CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DAÎŞ'ê yekemcar êrîşî Tîkrîtê kir
Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev li bajarê Tîkrîtê yê Iraqê êrîş kir. Di encama êrîşê de ji artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî pênc kes mirin. -
Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' Wallerstein bi bîr anî
Însiyatîfa Navneteweyî ya "Azadî ji Ocalan re-Aştî ji Kurdistanê re" civaknasê Amerîkî Immanuel Wallerstein ê dawiya meha Tebaxê koça dawî kir bi peyamekê bi bîr anî. -
Dijberên şer li nêzî Rheînmetallê konê xwe danîn
Dijberên şer û çekdarbûnê li nêzî fabrîkaya mezintirîn fîrmaya çekan a Elmanyayê Rheînmetallê ya li Unterlûbê ji bo 10 rojan konê we danîn. -
Babis: Volkswagen wê febrîqeya xwe li Tirkiyeyê ava bike
Serokwezîrê Çekyayê Andrej Babis ku bi Serokkomarê Tirk Erdogan re hevdîtin kir, anî ziman ku şîrketa wesayitan a Elman Volkswagen amadekariyan dike ku febrîqeya xwe ya nû li Tirkiyeyê ava bike. -
Borîs Johnson ji piraniyê ket, hilbijartina giştî xwest
Serokwezîrê Ingilîz Borîs Johndon li parlamentoyê ji piraniyê ket, hilbijartina giştî xwest. -
Ji ber nexweşiya sorikê bi milyonan mirov mirin
Her sal bi milyonan mirov ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest didin. Tê gotin, nebûna derzî û derfetên tedawîkirinê sedema mirina ji ber sorikê ye. -
NY: Li Yemenê gelek sûcên şer hatin kirin
Pisporên NY'yê diyar têkilî sûcên şer ên li Yemenê raporek hazir kirin. -
Îran li dijî nêrîna hevdîtina dualî ya bi Washingtonê re ye
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku ew li dijî nêrîna 'nîqaşa dualî' ya bi DYE'yê re ne û got, di prensîbê de welatê wî li dijî vê yekê ye. -
Çima mêran hîn bêhtir deng dan partiya nîjadperest?
Partiya nîjadperest AfD'ê mohra xwe li hilbijartinên Yekşemê yên li eyaletên Brandenburg û Saksonya yên Elmanyayê xist. Ya balkêş ew bû, li her du eyaletan jî yên herî bêhtir dengê xwe dan partiya nîjadperest mêr bûn. -
Bahoza Dorîanê bi hezaran mal hilweşand
Bahoza Dorîanê roja Duşemê di saetekê de bi leza 300 km li Bahamayê da û bû sedema hilweşandina bi hezaran malan. -
Îran: Fikrên Parîs û Tehranê nêzî hev in
Berdevkê hikumetê yê Îranê Alî Rabîeyî diyar kir ku di gelek waran de fikrên Fransayê û Îranê nêzî hev in. -
Gelo Îsraîl û Hîzbûllah dest bi şer dikin?
Tevgera Hîzbûllahê ya Lubnanê roja Yekşemê wesayîteke artêşa Îsraîlê îmha kir. Artêşa Îsraîlê jî êrîşî başûrê Lubnanê kir. Vê geşedanê rê li ber fikara destpêkirina şerekî nû vekir. -
Peymana nukleer: Di bin siya gef û şantajê de lêgerîna çareseriyê
Fransa di serî de welatên Yekîtiya Ewropayê ji bo domandina peymana nukleer a bi Îranê de muzakereyên xwe didomînin. Îran jî bi awayekî sergirtî gefên xwe yên şantajê didomîne. -
Bahoza Dorîanê bi leza di saetekê de 300 km lê dide
Bahoza Dorîanê leza wê dibe di saetekê de 300 km û tevî baranê li Bahamayê dide. -
DYE'yê bi 10 welatên Asyayê re dest bi tetbîqata hevpar kir
Di demekê de ku di navbera Washington û Pekinê de têkoşîna bandorî û giraniyê heye, DYE bi 10 welatên Başûrê Asyayê re dest bi tetbîqateke hevpar a leşkerî kir. -
Li Yemenê êrîşa hewayî: Herî kêm 100 kes mirin
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî diyar kir ku Koalîsyona Ereban li Yemenê êrîşeke hewayî li dar xistiye û herî kêm 100 kes mirine. -
Serokkomarê Elmanyayê ji gelê Poloniyayê lêborîn xwest
Serokkomarê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier ji “Poloniyayên ku mexdûrê sitemgeriya Elmaniya bûne” lêborîn xwest. -
Civaknas Wallerstein jiyana xwe ji dest da
Civaknasê Emerîkî Immanuel Maurice Wallerstein di 89 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Nexweşiya Ebola: Hejmara miriyên li Kongoyê 2 hezarî derbas kir
Nexweşiya Ebola ya ku li Komara Kongo ya Demokratîk belav dibe, bû sedema mirina zêdetirî 2 hezar kesî. -
Li Pakistanê ji bo Keşmîrê bi hezaran kes daketin kolanan
Li ser banga Serokwezîrê Pakistanê Îmran Han bi hezaran kes ji bo Keşmîr a ku parçeyek wê di bin kontrola Hindistanê de ye daketin kolanan. -
Trump dest bi 'şerê fezayê' kir
Serokê DYE'yê Donald Trump 'gef'a Çîn û Rûsyayê kir hincet û diyar kir ku wê di demeke kurt de "hêza fezayê" bê avakirin. -
Generalê Îranî gef li DYE'yê xwar: Em ê li baregehên we bixin
Îranê diyar kir, heke DYE bombe an jî moşekê bavêje ew ê li baregehên DYE'yê yên li Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY), Qetar û Omanê bixin. -
'Aqûbeta pêvajoyê ji destpêkê ve diyar bû'
Gerîlayên FARC'ê ragihandin ku li dijî taktîkên mijûlkirinê û polîtîkayên komkujiyê ew li dijî hikumeta Kolombiyayê ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî dikin. Tê gotin, ji ber ku hişyariyên bi salan tên kirin ji nedîtî ve hatin, encameke bi vî rengî rû da. -
Li 187 welatan vexwarina ji ava şirşirîkê metirsîdar e
Li gorî encamên lêkolîneke Daîreya Xizmetên Însanî û Tenduristiyê ya DYE'yê, li 187 welatan vexwarina ava ji şirşirîkê ji bo tenduristiya mirovan metirsîdar e. Yek ji wan welatan jî Tirkiye ye. -
DYE'yê operasyon anî ser Hurmiz, YE bifikar e
Wezîrê Berevaniyê yê DYE'yê Mark Esper ragihand ji bo ku eskortî li keştiyên Tengava Hurmiz bike operasyona bi navê Sentînalê dene destpêkirin. Yekîtiya Ewropayê şert danî.