CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li dijî mizgeftê êrîşa bombeyî: 2 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn
Li herêma Belûcistan a Pakîstanê di mizgeftekê de teqîn çêbû û di teqînê de 2 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn. -
Evdilmehdî welatên ku 'bêdestûr balafiran radikin' hişyar kir
Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî li ser mijara balafirên ku bêyî destûra hikûmetê dikevin nav qada hewayî hişyarî da. -
Elmanya wê tazmînateke din bide mexdûrên Qirkirina Yahûdiyan
Hate ragihandin, Elmanyayê qebûl kiriye ku tazmînatê bide xizmên Yahûdiyên di Şerê Dinyayê yê Duyemîn de hatin qetilkirin û bi hezaran kesên ku hovîtiya Nazîzmê bi xwe dîtine. -
Li Kremlînê bombeyeke ne teqiyayî ya ji dema şer hate dîtin
Li Rûsyayê di nava Qesra Kremlînê de bombeyeke mezin a ji Şerê Dinyayê yê Duyemîn maye hate dîtin. -
Ji bo koçberên li Open Armsê çare hate peydakirin
Biryar hate wergirtin ku penaberên di keştiya Open Armsê de li Derya Spî beriya du hefteyan hatin rizgarkirin bên qebûlkirin. -
Li Kîvûyê di nava du salan de 1900 sivîl hatin kuştin
Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Koma Lêkolînê ya Kongoyê, li herêma Kîvû ya Komara Kongo ya Demokratîk, ku zêdeyî 130 komên çekdar lê hene di nava du salan de 1900 sivîl hatin kuştin. -
Li Sûriyeyê balafira rejîmê kete xwarê, pîlot kete destê çetan
Li bakurê rojavayê Sûriyeyê balafirkeke şer a girêdayî rejîmê ji aliyê komên çete ve heta xistin, pîlotê balafirê jî kete destê çeteyan. -
Li Tanzanyayê di teqîna tankerê de hejmara miriyan bû 82
Şemiya borî li nêzî bajarê Dar es Salam ku 200 kîlometere i bajarê Morogro yê Tanzanyayê dûre tankerek teqiyabû û hejmara kesên mirî bû 82. -
Li Hindistanê ji ber lêhiyê 209 kes mirin
Li Hindistanê li eyaleta Kerala ji bo lêhiyê hişyarî hate dayîn, heta niha li welat ji ber lêhiyê 209 kes mirin. -
UNICEF: Li Malî di şer de zarok dibin qurbanî
Li welatê Malî ku ji sala 2012'an û vir ve li dijî komên ser bi El Qaîde û DAÎŞ'ê şer tê kirin, tenê îsal bi sedan zarok bûn qurbaniyên êrîşan. Nêzî 400 hezar zarok li herêmên ku şer lê diqewimin di rewşeke metirsîdar de ne. -
DYE bi Brîtanyayê re xwe ji piştî Brexîtê re hazir dike
DYE xwe hazir dike, piştî ku Brîtaniyaya Mezin ku xwe kar dike ji Yekîtiya Ewropayê derkeve, peyamana bazirganiyê ya du alî pêşniyar bike. -
Li Sûdanê ji ber lehiyê 7 kes mirin
Li Sûdanê ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Yewnanistan dixwaze YE barê wê yê koçberan sivik bike
Hikumeta rastgir a Yewnanistanê diyar dike ku hatina koçberan ên di hefteyên dawîn de wan dixe nav fikaran û ji Komîsyona Ewropayê xwest ku bila parvekirineke bi edalet bikin. -
DYE û Talîbanan li hev nekirin
Tûra heyştemîn a hevdîtinên navbera DYE û Talîbanan ku li bajarê Doha yê Qatarê pêk hat, bêyî lihevkirinê bi dawî bû. -
Hejmara qûrbaniyên bagera Lekîmaya gihişte 43’an
Hejmara qûrbaniyên bagera Lekîma ya rojhilatê Çînê gihişte 43’an, nêzî milyonek kes hatin veguhestin. -
Li balafirgeha Hong Kongê seferên balafiran rawestiyan
Ji ber çalakiyên protestoyî yên li balafirgeha Hong Kongê seferên îro yên balafiran hemû hatin rawestandin. -
Li girava Kanaryaya Mezin agir bi daristanê ket
Li girava Kanaryaya Mezin a li Behra Atlantîkê ya Îspanyayê agir bi daristanê ket. Ji 10’ê mehê û heta niha bi qasî hezar hektar daristan şewitî. -
Dijminê xwezayê Bolsonaro bi biryar e ku Amazonan talan bike
Serokdewletê rastgir ê Brezîlyayê Bolsonaro ku weke dijminê xwezayê jî tê naskirin, ji bo biryara Elmanyayê ya ji bo betalkirina fonê ji 35 milyon Euroyî yê ji bo parastina daristanên Amazonê got, "Pêwîstiya me bi pereyê we nîne" û nerazîbûn nîşan da. -
Di şeş mehan de 300 hezar penaber çûn YE’yê
Di 6 mehên pêşîn ên 2019’an de hejmara penaberên ku berê xwe dane Yekîtiya Ewropayê li gorî sala borî 10 ji sedî zêde bû û bi ser 300 hezaran ket. -
Li Myanmarê ji ber lêhiyê 51 kes mirin
Li Myanmarê ji ber barana mûsonê lehî rabû û 51 kes mirin. -
Li Yewnanistanê germahiya zêde, ziwabûn û şewat
Li Yewnanîstanê ji ber germahiya zêde li 50 deverî şewat derket. Tîmên agirkuj ên ku ji sedan kesî pêk tê hewl didin ku şewatê bitefînin. -
Li Yemenê koalîsyonê bombe li hêzên mûxalîf barand
Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ku piştevaniya desthilatdariya Yemenê dikin, bombe li mûxalîfan barandin. -
Bîlançoya Bagera Lekîmayê giran dibe
Bîlançoya bagera Lekîmayê ku bandor li herêma Zhejîang a Çînê kir, her giran dibe. Hate ragihandin ku 28 kesan jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 20 kes jî winda ne. -
Li Yemene niha jî şerê Başur-Bakur dest pê kir
Li Yemenê ku ji 2015'an û vir ve şerê navxwe lê heye, piştî ku cihên girîng ên li Adenê yên bi kontrola hêzên hikûmetê ketin destê 'hêzên dilxwazin veqetîna Başûr' şer kete qonaxeke nû. -
Li Rûsyayê bi deh hezaran kesên mûxalîf daketin qadan
Xwepêşandanên li Rûsyayê yên ji bo pêkhatina hilbijartinên azad bi beşdariya bi deh hezaran kesî dom kir. Hate ragihandin ku bi sedan kes di xwepêşandanan de hatin destgîrkirin.