CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Tûnûsê keştiya koçberan qelibî: Bi kêmanî 70 kes mirin
Di encama qelibîna keştiyeke ya koçberan a li peravên Tûnûsê de, bi kêmanî 70 kes mirin. -
DYE dibe ku keştiya balafiran bibe Tengava Hurmuz!
Rayedarên leşkerî yên DYE'yî ragihandin, ku hewce bike wê keştiya balafiran bişînin Tengava Hurmuz. -
Koreya Bakur vê carê fuzeya menzîl dirêj diceribîne
Piştî ceribandina fuzeyên menzîl kurt ku bi rojan e ji aliyê Koreya Bakur ve tê kirin, hate ragihandin ku wê êdî fuzeyên bi menzîla dirêj bên ceribandin. -
YE ultîmatoma Îranê red kir
Daxwaza Îranê ya ku 60 roj dem dixwest, ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ku di dosyeya nukleer ya bi Îranê de ne, hate redkirin. -
Li Efrîkaya Başûr di hilbijartinan de partiya Mandela li pêş e
Li Efrîkaya Başûr, piştî hilbijartina giştî ya roja Çarşemê, jimartina dengan dest pê kir. ANC ku ji sala 1994'an ve li desthilatdariyê ye, bi rêjeyeke bilind li pêş e. -
Li Iraqê zêdetirî 500 'biyanî'yên têkilî DAÎŞ'ê hatin mehkûmkirin
Dadgeha Bilind a Iraqê ragihand ji serê 2018'an û vir ve ji 500'î zêdetir biyanî yên têkilî DAÎŞ'ê hatin mehkûmkirin. -
Li Pakistanê êrîşên xwekuj: 10 kes mirin 24 kes birîndar bûn
Li Lahorê ya ku li rojhilatê Pakistanê ye êrîşek pêk hat. Di êrîşê de 10 kes mirin û herî kêm 24 kes birîndar bûn. -
Li Kabûlê teqîn: Herî kêm 9 kes birîndar bûn
Li navenda Kabûlê ya ku paytexta Efganistanê ye, teqîneke mezin pêk hat. Di teqînê de herî kêm 9 kes birîndar bûn. -
Peymana nukleer: Îranê hin qewlên peymanê betal kir
Rejîma Îranê hin qewlên bi peymana nukleer ku 2015'an îmze kiribû sekinand. -
Berlîn: Biryara YSK'ê ji aliyê me ve nayê fêhmkirin
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas li ser îptalkirina hilbijartina Stenbolê ya bi destê rejîma AKP'ê got, ''nayê fêhmkirin''. -
Gelo balafira li Rûsyayê ji ber birûskê kete xwarê?
Li Rûsyayê balafireke rêwiyan a şîrketa Aeroflotê dema ku xwe dianî kete xwarê. Di bûyerê de 41 kes mirin. Rêyên ku rizgar bûn gotin, balafir ji ber birûskê ketiye xwarê. -
Li Hindistanê di bahoza Faniyê de 33 kes mirin
Li Hindistanê di bahoza Faniyê de 33 kes mirin û bi sed hezaran kes bêmal man. -
Rokêtên bi ser Israîlê de, li ser Filistînê bûne bombeyên balafir
Ji şemiyê ve ji Şerîda Xazeyê 500 rokêt avêtin Israîlê. Israîlê jî bi êrîşên hewayî bersiv da. Di êrîşan de 4 Filîstînî û Israîliyek hate kuştin. -
Li Elmanyayê derziya ku li zarokan dixin dibe mecbûrî
Wezîrê Tendiristiyê Jens Spahn li Elmanya têkilî mecbûrbûna derziya ku li zarokan dixin planeke nû hazir kir û got, ''Ê ku zarokên xwe neanîne ku derziyê li zarokan bixin wê 2500 Euro cezayê pereyan li wan were birîn''. -
Li Gazzeyê di êrîşan de gelek kes mirin
Di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de ji roja Înê ve alozî giran dibe. Tê gotin, di 'êrîşên dijber' ên Îsraîlê de doh herî kêm 4 Fîlîstînî mirin. -
Qedexekirina plastîkan têra rizgarkirina okyanûsan nake
Li gorî dîrektorê EPA'yê Andrew Wheeler, qedexekirina berhemên plastîk ên ku tenê carekê tên bikaranîn, wê têrê neke ku pirsgirêka çopê ya li okyanûsan bê çareserkirin û pêşî li qirêjbûnê bigire. -
Qurbaniyên komkujiya Dersimê hatin bîranîn
Qurbaniyên komkujiya Dersimê li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn. -
Şewba Ebola didome: Bi hezaran kes mirin
Şewba Ebolayê ya ku 9 meh in li Kongoyê dewam dike, bû sedema mirina bi hezaran kesî. -
Eşîrên Efgan ji bo agirbesteke 'lezgîn û mayinde' bang kirin
Di civîna Loya Jirga (Şûra Mezin) de ku ji nûnerên eşîrên li Efganistanê pêk tê, banga 'agirbesteke lezgîn û mayinde' hate kirin. -
Sûdanî ji kolanan naçin
Li Sûdanê bi sed hezaran kes roja Pêncşemê li ber biryargeha leşkerî ya li Hartumê li hev civiyan û xwestin, rêveberî tavilê radestî sivîlan bê kirin. -
Libya dîsa bû qada şer a hêzên herêmî
Piştî hilweşîna rejîma Qedafî li Libyayê ku di nav kaosê de ye, hêzên herêmî dîsa çalak bûn. Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Misir, Siûdî, Tirkiye û hêzên navnetewî ji niha ve tevlî şer bûne. -
Ji ber bahoza Fani li Hindistanê 800 hezar kes hatin veguhastin
Ji ber bahoza Fani ya li rojhilatê Hindistanê rabû, nêzî 800 hezar kes hatin veguhastin. -
Li Floridayê mamoste wê êdî karibin bi çekê bikevin dibistanê!
Parlamenta eyaletê ya Floridayê ya DYE'yê qanûna ku destûrê dide mamosteyan ku karibin bi çekê bikevin hundirê dibistanê, pejirand. -
Li Fransa bi sed hezaran daketin qadan: Li Parîsê şer rû da
Li gelemperiya Fransayê bi sed hezarna kes li navenda bajar ji bo 1’ê Gulanê qaketin qadan. Li Parîsê bi taybet di navbera komên otonom û polîsan de şerê dijwar rûdan. -
Li Idlibê şer giran dibe
Li Idlibê ku Rûsya û Tirkiyê di nav xwe de jê re ''herêma ewle'' dibêjin û li Hemayê şer giran dibe. Balafirên Rûs gelek deveran bombe dikin û hêzên rejîmê jî herêmê didin ber topan.