CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Talîbanê careke din destûra xebate da Xaça Sor
Tevgera Talîbanê di meha Nîsanê de xebatên Xaça Sor qedexe kiribû û niha dîsa destûr da ku Xaça Sor li Efganistanê bixebite. -
Gelên Tûnûsê çûn ser sindoqan, lê nediyarî serwer e
Gelên Tûnûsê di dîroka welatê xwe de ji bo hilbijartinên “duyemîn serokkomartiya demokratîk” çûn ser sindoqan, lê rexmî vê yekê hê jî ne diyar e ka wê encameke çawa ji sindoqan derbikeve. -
Di çalakiya Êlek Zeran de bi dehan kes hatin destgîrkirin
Li Fransayê Şemiyê di çalakiyên Êlek Zeran de bi hezaran kes li hev kom bûn. Li bajarê Nantesê 35 kes hatin destgîrkirin. -
Li gorî Pompeo berpirsyarê êrîşa li dijî petrola Siûdî Îran e
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompe, ji êrîşa Şemiyê ya li dijî petrola Siûdî Îran berpirsyar nîşan da. -
Li Sûriyeyê bombe li nêzî nûqteyên çavdêriyê yên Tirk ketin
Di dema operasyona li dijî çeteyên li başûrê Îdlibê yên artêşa Sûriyeyê de bombe pir nêzî nûqteyên çavdêriyê yên Tirk ketin. -
Serdana Rûhanî ya Enqere û hevdîtina Erdogan û Pûtîn
Wê sibe Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî serdana Enqerê bike da ku di derbarê pîlangeriya hevbeş a dijî Kurdan de bi dîktatorê Tirk Erdogan re gotûbêj bike. -
Elmanya wê penaberên werin Îtalyayê bigre
Welatên Yekîtiya Ewropayê têkildarî parvekirina penaberên li ser Derya Spî re hatîn Îtalyayê li hevnekirin, Elmanya ew ê ji her çar penaberên bi ser deryayê re hatîn yekê qebûl bike. -
Artêşa Netewî ya Lîbya: 3 dronên Tirkiyeyê hatin xistin
Artêşa Netewî ya Lîbyayê diyar kir ku 3 dronên Tirkiyeyê xistine xwarê û hemû baregehên hewayî yên li bajarê Mîsratayê jî rûxandine. -
Li Spanyayê şape rabû, sê kes mirin
Li rojhilatê başûr ê Spanyayê şape rabû û 3 kes mirin. -
Li gorî Trump Îran dixwaze hevdîtinê bike
Tevî ku rayedarên Îranî timî daxuyaniyên li dijî hevdîtina bi DYE'yê re diweşînin jî li gorî Serokê DYE'yê Donald Trump Îran dixwaze hevdîtinê bike. -
Greva li Parîsê dest pê kir
Li dijî reforma ku hikûmeta Fransiz dixwaze ji bo malnişîniyê bike, li Parîsê wesayitên gihandina giştî mezintirîn greva 12 salên dawî dikin. -
Piştî Amazonan şewata li Pantanalê jî zêde bû
Pantanal ku bi dewlemendiya xwe ya biyo û qada xwe ya berfireh a şilî ya tropîkal a Başûrê Emerîkayê tê naskirin di nava rewşeke metirsîdar de ye. -
Li Nîjeryayê di şerê li dijî Boko Haram de 22 hezar kes winda bûn
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ÛKHK) diyar kir ku şerê li dijî Boko Haram de zarok jî di nav de herî kêm 22 hezar kes winda bûne. -
Li Kongoyê ji ber qezaya trenê 50 kes mirin
Li başûrê rojhilat ê Komara Kongo ya Demokratîk trenek ji rê derket û herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Kalîforniyayê qirkirina Asûrî-Suryaniyan nas kir
Eyaleta Kalîforniyayê ya DYE'yê qirkirina ku di sala 1915'an de li Asûrî-Suryanî û Rûm ên Pontûs hate kirin bi yekdengî qebûl kir. -
Li Rûsyayê polîsan girtin ser malên kesên mûxalif
Li Rûsyayê polîsan girtin ser mala Aleksey Navalnî û kesên bi wî re yên ku li hemberî desthilatdariya Pûtîn mûxalefetê dikin. -
Li hemberî Venezûelayê peymana hevkarîya leşkerî
Rêveberiya DYE’yê li hemberî Venezûelayê li parzemîna Emerîkayê peymaneke leşkerî ya herêmî çalak kir a ku 10 welat tê de ne. -
Dayikên Şîlî: Bila wezîrên cûntayê bên darizandin
Malbatên kesên ku li Şîlî di dîktatoriya faşîst a 17 salan de hatin windakirin, li dijî wezîrên wê demê hemûyan doz vekirin. -
Li Bahamayê bahoz: Hîn jî 2 hezar 500 kes winda ne
Li Bahamayê ku li Karabîkê ye, tê gotin ku ji ber bahoza Dorîanê bi hezaran kes winda ne. -
Daxwaza berdana lîderê ETA'yê yê nexweş nehate qebûlkirin
Ji lîderên ETA'yê Josu Ternera kku ji meha Gulanê ve li Fransayê girtî ye û nexweş e, daxwaz hate kirin ku bi şert bê berdan, lê belê ev daxwaz ji aliyê dadgehê ve nehate qebûlkirin. -
Ji ber lêhiya li Nîjeryayê 57 kes mirin
Ji ber barana zêde ya ji meha Hezîranê û vir ve li Nîjeryayê û rabûna lêhiyê bi kêmanî 57 kes mirin, nêzî 130 hezar kes jî mexdûr bûne. -
Îran tevî çûyîna Bolton jî li dijî dîyaloga bi DYE'yê re ye!
Piştî ji peywirê standina Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Qesra Spî John Bolton jî Îran li dijî diyaloga bi DYE'yê re ye. -
Îngilistan wê tankera Îranê bike rojeva Neteweyên Yekbûyî
Piştî ku tankera petrolê ya Îranê li Sûriyeyê hate dîtin, Îngilistanê nerazîbûn nîşan da. -
Çîn: Di şerê bazirganiyê de divê Ewropa li cihê rast be
Sefîrê Bilind ê Çînê yê li Fransayê Lû Shaye ji AFP'ê re axivî û diyar kir, di şerê bazirganiyê de ku Emerîkayê da destpêkirin, divê Ewropa 'li cihê rast ê dîrokê' be. -
Maltayê penaberên li 'Alan Kurdî' bi zorê derxist
Penaberên li keştiya 'Alan Kurdî' ji aliyê Maltayê ve bi zorê hatin derxistin. Rêveberên keştiyê gotin ku Maltayê şantaj û gef li wan xwarine.