CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Ortega bi dehan mûxalîf berda
Li Nîkaragûayê, pêşengên protestoyên tund ên li dijî hikumeta sosyalîst jî di nav de gelek girtiyên siyasî ji bo pêkhatina 'aştiya civakî' hatin berdan. -
Çalakiya bêîtihatiya sivîl a li Sûdanê di roja duyemîn de ye
Çalakiya bêîtihatiya sivîl a li dijî Konseya Leşkerî ya piştî hilweşandina dîktatoriya li Sûdanê destdanîbû ser rêveberiyê, di roja duyemîn de ye. -
Guşarên li ser Îranê: Tehran Washîngton hişyar kir!
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf, hişyariya ku yên şerê aborî li dijî Îranê dane destpêkirin wê di nava ewlekariyê de nemînin. -
Di qetlîameke li gundekî Maliyê de bi kêmanî 100 kes mirine
Di qetlîamaeke ya li gundekî Malî ya roja yekşemê de bi kêmanî 100 kes mirine. -
Li Nîjeryayê di êrîşên ‘çeteyan’ de herî kêm 43 kes mirin
Li eyaleta Zamfara ya li bakurê Nîjeryayê li dijî gundan gelek êrîş hatin kirin, herî kêm 43 kes mirin. -
Gelo germa zêde bandorê li dengên partiya Keskan dike?
Li gorî anketên dawîn ên Elmanyayê, dengê Partiya Keskan 27 ji sedî ye û ev rêjeyeke bilind a dîrokî ye. Li gorî pisporan jî ji ber germa zêde gel dengê xwe didin partiya Keskan û ev rewş demdemî ye. -
Zarîf: Ewropayî ne bi wê rewşê ne ku rexneyan li Îranê bînin
Wezîrê Karê Derve yê Îranî Mihemed Cewad Zarif, li ser daxuyaniya Hevtayê xwe yê Elman Heîko Maas ku beriya serdana Îranê dayî, got, welatên Yekîtiya Ewropayê ne bi rewşê ne ku rexneyan li Îranê bînin. -
Hikumeta Filistînê: Polîtîkaya DYE'yê ne têgihiştiye
Hikumeta Filistînê nerazîbûn nîşanî polîtîkaya heyî ya DYE'yê da û diyar kir, "polîtîkayeke tund e ku ne têgihiştiye." -
Li Hong Kongê bi sed hezaran kes derketin kolanan
Li HonKongê li dijî projeyeke yasayê ku dersînordarkirina Çînê hêsan dike, derketin kolanan. -
Wezîrê Petrolê yê Îranê: Rewş ji şerê Iraq-Îranê xirabtir e
Wezîrê Petrolê yê Îranê Bijen Namdar Zengene, ambargoyên DYE’yê yên li ser Îranê weke, “Ambargoya herî giran a dîrokê” bi nav kir û diyar kir ku rewş ji dema şerê Iraq-Îranê xirabtir e. -
Li Norwêçê wê dawî li komkujiya ajalên bi kurk were
Li Norwêçê ji bo ku qedexekirina xwedîkirina ajalên bi kurk, ku nexasim li deverên bejahiyê berbelav e, qanûnek tê hazirkirin, bi vê, ji bo parastina ajalan wê gaveke erênî were avêtin. -
DYE’yê heta dawiya meha Tîrmehê dem da Tirkiyeyê
DYE ji bo Tirkiye ji kirîna sîstema parastinê ya fuzeyên S-400’ê bide vegerandin, heta dawiya meha Tîrmehê dem da Tirkiyeyê. -
Di bahoza Mîgûelê de 3 deryavan mirin
Li Fransayê ji ber bahoza Mîgûelê keştiyeke ya girêdayî şirketa rizgarkirina neteweyî noqî avê bû, 3 deryavan mirin, 4 jî bi avjeniyê xwe gihandin peravê û rizgar bûn. -
Îranê pêşniyara muzakereyê ya nû red kir
Rejîma Îranê pêşniyara muzakereyê ya navneteweyî ya nû ya Fransa ya li ser bernameya nukleerî red kir. -
Li Deryaya Çînê rageşiya Rûsya-DYE’yê rû da
Li Deryaya Çînê keştiyeke Emerîkayê pêşî li destroyera Rûsyayê girt. Rûsyayê ev rewş protesto kir. -
Li Swêdê teqîn pêk hat: Herî kêm 25 kes birîndar bûn
Li bajarê Linkoping ê Swêdê teqînek pêk hat û herî kêm 25 kes birîndar bûn. -
Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê îstîfa kir
Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê Muhammed Bethaî îstîfa kir. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îstîfa wî qebûl kir. -
DYE wê perwerdehiya F-35'an nede pîlotên Tirk
Li gorî ajansa Reutersê DYE ji ber rageşiya bi Tirkiyê ya li ser pergala berevaniya moşekî ya S-400'î wê perwerdehiya F-35'an nede pîlotên Tirk. -
'Li pişt sabotaja li dijî keştiyan dewletek heye'
Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî diyar kir, li pişt sabotaja li dijî çar keştiyên li Kendavê ku meha Gulanê pêk hatibû dewletek heye, lê belê delîl nîne ku karibin Îranê sûcdar bikin. -
Sanchez ji bo avakirina hikumetê hate wezîfedarkirin
Li Spanyayê, wezîfeya avakirina hikumeta nû ji Serokwezîrê sosyalîst Pedro Sanchez re hate dayin. Pêvajoyeke dijwar a danûstandinan li ber Sanchez e. -
Li Fînlandiyayê piştî 20 salan yekemîn hikumeta çepgir
Serokkomarê Fînlandiyayê Saûlî Nîînîsto bi awayekî fermî hikumeta çepgir a navendî tayîn kir. Demokratê sosyal Anttî Rînne hate ser hikumetê. -
Wezîrê Elmanyayê ji bo hevdîtinê wê biçe Îranê
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas ji bo hevdîtina li ser peymana nukleerê û ji bo ‘çareseriyê’ ew ê hefteya pêş biçe Tehranê. -
DYE wê li ser Kubayê fişaran pêk bîne
DYE’yê bi hinceta ku Kuba piştgirî dide rêveberiya Nicolas Maduro ya Venezuelayê, roja Çarşemê diyar kir ku wê fişaran li ser tûrîzma Kubayê pêk bîne. Lewre keştiya dawî ya DYE’yê girav terikand. -
Li hemşîrekî Elman cezayê heta bi hetayê hate birîn
Edaleta Elman hemşîrek ji kuştina 85 kesan sûcdar dît û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê birî. -
Japonya ji bo navbeynkariya DYE û Îranê xwe kar dike
Hikûmeta Japonya ragihand, Serokwezîr Shînzo Abe demeke ne dûr xwe kar dike ku serdana Îranê bike. Li gorî medyaya Japonya ev serdan heftiya pêş me dibe ku bibe.