CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rûhanî: Şertên îro ne li gorî muzakereyê ye
Serokkomarê Îranê ya ku meyla wî bi ser muzakereyan e, diyar kir ku şertên îro ne li gorî muzakereyê ye. -
Tehranê bersiv da Trûmp: Îran natirse!
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf, bersiv da gefên Serokê DYE’yê Donald Trûmp. -
Rûhanî li dijî mûxafazakaran bal kişand ser referandûmê
Di demekê de ku aloziya navbera DYE û Îranê zêde bûye, di navbera lîderê rûhanî yê Îranê Hamaney û Serokkomar Rûhanî de nakokî zêde dibin. -
Li Sûdanê ji bo konseya derbasbûnê diyalogê ji nû ve dest pê kir
Li Sûdanê, di navbera tevgera gel û leşkerên dest danîne ser rêveberiyê diyaloga ji bo avakirina Konseya Derbasbûnê ji nû ve dest pê kir. -
Hûsiyan li dijî 300 hedefên leşkerî dest bi 'operasyonê' kirin
Raperînerên Hûsî yên Şîa yên li Yemenî ragihandin, ku li dijî Erebîstana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî dest bi pêngavekê kirine. -
Trump: Eger Îran bixwaze şer bike, wê dawî lê bê!
Serokê DYE'yê Donald Trump gef li Îranê xwar û diyar kir, eger êrîşî berjewendiyên Emerîkayê bike wê dawî lê bê. -
Bi fuzeyan êrîşî Herêma Kesk a Bexdayê hate kirin
Vê êvarê li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye, bi fuzeyan êrîşî Herêma Kesk hate kirin. Hate ragihandin ku fuzeyek li Balyozxaneya DYE’yê ketiye. -
Zarîf: Wê bi DYA’yê re şer çênebe
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf, diyar kir ku bi DYA’yê re şer çênabe. -
Elmanya piştî şerê sar û vir ve cara yekem ku ewqas bi çek dibe!
Elmanya ragihand di çarçovyea endamtiya NATO’yê de îsal 47 Milyar eûro ji bo amûrên leşkerî veqetandiye. Ev hejmar piştî şerê sar û vir ve Elmanya cara yekem e ku budceyek evqas ji bo mezaxtina leşkerî vediqetîne. -
Lîderê berê yê ETA’yê Josû Trenera li Fransayê hate girtin
Lîderê berê yê ETA Josû Trenera yê 16 sal in li Fransa û Spanyê lêdihate gerîn, li Fransayê hate girtin. -
Li Brezîlyayê bi sed hezaran mamoste û xwendekar daketin kolanan
Li bajarên mezin ên Brezîlyayê bi sed hezaran mamoste û xwendekar li hemberî kêmkirina budçeyên zanîngehan daketin kolanan. -
Riyadê ji êrîşa li dijî xeta petrolê, Îran berpirsyar nîşan da
Alîkarê Wezîrê Parastinê Halîd Bîn Salman ku kurê Qralê Erebîstana Siûdî ye, ji êrîşa bi droneyan a li dijî xeta petrolê Îran berpirsyar nîşan da. Hûsiyên Şîa yên Yemenî berpirsyariya êrîşê dabûn ser milê xwe. -
Li balafirgehên Belçîkayê greva surprîz
Li balafirgehên Belçîkayê, ji ber greva surprîz a kontrolkarên şîrketa Skeyesê, ragihandina hewayî rawestiya. -
NY radipirse: Tirkiyê ambargoya ser Lîbyayê binpê kir!
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir li gel ambargoyê jî çek diçine Libyayê û li ser vê fikarên xwe vegot. Rapirsekî NY'yê got Tirkiye û Qetar ambargoyê binpê dikin. -
Îranê hin sozên xwe bi rengekî fermî rawestand
Îranê hin sozên xwe yên di çarçoveya peymana nukleerê de dabû, bi rengekî fermî rawestand. -
Xwendekar daketin kolanên Cezayîrê
Xwendekarên zanîngehê di serî de li paytexta Cezayîr û gelek navendên din bi dirûşmên ‘Desthilata dizan’ û ji bo alîgirên rejîma Serokkomarê Şoreşê Abdulazîz Bûteflîkan ‘Xiyanetkar’ daketin kolanan. -
NYT: DYE plan dike ku li dijî Îranê 120 hezar leşkeran bişîne
Li gorî rojnameya New York Times (NYT), rêveberiya Washingtonê plan dike ku li dijî Îranê 120 hezar leşkerên xwe bişîne Rojhilata Navîn. -
Krîza Wenezuelayê li Kubayê xist
Ji ber krîza Wenezuelayê û ambargoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) li Kubayê zad kêm bû. -
Hûsiyan ragihandin ku wan li hedefên Siûdî xistine
Raperînerên Hûsî yên Yemenî ragihandin, wan bi droneyan li tesîsên girîng ên Erebîstana Siûdî xistine. -
NCDK a Sydneyê kongreya xwe ya salane pêk anî
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sydneyê, kongreya xwe ya salane pêk anî. Bi dehan kes tevlî kongreyê bûn û nûnerên partiyên siyasî axivîn. -
Li Efganistanê nûçegihaneke jin hate kuştin
Li Efganistanê nûçegihana navdar Mena Mangal bi êrîşeke çekdarî hate kuştin. -
Li Meksîkayê ji sê gorên komî 35 cenaze hatin derxistin
Li eyaleta Jalisco ya li rojavayê Meksîkayê, sê gorên komî hatin dîtin. 35 cenaze ji gorên komî hatin derxistin. -
Serokkomarê Îranê Rûhanî li ambargoyê mikur hat
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li encamên giran ên ambargoya DYE'yê ya li ser Îranê mikur hat. Rûhanî ambargoya Emerîkayê ya li ser Îranê, mîna şerekî ku di ''dîroka şoreşê'' de mînaka wê tine, nirxand. -
Şiîyên alîgirê Îranê gef li DYE'yê xwarin
Ji lîderên Şiî yê alîkagirê Îranê Nûrî Malikî û damezirînerê Heşdî Şebî û fermandarê Tûgayên Bedîrê Hadî Amirî tevî rageşiya di navbeyna DYE'yê û Îranê bûn. -
DYE li dijî Îranê keştiya şer şand
Rêveberiya DYE ya ku her diçe helwesta wê ya li dijî Îranê dijwartir dibe, ragahinad ku biryara şandina keştiyeke şer û fuzeyan li xwe digirin ji bo Rojhilata Navîn dane.