CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Oslo ji bo pêkanîna armancên avhewayê gelekî bi îdîa ye
Oslo ku li dijî germahiya global armancên gelekî mezin daniye pêşiya xwe, soz da ku di nava 11 salan de bi temamî karbondîoksîtê bi dawî bike. -
Tofanê li herêma Zhejîangê ya Çînê xist: 13 mirî
Tofana Lekîma li Çînê xist. Ji ber tava baranê û bayê 13 kes mirin, 16 kes winda bûn. Li herêma ku tofanê lê dayî milyonek kes hate valakirin. -
Li Tanzanyayê ji ber teqîna tankerê 57 kes mirin
Li nêzî bajarê Dar es Salam ku 200 kîlometere i bajarê Morogro yê Tanzanyayê dûre tankerek teqiya û 57 kes mirin. -
Alîkarê Serokkomarê Îranê bal kişand ser 'diyalog'ê
Alîkarê sereke yê Serokkomarê Îranê Îshak Cîhangîrî der barê ambargoyê de diyar kir ku yekane rêya çareseriyê diyalog e. -
Salvînî li Italyayê krîza siyasî anî
Lîderê rastgir ê hikûmeta Italyayê Matteo Salvînî ji koalîsyonê xwe da alî û hilbijartina giştî xwest. -
Li DYE'yê 200 şaredaran ji bo 'qanûna çekê' bang kirin
Piştî êrîşên çekdarî yên dawiya hefteyê yên li DYE'yê, zêdeyî 200 şaredaran bang li Senatoyê kirin ku di mijara bazara çekan de guhertinên nû yên qanûnî bike. -
Çeteyên DAÎŞ'ê xwe li bejahiya Iraqê ji nû ve bi rêxistin kirin
Li gorî du raporên Pentagon û Neteweyên Yekbûyî, çeteyên DAÎŞ'ê li Sûriye û Iraqê ji nû ve zindî dibin. Tê gotin, koma çete bi taybetî xwe li bejahiya Iraqê bi rêxistin dike. -
Rejîma Şamê ber bi bakurê rojava ve pêşve diçe
Hêzên hikûmeta Sûriyeyê, hema piştî xirabûna agirbestê bi şûn ve li bakurê rojavayê welat gelek dever bi dest xist. -
Lehiyê li Myanmarê da: Bi deh hezaran kesan malên xwe terikandin
Li başûrê rojhilatê Myanmarê ji ber barana mûsonê lehî rabû. Bi deh hezaran kesan malên xwe terikandin. -
Li baregeheke leşkerî ya li Rûsyayê teqînek pêk hat
Li baregeha leşkerî ya Nîonoska ya Herêma Arkhangelsk a dikeve bakurê Rûsyayê teqînek pêk hat. -
Xebatkarên Ryanairê li gelek welatan dikevin grevê
Ji ber ku daxwazên xebatkarên Ryanairê nehatin qebûlkirin ku şîrketa rêyên hewayî ya Îrlandayê ye, biryar hate wergirtin ku li Îngilistanê grev bê kirin. Li gelek welatên Ewropayê muzakere xitimîne. -
DYE: Moşekên ku têne avêtin ji bo muzakereyan ne asteng e!
Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo got avêtine moşekan ên Koreya Bakur ji bo domandina muzakereyên van du welatan ne asteng e. -
Li Efrîkayê şape rabû, gelek kes mirin
Li Efrîkaya Rojava ji ber barana zêde şape rabû, gelek kes mirin, bi deh hezaran kes bê mal man. -
Biden: Trump agirê nîjadperestiyê sor kir
Alîkarê Serokê berê yê Emerîkayê Joe Biden ku weke 'namzetê favorî' yê hilbijartinên sala 2020'an ê Partiya Demokrat tê dîtin nerazîbûn nîşanî Donald Trump da ku nîjadperestiya spî sor dike. -
Di teqîna li Kabîlê de 14 kes mirin û 145 kes jî birîndar bûn
Li paytexta Efxanistan Kabîlê di ketina qereqola polîsan de wesayiteke bombebarkirî teqiya. Di encamê de 14 kes mirin û 145 kes jî birîndar bûn. -
Olîmiyata Ermenî ya Navneteweyî dest pê kir
7’emîn Lîstikên Olîmpiyatê yên Ermenî yên Navneteweyî li bajarê Stepanekert ê Komara Karabagê bi merasîmekê dest pê kir. -
Li DYE'yê dîmenê mîna serdema koledariyê
Li eyaleta Texasê ya DYE'yê, du polîsên li ser hespê kesekî reşik kelepçe kirine, werîsek xistine stuyê wî û wî dikişînin. Ev dîmen bû sedema nîqaşên mezin. -
Li Kabîlê teqîn: Herî kêm 95 kes birîndar bûn -NÛ BÛ
Li paytexta Afganistan Kabîlê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Di encamê de herî kêm 95 kes birîndar bûn. -
Kîm Jong Un: Moşek hişyariyak li DYE û Koreya Başûr e
Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Un li ser 4 ceribandinên moşekan ên van 2 heftiyan got, ''Hişyariya li DYE û Koreya Bakur e''. -
Îran bi 'şert' ji hevdîtinên bi DYE re amade ye
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku eger DYE pêkanînan bi dawî bike ew amade ne hevdîtinan bikin. -
Li DYE’yê polîs bêtir reşikan dikuje
Li gorî lêkolîneke li DYE’yê li gorî kesên çermspî, kesên çermreş du kat û nîvan zêdetir rîsk heye ku ji aliyê polîsan werin kuştin. -
Li Îskoçyayê alîgirên serxwebûnê zêde dibin
Li Îskoçyayê ya ku li dij e Brîtanyaya Mezin ji Yekîtiya Ewropayê derkeve, li gorî texmînan heke îro referandûma serxwebûnê pêk were wê dengên ‘erê’ zêdetir be. -
Li gorî DYE'yê hevdîtinên bi Talîbanê re 'gelekî erênî' ne
Li gorî DYE'yê, hevdîtinên ku bi Talîbanê re li Qatarê tên kirin 'gelekî erênî' ne. -
Germahiya global herî zêde bandorê li xezalên ren û Samiyan dike
Li Skandînavya û Sîbîryayê, germahiya global û guhertina avhewayê herî zêde zerarê dide xezalên ren û Samiyan ku wan xwedî dikin. -
Têkoşîna Iraqê ya li dijî gendeliyê bi qasî pêwîst encam nagire!
Rêxistina têkoşîna li dijî gendeliyê ya dewleta Iraqê ragihand, di 6 mehên îsal de 1 milyar dolar bi dest xistine yan jî nehişetine ku bên dizîn. Ev heman demê rewşa gendeliya li welat dide nîşandan.