CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îran bi Trûmp re perspektîfa muzakereyê nabîne
Wezareta Karê Derve ya Îranê got li ser îhtîmala lihevkirinê ya Tehranê ya bi Trûmp re ew ne ne zêde xweşbîn in û got bi DYE'yê re ''perspektîfeke ti hevdîtinê nabînin'. -
Li Efxanistanê di salekê de li dijî 192 dibistanan êrîş pêk hat
Li Efxanistanê di nava salekê de êrîşên li dijî dibistanan sê qat zêde bû. Li gorî UNICEF’ê di sala 2018’an de êrîşî 192 dibistanan hate kirin. -
Li Belçîkayê komunîst bi pêş dikevin
Li Belçîkayê 3 hilbijartin bi hev re pêk hatin. Hilbijartinên Ewropayê, yên Federalî û yên herêmê bi hev re pêk hatin. Di van hilbijartinan de komunîst, Hawirparêz û Partiyên Rastgirên Radîkal derketin pêş. -
Li girtîgehên Brezîlyayê di du rojan de 55 kes mirin
Li girtîgehên bakurê Brezîlyayê di du rojên dawîn de piraniya wan bi awayê ku werin xeniqandin, 55 girtî mirin. -
Li Tokyoyê êrîşa bi kêrê: 3 kes mirin, 16 zarok birîndar bûn
Li paytexta Japonya Tokyoyê, ji ber êrîşeke bi kêrê herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn. -
Encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamenta Ewropayê
Hilbijartinên ji bo Parlamenta Ewropayê bi dawî bûn. Li gorî encamên destpêkê, sosyal demokratan derbeke mezin xwarin. -
Li Mûsilê êrîşa bombeyî: 5 kes mirin, 8 jî birîndar bûn
Li bajarokê Rabîa yê Mûsilê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêkhat, di êrîşê de 5 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. -
Roja dawî ya hilbijartina PE'yê: Hilbijêrên 21 welatan deng didin
Hilbijartinên Parlamenta Ewropayê ku 23'ê Gulanê li Brîtanyayê û Hollandayê dest pê kirin, wê bi giranî îro pêk werin. -
Li Goteborgê tecrîd hate protestokirin
Li Goteborgê bi çalakiyekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. -
Rheinmetall a çekan ji Erdogan re hildiberîne wê bê şermezarkirin
Şîrketa herî mezin a çekan a Elmanyayê Rheinmetall ku plan dike bi rejîma Erdogan re tanka hevpar hilberîne, wê 28'ê Gulanê li Berlînê bi hîsedarên xwe re civînekê pêk bîne. Rheinmetall wê di dema vê civînê de bi rengekî girseyî bê şermezarkirin. -
Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 2 kes mirin 28 jî birîndar bûn
Li Pakistanê li paytexta eyaleta Belûcistan Qûettayê li dijî mizgeftekê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 2 kes mirin û herî kêm 28 kes jî birîndar bûn. -
Li Kabîlê di mizgeftekê de teqîn: Melayek mir, 16 kes birîndar bûn
Li paytexta Efxanistan Kabîlê li mizgeftekê de teqîn çêbû. Di teqînê de melayek mir û 16 kes jî birîndar bûn. -
Iraqê ji Îranê xwest ku li gorî peymana nukleerê bimeşe
Iraq, ya ku di navbeyna rageşiya DYE û Îranê de mayî ji Îranê xwest ku pêgirê peymana nukleerê be. -
Brexîtê Theresa May anî ber îstîfayê
Serokwezîra Ingilîz Theresa May ku ji ber polîtîkaya Brexîtê qels ketî, li ber zêdebûna zextan diyar kir ku 7'ê Hezîranê wê îstîfaya xwe bide. -
Wikipediayê, ji bo qedexeya li Tirkiyeyê serî li DMME’yê da
Ansîklopediya înternetê Wikipedia, beriya du salan li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin. Rayedarên Wikipediayê li hemberî vê biryara Tirkiyeyê serî li DMME’yê dan. -
Hilbijartinên PE'yê: Encameke surprîz li Hollandayê derkete holê
Ji bo endamên nû yên Parlamenta Ewropayê, Hollandayî roja Pêncşemê çûn ser sindoqan. Berevajî bendewariyan Partiya Karker di hilbijartinê de bi ser ket. -
Di êrîşa hewayî ya li Efganistanê de 14 sivîl mirin
Mîsyonê Efganistan ê Neteweyên Yekbûyî Manûa, ragihand ku di êrîşa hewayî de 14 welatiyên sivîl ên Efganî mirine. -
Krîza Îran û DYE'yê giran dibe, Iraq li pey tevdîran e
Krîza di navbeyna DYE û Îranê de li Tengava Hurmuz û Iraqê giran dibe, du welat daxuyaniyên hevnegir didin. -
Du keştiyên şer ên Emerîkayê li Tengava Tayvanê ye, Çîn bi hêrs e
Wezareta Parastinê ya Tayvanê diyar kir ku du keştiyên şer ên Emerîkayê hatine Tengava Tayvanê. Tê diyarkirin ku wê Pekîn ji ber vê operasyonê aciz be. -
Hilbijartinên giştî yên Hindistanê: Partiya Modî li pêş e
Di hilbijartinên Hindistanê de ku bi rengê heft qonaxan pêk hat, jimartina dengan hîn bi dawî nebûye. Lê li gorî encamên derketine holê, partiya Serokwezîr Naredra Modî li pêş e. -
Hilbijartinên PE'yê li Brîtanya û Hollandayê dest pê kirin
Ji bo hilbijartina endamên nû yên Parlamenta Ewropayê (PE) ku 28 welatan pêk tê, hilbijêr wê ji îro û pê ve dengê xwe bidin. Tê texmînkirin, di civata nû ya Parlamenta Ewropayê de wê partiyên neteweperest û nîjadperest xurt bibin. -
Theresa May Înê wê dev ji kar biqere
Li gorî rojnameya The Tîmes Serokwezîra Ingilîz Theresa May Înê wê îstîfa bike. -
DYE: Armanca me ''ne şer e, jêvegerandin e''
Wezîrê Berevaniyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Patrîck Shanan ew ne ji bo şer leşker li Rojhilata Navîn bi cih dikin, bêhtir dixwazin Îran jêvegerînin. -
Xwedekarên Cezayîrî ji bo ‘dewleteke sivîl’ daketin qadan
Paytexta Cezayîrê jî di nav de li gelek bajaran xwendekarên zanîngehê daketin qada, daxwaza dewleteke sivîl kirin. -
Îran bi ûranyûmê gefê li cîhanê dixwe!
Piştî ku Îranê diyar kir ku ew ê 60 rojan ji peymana çekên nukleer xwe vekişîne, xebatên xwe yên xurtkirina ûranyûmê 4 katan zêdetir kir.