CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Misrê li girtîgeha El Aqrap 130 girtî di greva birçîbûnê de ne
Rêxistina Efû ya Navneteweyî ragihand ku li girtîgeha El Aqrap a Misrê 130 girtî ev 6 hefte ne di greva birçîbûnê de ne. -
Li Meksîkayê nûçegihanek mirî hate dîtin
Li Meksîkayê termê nûçegihanekî li baxaja wesayitekê hate dîtin. -
Li Efganîstanê otobosê pê li bombeyê kir: 28 kes mirin
Li Efganîstanê otobosê pê li teqemeniyekê kir, piranî jê jin û zarok 28 kes mirin. -
Li Mozambîkê milîtanên Renamo çekan berdidin
Li Mozambîkê Renamo ku aliyek ji şerê navxwe yê bi dehan salan e, piştî muzakereyan dest pê kir ku çekên xwe radest bike. -
Li Brezilyayê 57 girtî hatine kuştin
Li girtîgeha Altamîra ya Brezilya ya li eyaleta Parayê bûyer çêbûn û 57 girtî hatin kuştin. -
Global Wîtness: Di sala 2018’an de 164 eko-çalakger hatin kuştin
Rêxistina civaka sivîl a bi navê Global Wîtness diyar kir ku di sala 2018’an de di çalakiyên ji bo xwezayê de 164 eko-çalakger hatine kuştin. -
Li Pakistanê balefira leşkerî ket: 17 kes mirin
Li Pakistanê balefireke leşkerî li navçeyeke sivîlan ket. 17 kes mirin. -
Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîbûna krîza li Yemenê bang kir
Rêveberê Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî Achim Steiner ji bo bidawîbûna krîza herî giran a mirovî ya li Yemenê bang kir. -
Derya Spî deryaya herî gemarî ya Ewropayê ye
Li gorî lêkolînekê Derya Spî deryaya herî qirêj a li Ewropayê ye. Di nava sih salên dawî de çopa li Derya Spî bi sê qatî zêde bûye. -
Li girtîgeheke ya Brezîlyayê şer derket: 52 kes mirin
Li girtîgeheke ya li eyaleta Para ya dikeve bakurê Brezîlyayê şer derket. Di şer de bi kêmanî 52 kes mirin. -
Artêşa Sûriye li Hamayê du gund xistin destê xwe
Artêşa Sûriyeyê piştî bomberdûmana bi rojan û şûnde li herêma Hemayê du gund xistin di bin kontrola xwe de. -
Li Nîjeryayê di êrîşa Boko Haramê de 65 kes mirin
Çeteyên Boko Haram li bakurê rojhilatê Nîjeryayê êrîşî bi dehan wesayîtên ku ji merasîma cenaze vedigeriyan kir û 65 kes qetil kirin. -
Boko Haram li Nîjeryayê êrîş kir: 20 kes mirin
Çeteyên Boko Haram êrîşî gundekî li bakurê rojhilatê Nîjeryayê kirin û 20 kes qetil kirin. -
Li Çînê ji ber lehiyê 36 kes mirin
Li gundekî başûrê rojavayê Çînê lehî rabû û ji ber lehiyê 36 kes mirin. -
DYE û Îsraîlê moşekên menzîla wan dirêj ceribandin
Îsraîl û DYE’yê ragihand ku moşekên menzîla wan dirêj ceribandine û ev ceribandin bi serketî bi encam bûye. -
Hejmara yên li Moskowayê hatin destgîrkirin gihîşt 1400 kesî
Hejmara kesên ku doh piştî xwepêşandana protestoyî ya li paytexta Rûsya Moskowayê hatin destgîrkirin gihîşt 1400 kesî. -
Di 15 rojan de dibe ku hikûmeta Efxan û Telîban li hev rûnin
Hate gotin dibe ku di nav du heftiyan de hikûmeta Efxan û Tevgera Telîban rasterast li hev rûnin. -
Li Moskowayê zêdeyî hezar kes hatin destgîrkirin
Li paytexta Rûsya Moskowayê bi daxwaza hilbijartina azad xwepêşandanek pêk hat. Lê belê polîsên Rûs bi rengekî tund dest li xwepêşandanê werdan û zêdeyî hezar kes destgîr kirin. -
Li Moskovayê di xwepêşandanên qedexekirî de zêdetirî 500 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Rûs di çalakiya li pêşiya şaredariya Moskova ya bi daxwza hilbijartina azad hatî kirin de, zêdetirî 500 kes destgîrkirin. -
Li Fîlîpînê erd hejiya: 8 kes mirin
Li Fîlîpînê di encama du car li pey hev hejîna erdê ya danê sibehê 8 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Trûmp ji Macron re got, ''ehmeq'' û şerab kire hedef!
Serokê DYE'yê Donald Trûmp li ser bacdanîna li ser xebatên qada dijîtal a Fransayê, ev tevdîr mîna ''ehmeqiya'' Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron nirxand. -
Li Fasê ji ber lêhiyê 16 kes mirin
Li navenda Fasê lêhî rabû, 16 kes ji ber lêhiyê mirin. -
Li Kongoyê di 6 mehan de 633 hatin înfazkirin
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) li Komara Kongoyê ya Demokratîk di nav 6 mehan de nêzî 700 kez bûne qurbaniyên înfaza giştî û bêdaraz. -
Leşkerên Elman dixwazin li Başûrê Kurdistanê bimînin
Yekîneyên leşkerî yên Elman ên li Başûrê Kurdistanê bi Wezîra Berevaniyê Annegret Kramp-Karrenbauer re axivîn, diyar kirin ku têkoşîna dijî DAÎŞ'ê divê bidome û xwestin zelal bibe bê ka tekzere wê dirêj bibe yan na. -
Dinya têrî mirovahiyê nake
Çavkanî û berhemên ku xweza di nava salekê de hildiberîne û pêşkêş dike, ji aliyê mirovahiyê ve di nava heft mehan de hatin qedandin.