CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Aloziyên li Kendavê zêde dibin: DYE’yê ÎHA’ya Îranê xiste xwarê
DYE bi îdîaya ku balafireke keşfê ya bê mirov ya Îranê bi ‘awayekî xeternak’ nêzîkî keştiya Emerîka bûye, xistine xwarê. -
DYE têkildarî S-400’an daxuyaniyên bi guman didin
Serokê DYE’yê Donald Trûmp têkildarî kirîna sîstema parstinê ya mûşekên S-400 a Rûsya ya ji aliyê dewleta Tirk ve ragihand ku niha guşaran li ser Tirkiyeyê nakin. -
Trûmp ji bo Nadîa Mûrad got: Gelo Xelata Nobelê daye we?
Serokê DYE’yê Nonald Trûmp bi jina Êzidî ya xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadîa Mûrad re hate ba hev. Di hevdîtinê de derket holê ku Trûmp li ser mijarên ku qala wê dihate kirin, ti agahiyên wî nîne. -
Îran: Tankereke petrolê ya biyan di destê me de ye
Îranê diyar kir ku bi îdîaya ku tankerek bi qaçaxî petrolê bar dike, wan dest danîne ser tankerê. -
Li Japonyayê agir bi studyoya anîmasyonê ket: 24 kes mirin
Li bajarê Kyoto yê Japonyayê agir bi studyoya anîmasyonê ket. Di vê şewatê de 24 kes mirin. Rayedaran diyar kirin ku studyo hatiye şewitandin. -
Serhengekî Efgan hate kuştin
Endamekî Talîbanê yê kete nava artêşa Efgan, serhengekî Efgan ê bi leşkerên Emerîkî re hevdîtin dikir kuşt. -
WHO'yê li dijî Ebolayê rewşa lezgîn ragihand
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) li dijî şewba Eboya 'rewşa lezgîn' ragihand. -
DYE: Ne mimkûne ku Tirkiye bikeve bernameya F-35’an
Rêveberiya DYE’yê ragihad ku ne mimkûne ku Tirkiye ya ku sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê girtî, bikeve bernameya F-35’an. -
Li Sûdanê peymana dîrokî
Li Sûdanê ku bi mehan e çalakiyên protestoyê didomin, di navbeyna leşkeran de yên li ser desthilatê û wan hêzan de ku protesto organîze kirin ji bo ''parvekirina rayeyê'' peyman hate danîn. -
Malzemeyên şer ên li ser Tirkiyê têne kêmkirin
Swîsre ku di 6 mehên pêşî yên 2019'an de bihayê 272 milyon û 690 hezar û 837 Frankî malzemeyên şer firotî, malzemeyên şer ên ku difirote Tirkiyê kêm kir. -
Brîtanya keştiyeke din a şer dişîne Kendavê
Brîtanyaya Mezin ragihand, wê keştiya sêyan a şer bişînin herêma Kendavê ku ji xwe li ser sêlê ye. -
DYE: Em vebijarkên pêkanînan ên li dijî Tirkiyeyê dinirxînin
Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Morgan Ortagus got, ew vebijêrkên pêkanînên li dijî Tirkiyeyê yên ji ber S-400'î dinirxînin. -
Şeş welatan bang li Lîbyayê kirin: Dawî li şer bînin
DYE, Fransa û Misir jî di nav de şeş welatan fikarên xwe yên ji ber şerê li dora paytexta Lîbyayê nîşan dan û bang li aliyan kirin ku dawî li şer bînin. -
Trûmp: Em ne li pey lêgerîneke rejîma Îranê bidin guhertin in
Serokê DYE’yê Donald Trûmp ragihand ku ne li pey lêgerîneke ku rejîma Îranê bidin guhertin in. -
Trûmp: Tirk di rewşeke gelek zor de ye
Serokê DYE’yê Donald Trûmp têkildarî girtina sîtema parastinê ya S-400 a dewleta Tirkiyeyê daxuyaniyek da û da xuyakirin ku Tirk di rewşeke gelek zor de ye. -
Li Îranê di encama qelibîna mînîbûsê de 3 jê pitik 13 kes mirin
Li navenda Îranê ji ber qelibîna mînîbûsê ya ketina tengavê 13 kes mirin. -
Li welatên Asyaya Başûr ji ber lehî û hezazê 180 kes mirin
Li welatên Asyaya Başûr ji ber barana zêde lehî rabû û erd heziya. Ji ber vê bobelatê 180 kes mirin. -
NY hişyar kir: Bi dehan milyon zarok ji derziyên girîng bêpar in!
Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da û diyar kir, li dinyayê her yek ji deh zarokan ji derziyên li dijî nexweşiyên kujer bêpar in. -
Spronsen ê ku li DYE’yê hate kuştin, pesnê YPJ’ê da
Anarşîst û antîfaşîst Wîllem Van Spronsen ê ku dema li dijî navenda destgîrkirina koçberan a li bajarê Tacomayê ya eyaleta Washîngtonê ya DYE’yê de polîsan ew kuşt, di manîfestoya xwe de pesnê YPJ’ê dabû. -
Îsraîlê ji Ewropayê xwest ku dest ji peymana nukleerê berde
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku dest ji peymana nukleerê ya bi Îranê re berde. -
Fransa di navbera DYE û Îranê de qasidiyê dike
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ji bo aloziya di navbera DYE û Îranê kêm bike wê bi Serokê DYE’ye Donald Trûmp, bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hevdîtinê bike. -
YE guşarên li ser Tirkiyeyê erê kir
Wezîrên Karê Derve yên Yekîtiya Ewropayê, ji ber xebatên sondajê yên gaza xwezayî ya ‘ne asayî’ ya Tirkiyeyê ya li Rojhilatê Derya Spî, biyara sepandina guşaran girt. -
Li Bexdayê êrîşa întixarî: Bi kêmanî 5 kes mirin
Di encama êrîşa întixarî ya li nêzî mizgefteke Şîa ya dikeve başûrê rojavayê paytexta Iraq Bexdayê de, bi kêmanî 5 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn. -
Ji Yekîtiya Ewropayê ambargoya yekemin a li ser Tirkiyeyê
Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Ewûstûryayê Schallenberg ragihand ku ji ber karên keşfê yên Tirkiyeyê yên li Qibrisê biryara guşaran wê bidin. -
Li Endonezyayê bi pîleya 7,3 erd hejiya
Li Endonezyayê bi pîleya 7,3 erd hejiya. Li gorî daxuyaniyên fermî kesek miriye û gelek xanî jî hilweşiyane.