û banga aşîkirinê kir. -
Li Fasê ji ber lehiyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li başûrê Fasê ji ber barana zêde lehî rabû û herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Japonyayê ji ber lêhiyê 2 kes mirin
Li başûrê rojavayê Japonyayê ji ber lêhiyê 2 kes mirin, rayedaran li dijî lêhiyê daxwaza tehliyeya 870 hezar mirovan kir. -
DYE û Talîban nêzî lihevkirinekê ne!
Berdevkekî tevgera Talîban ragihand ku ew bi DYE’yê re nêzî lihevkirinekê ne. -
Parlementoya Îngîlîz hate sekinandin, mûxalefetê got ‘derbe’ ye
Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johson diyar kir ku parlemento ji hefteya duyemîn a Îlonê heta 14’ê Kewçêrê wê were sekinandin. Vê rewşê îxtîmala Brexîtê xurt kir. -
Li Xezzayê êrîşeke bombeyî: 3 polîsên Filîstînî mirin
Li Xeta Xezzayê roja Sêşemê teqînek pêk hat û hate diyarkirin ku di teqînê de 3 polîsên Filîstînî mirine. -
Çeteyan li Nîjeryayê komkujî kirin
Li Nîjeryayê, komek ser bi çeteyên DAÎŞ'ê êrîşeke çekdarî kir û herî kêm 11 karker qetil kir. -
Eger trilyonek dar bên çandin?
Çend roj beriya niha hikumeta Etiyopyayê tevî bi hezaran dilxwazan di nava rojekê de 353 milyon şitlên daran çand. Ev yek rekor bû li tevahiya dinyayê. -
BM: Li peravên Lîbyayê 40 koçber mirin
Komîseriya Bilind a Koçberan a NY’yê ragihand ku li peravên Lîbyayê di encama noqîavêbûna keştiyeke ku koçber li nav bûn, derdorî 40 koçber an mirine an jî winda bûne. -
Rûhanî xwest ku gava destpêkê DYE biavêje
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bang li DYE'yê kir ku bi rakirina pêkanînan gava destpêkê biavêje. -
Li Efrîqaya Başûr di êrîşên li dijî şifêrên kamyonan de 200 kes mirin
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan (HRW) ragihand ku li Efrîqaya Başûr di êrîşên ji Adara 2018’an yên li dijî biyaniyan de zêdetirî 200 kes mirine. HRW’ê daxwaza bihêzkirina parastina karkerên biyanî kir. -
Piştî teqîna li Rûsyayê îzotopên radyoaktîf hatin tespîtkirin
Ajansa Meterolojiyê ya Rûsyayê diyar kir ku di serê meha Tebaxê de li tesîseke leşkerî ya li bakurê welat teqînek pêk hatibû û piştî teqînê îzotopên radyoaktîf hatine tespîtkirin. -
Li Iraqê êrîşên li ser Haşdî Şabî zêde bû
Li Iraqê êrîşên li ser Haşdî Şabî zêde bû ya ku nêzî Îranê ye. Li dijî depoyên çekan û serokên Haşdî Şabiyê êrîşên hewayî pêk hatin. -
Beriya civîna G7’an di çalakiyan de bi dehan kes hatin destgîrkirin û birîndar bûn
Beriya Civîna G7 ku wê li Fransayê were lidarxistin, xwepêşandan hatin kirin û di şerê derketî de gelek kes hatin destgîrkirin û birîndar bûn. -
Şewata Amazonê: Bolsonaro ji bo ‘tevdîrê’ artêş erkdar kir
Li Brezîlyayê ev 15 roj in daristanên Amazonê dişewite, Serokê Dewletê Bolsonaro ku li dijî şewatan nekete nava tevgerê li ser nerazîbûnan bi armanca pêşîlêgirtina şewatê biryara sewqkirina artêşê da. -
CNN: DYE'yê teklîfa Patrîotê a ji bo Tirkiyê paş ve kişand
CNN'yê îdîa kir rêveberiya Emerîkayê teklîfa, ku plansaziya wê dihate kirin pergala berevaniya hewayî ya Patrîotê bifiroşin Tirkiyê, bi fermî paş ve kişandiye. -
Kaptana ku penaber rizgar kir: Pêwîstiya min bi xelata we nîne
Kaptana Elman Pia Klemp ku ji ber rizgarkirina penaberan li Derya Spî li Îtalyayê tê darizandin, ji bo xelata Şaredariya Parîsê ya ku dixwest bidin wê got, "Pêwîstiya min bi xelatên we nîne" û red kir. -
Li Rûsya û Şîlîyê piştgiriya HDP’ê hate kirin
Partiya Komunîstên Yekîtiya Sovyetê û li Şîlîyê Partiya La Convergencîayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan kir û peyama piştgiriya dan HDP’ê. -
Ji 12 welatan 41 rêxistinên şoreşger: Em faşîzma Tirk têk bibin!
Riseup4Rojava ku zêdeyî 40 rêxistinên ji gelek welatan di nav de hene, nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û banga "têkbirina faşîzma Tirk" kir. -
Civîna Tirkiye-Rûsya û Îranê 16'ê Îlonê ye
Serokdewletên Rûsya, Tirkiyê û Îranê derbarê Sûriyê 16'ê Îlonê li Enqerê wê kom bibin. -
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser leşkerên Iraqê
Çeteyên DAÎŞ'ê êvara Çarşemê li ser sînorê Xaneqînê êrîş birin ser artêşa Iraqê. Di encama êrîşê de 2 lekerên Iraqê mirin û 3 endamên çete jî hatin kuştin. -
Îranê sîstema xwe ya nû ya fuzeyan da nasandin
Rejîma Îranê sîstema xwe ya nû ya fuzeyan a ji bejahî ber bi hewayî ve da nasandin. -
Beriya G7’yê rojev endamtiya Rûsyayê ye
Roja Şemiyê wê li Fransayê civîna G7’yê were lidarxistin û wê têketina Rûsyayê ya G8’ê were nîqaşkirin. Rêveberiya Moskovayê ragihand ku wê vê biryarê ‘binirxînin’.