CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li DYE’yê êrîşa çekdarî: 12 kes mirin
Li eyaleta Vîrgînîa ya DYE’yê erkdarekî şaredariyê bi çekê herî kêm 12 kes kuştin. -
Li Bexdayê di xwepêşandana alîgirên Îranê de alaya DYE hate şewitandin
Li paytexta Iraq Bexdayê di çalakiya protestoyî ya alîgirên Îranê de, alaya DYE hate şewitandin û xwepêşandêran wêneyê Serokê DYE Donald Trûmp jî xistin bin lingan. -
Aloziya li Kendavê: Îran bi 'parçekirina herêmê' Riyad sûcdar kir
Qralê Erebîstana Siûdî bang li welatên Ereb ên li Kendavê kir ku li dijî 'çalakiyên krîmînal' ên Îranê bikevin nava liv û tevgerê. Tehranê jî bersiv da û bi 'parçekirina herêmê' Riyad sûcdar kir. -
Bolton: Delîlên li ser Îranê wê pêşkêşî KENY werin kirin
Rêveberiya DYE'yê, êrîşa li ser keştiyên bazirganiyê yên li Kendava Ûmmanê Îranê berpirsyar dibîne. Rêveberiya DYE'yê ragihand ku wê delîlên di vî warî de pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikin. -
Li gorî Pompeo Îranê bi 'sabotaj'ê xwest bihayê petrolê rake
Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ji êrîşa ser keştiyên li Kendavê Îran berpirs dît û got, armanc zêdekirina bihayê petrolê ye. -
Xwendekar ji bo wergirtina dîplomayê divê herî kêm 10 daran biçîn
Li Fîlîpînê di sedsala dawî de beşeke mezin a daristanan ji holê rabû. Bi rêya qanûnekê li xwendekaran tê ferzkirin ku daran biçînin. -
Êrîşa xwekujî ya li Kabîlê DAÎŞ’ê li xwe girt
Êrîşa xwekujî ya li ser dibistaneke leşkerî ya li rojavayê paytexta Efganistan Kabîlê DAÎŞ’ê li xwe girt. -
Li peravên Pasîfîkê alarma tsûnamiyê
Li Salvadorê piştî erdheja bi himeta 6.8'an li peravên Pasîfîkê alarma tsûnamî hate dayin. -
Li Ûkraynayê helîkoptera leşkerî ket: 4 kes mirin
Li rojavayê Ûkraynayê helîkoptereke leşkerî ket û 4 leşkerên tê de mirin. -
Li Kabûlê li dibistaneke leşkerî êrîşa xwekujî: 6 kes mirin
Li rojavayê paytexta Efganistan Kabûlê, li dibistaneke leşkerî êrîşeke xwekujî hate kirin. Ji ber êrîşê herî kêm 6 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn. -
Çînê bi 'terorîzma aborî' DYE sûcdar kir
Alîkarê Wezareta Karên Derve yê Çînê Zhang Hanhui nerazîbûn nîşanî DYE'yê da û got, destpêkirina şerê bazirganiyê 'terorîzma aborî' ye. -
DYE û Rûsya dixwazin tecrîda li ser Sûriyê rakin
Sefîrê DYE'yê yê Sûriyê got Washîngton û Moskow ji bo ku Şam ji tecrîda berdest bi çarçoweya hin şertan xilas bibe nîqaşeke ''berfireh'' dikin. -
Kevntirîn parka xwezayî ya Efrîkayê dikin qurbanê petrolê
Kevntirîn parka xwezayî ya Efrîkayê Virunga, ku li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) ye, ji ber karê lêgerîna li petrolê yê şîrketa Totalê li ber tinebûnê ye. -
DYE, Rûsya û Israîl wê li ser ewlehiya 'Rojhilata Navîn' biaxivin
Hate ragihandin rayedarên DYE, Rûsya û Israîlê Hezîranê ji bo 'pirsgirêka ewlehiyê ya Rojhilata Navîn' gotebêj bikin li Qudsê wê kom bibin. -
Li Îsraîlê krîza hikumetê: Hilbijartinên pêşwext wê bên kirin
Ji ber ku Serokwezîr Benjamîn Netanyahû di dema diyarkirî de nekarî hikumeta koalîsyonê ava bike, parlamentê biryara pêkhatina hilbijartinê da. -
YE rapora Tirkiyeyê eşkere kir: Her tişt bi paş ve diçe
Komîsyona Ewropayê rapora pêşketina Tirkiyeyê eşkere kir. Berpirsê ji Pêşveçûnê Komîser Johannes Hahn diyar kir ku tu pêşnûmeyekî wan a geşbûna têkiliyên bi Tirkiyeyê re tune. -
Parlementerê Îranê: Li hundir dijminekî ji DYE’yê mezintir heye!
Parlementerê Îranê Huseyîn Maksûdî bal kişand ser bêkarî û xizaniya di navbera dewlemend û xizanan de û hişyarî da ku ev kes wê dawiya rejîmê bînin. -
Talîban li Moskowê ne: Em li Efxanistanê aştiyê dixwazin lê..
Talîban ji aliyekî ve bi pêşengiya DYE'yê muzakereyan dikin, ji aliyê din ve jî rêveberiya Moskowê jî wan tîne gel hev. Berpirsên Talîban li Moskowê gotin ew li Efxanistanê aştiyê dixwazin. -
Dibe ku DYE perwerdekirina pîlotên Tirk bisekinîne
Hate ragihandin ku piştî Tirkiyeyê hewl da pergala parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê bistîne, DYE wê Bi çarçoveya projeya balafirên şer ên F-35’ê de perwerdekirina pîlotên Tirk bisekinîne. -
Tê payin ku serokên du saziyên Ewropayê jin bin
Piştî ku hilbijartinên ji bo Parlamenta Ewropayê 26'ê Gulanê pêk hatin, bala her kesî çû ser hilbijartina serokên saziyên Ewropayê. Bazara di vê mijarê de dest pê kir. Tê payin ku ji bo serokatiya du saziyên girîng jin bên hilbijartin. -
Li gorî Bolton sabotaja li keştiyan karê Îranê ye
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê DYE'yê John Bolton got bi îhtîmaleke zêde li pişt êrîşa li ser keştiyên li peravên Mîrektiyên Ereb yên Yekbûyî (MEY) Îran heye. -
Koalîsyona Ereb êrîşa hewayî bire ser Sanayê
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî êrîşa hewayî bire ser paytexta Yemenê Sanayê ya bi kontrola Hûsiyan. -
NY: 80 welat armancên xwe yên ji bo avhewayê zêde dikin
Neteweyên Yekbûyî ragihand, herî kêm 80 welat ji bo pêşîgirtina li germahiya global wê armancên xwe zêde bikin. -
Li civîna navendî ya Rheînmetallê çalakiya bêîtîatiya sivîl!
Di civîna şîrîkên mezintirîn şîrket çekan a Elman Rheînmetall de, ku bi rejîma Erdogan re hevkariyê dike, komeke dijberê şer çalakiya bêîtîatiya sivîl kir. -
Li Sûdanê li dijî desthilata leşkerî dest bi grevê hate kirin
Li Sûdanê ji bo hê zêdetir zextê li leşkeran bê kirin ku desthilatê radestî sivîlan bikin, banga greva giştî hate kirin.