CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Tirkiye li ser mijara avhewayê wê were ser raya Trûmp?
Serokkomariya Fransayê hişyarî da ku ji welatên G20'ê sê an jî çar jê di kombûna Osakayê de dibe ku werin ser raya DYE'yê ya li ser mijara avhewayê. -
Rûsya: Kêmkirina hilberînê aramî anî piyaseya petrolê
Li gorî Rûsyayê bi armanca ku bihayê petrolê were kêmkirin, biryara kêmkirina hilberîna petrolê ya welatên OPEC'ê û hilberînerên din, kir ku, ''aramî were piyaseyan''. -
Razemeniya li komirê bi sê qatî zêde bû
Nîqaşên der barê tedbîrên li dijî germahiya global didomin. Lê belê di rewşeke wiha de balkêş e ku welatên endamên G20'î razemeniya li madenên komirê salên dawî zêde kirine. -
Li Tûnisê du çalakiyên xwekujiyê: 9 kes birîndar bûn
Li paytexta Tûnisê, Tûnisê du çalakiyên xwekuj rû dan. Li gorî agahiyên pêşî bi kêmanî 9 kes birîndar bûn. -
Macron wê hewl bide Trump di mijara Îranê de îqna bike
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, ew dixwaze Serokê DYE'yê Donald Trump îqna bike ku dest ji hin pêkanînên li dijî Îranê berde. -
Li Tehranê ji bo 150 leşkeran merasîmeke mezin pêk hat
Piştî ku cenazeyên leşkerên di dema şerê Îran-Iraqê de hatin kuştin hatin dîtin, li Tehranê merasîmeke mezin pêk hat. -
Li Elmanya têkilî kuştina Walî 2 kesên din hatin destgîrkirin
Têkilî kuştina Walî Lubcke yê Herêma Kasselê 2 Neonaziyên din hatin destgîrkirin. Polîsan li malên bergumanan depoyeke çekan dîtin. -
Li Brîtanya Nû volkana Ulawun teqiya
Li Brîtanya Nû ku li rojhilatê Papû Nû Gîne ye, derdora pênc hezar kesî ji ber teqîna volkan ji cih û warê xwe derketin. -
Okyanûs wê rojeva sereke ya COP25 be
Şîlî ku wê îsal malovaniyê ji civîna bilind a avhewayê COP25 re bike, diyar kir ku okyanûs wê rojeva bingehîn a civîna bilind be. -
Li Danîmarkayê koalîsyona çepgir ava bû, rojeva sereke avhewa ye
Li Danîmarkayê piştî muzakereyên sê hefteyan demokrata sosyal Mette Frederîksen diyar kir ku ji bo avakirina hikumetê wan bi sê partiyên çepgir re li hev kirine. -
Li Efganistanê du leşkerên Emerîkî mirin
Li gorî daxuyaniya mîsyona Resolute Suuport a ku ji aliyê NATO'yê ve tê birêvebirin, li Efganistanê du leşkerên Emerîkî mirine. -
Li navbera Panama û Costa Ricayê erdheja dijwar
Li sînorê navbera Panama û Costa Ricayê erdhejek bi 6.3 pileyî rû da. -
Rûhanî: Îran naxwaze li dijî ti welatî şer bike
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bi rêya telefonê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî û got, ew naxwazin li dijî ti welatî şer bikin. -
Doza ku Lûla were berdan tê dîtin
Ji bo ku Serokdewletê berê yê Brezîlayayê Lulu ku bi komploya siyasî hatî girtin were berdan, du serlêdan têne dîtin. -
Li DYE'yê dînozorekî 68 milyon salî hate dîtin
Fosîlên li nêzî bajarê Denver ê DYE'yê hatin dîtin, eşkere bû ku yê dînozorekî ji cureyê Triceratops e ku berî 68 milyon salî hebû. -
Biryara girtina Serokkomarê berê yê Ermenistanê hate dayîn
Serokkomarê berê yê Ermenistanê Robert Koçaryan meha derbsbûyî bi kefalet hate berdan, dadgeha Ermenistanê biryar da ku Koçaryan were girtin. -
DYE: Eger Tirkiye S-400’an bistîne, F-35 jê re nîne!
Sefîrê DYE yê di bin banê NATO’yê de got ku eger Tirkiye ji Rûsyayê sîstema parastinê ya hewayê S-400’an bigire wê destûrê nedin ku F-35’an bi kar bînîn. -
Di navbera DYE û Îranê de diyaloga ‘kerr’an
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYE’yê John Bolton diyar kir ku deriyê wan ji ‘muzakereyên rastîn’ re vekiriye û nerazîbûn nîşanî bêdengiya ‘kerr’ a Îranê da. Li gorî Îranê DYE di warê muzakereyan de ‘derewan’ dike. -
Li Adigeyê hevkariya AKP-PDK'ê hate şermezarkirin
Jinên Kurd ên li Adigeyê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Başûrê Kurdistanê de şermezar kirin. -
15 hezar leşker û polîs li sînorê Meksîka yê DYE'yê hatin danîn
Li ser sînorê Meksîkayê ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji bo penaberan girê xwe tê dayî, hate gotin hêzeke ji 15 hezaran pêk hatî, ya ji polîs û leşkeran hate danîn. -
Li gorî Îranê DYE'yê rêyên dîplomatîk hemû girtiye
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand, DYE'yê bi pêkanînên li dijî Hamaney û nûnerên din ên payebilind rêyên dîplomatîk girtiye. -
NY'yê ji bo Kendavê banga 'diyalog'ê kir
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bang li Îranê û DYE'yê kir ku bi diyalogê rageşiyê çareser bikin. -
DYE'yê ambargoyeke nû li ser îranê danî
Serokê DYE’yê Donald Trûmp biryara guşarên nû yên li ser Îranê eşkere kir. Vê carê armanca Trûmp astengkirina çavkaniyên aborî yên muhafizên şoreşê û serokê Rûhanî yê Îranê ye. -
3 wezîrên din ên hikûmeta Iraqê hate diyarkirin
Parlamentoya Iraqê 3 wezîrên din ên hikûmetê jî pejirand. -
Rûsya: Zextên nû yên DYE’yê yên li ser Îrane îlegal in
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kir ku zextên DYE’yê yên li ser Îranê ‘îlegal’ e.