CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Berlînê bomeyeke ji Şerê Cîhanê yê 2'an mayî, hate dîtin
Li paytexta Elmanyayê Berlînê bombeyeke Emerîkayê ya 10 kg ku ji Şerê Cîhanê yê 2'yan mayî, hate dîtin. Bombe hate bebandorkirin. -
Ruhanî: DYE ji bo herêm û cîhanê gefeke mezin e
Serok-komarê Îranê Hesen Ruhanî, diyar kir ku DYE, ji bo aramiya herêm û cîhanê ‘gefeke mezin’ e. -
Ji bo çûyîna ser heyvê dor a Hindistanê ye
Ajansa fezayê ya Hindistanê amadekariyan dike ku fuzeya Chandrayaan-2 bişîne fezayê. Tê payin ku 6'ê Îlonê xwe li Heyvê deyne. -
DYE’yê derbarê êrîşên li ser keştiyan Îran sûcdar kir
Li Kendava Omanê, roja Pênşemê li dijî 2 keştiyên petrolê êrîş pêk hatibû. Rêveberiya Washingtonê, Îran ji êrîşan berpirsyar girt û dîmenek par ve kir. -
Li Çînê ji ber lehiyê herî kêm 61 kes mirin
Li gelek herêmên navendî û başûrê Çînê ji ber lehiyê herî kêm 61 kes mirin. -
Pîrikên Plaza de Mayo neviyê xwe yê 130'emîn dîtin
Pîrikên Plaza de Mayo ku bi dehan sal in ji bo zarokên xwe yên winda têdikoşin, piştî ku neviyê wan ê 130'emîn hate dîtin daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Bi kwarka bi jehr nexweşiya tayê dikare bê astengkirin
Li gorî lêkolîneke pisporên Zanîngeha Maryland a li DYE'yê, bi rêya cureyê kwarkeke ku genetîka xwe hatiye guhertin, pêşûyên ku nexweşiya tayê belav dikin dikarin ji holê bên rakirin. -
Di êrîşa li Efganistanê de 11 kes mirin
Di êrîşa bombeyî ya li bajarê Celalabat a dikeve rojhilatê Efganistanê de bi kêmanî 11 kes mirin. -
Zarîf: Êrîşa li Kendava Omanê biguman e
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf got, di demeke wiha de ku Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê li Tehranê ye, êrîşa li Kendava Omanê ya li ser keştiyan pir biguman e. -
Hamaney, pêşniyara DYE’ê ya muzakereyê red kir
Serekê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney, di hevdîtina xwe ya serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe de, pêşniyara DYE’yê ya muzakereyê red kir. -
Zêdetirî mîlyonek kes azadiya Nesrîn Sotudeh dixwaze
Li tevahiya cîhanê, ji 200’î zêdetir welatan, ji mîlyonek zêdetir mirovan ji bo parêzera Îranî Nesrîn Sotudeh bê berdan, tevlî kampanyaya îmzeyan bûn. -
Li Kendava Omanê êrîş çû ser du keştiyên petrolê
Li Kendava Omanê li peravên Fuceyra ya bi ser Siûd ve, êrîş çû ser du keştiyên petrolê yên Norwêçê. Agir bi keştiyên petrolê ket. -
Êrîşa li balafirgehê: Riyadê hişyarî da Tehranê
Piştî êrîşa Hûsiyan a li dijî balafirgeheke li Erebîstana Siûdî, rêveberiya Riyadê hişyarî da Îranê. -
Israîlê erîşa hewayî bire ser Xazeyê
Artêşa Israîlê ragihand wan êrîşeke hewayî birine ser mewziya Hemasê ya ku li Xazeyê li ser desthilatê ye. -
Rêjeya qenaeta bi nûçeyên derewîn 86 ji sedî ye
Li gorî anketa saziya Ipsos a Kanadayî, rêjeya mirovên li gelemperiya dinyayê ji nûçeyên derewîn ên li ser medya civakî bawer dikin zêdeyî 80 ji sedî ye. -
Îran wê ji Japonya bixwaze ku navbeynkariyê bike
Rayedarên Îranî diyar kirin, ji bo ku ambargoya li ser sektora petrolê were sistkirin wê ji Japonyayê bixwazin ku navbeynkariyê bike. -
Li Hindistanê 31 zarok ji ber nexweşiya ensefalîtê mirin
Li bakurê Hindistanê ji ber nexweşiya ensefalîtê (îltîhaba mejî) di deh rojên dawîn de herî kêm 31 zarok mirin. -
Li Erebistanê êrîşî balafirgehekê hate kirin: 26 kes birîndar bûn
Li Siûdî Erebistanê êrîşî balefirgehekê hate kirin û hate diyarkirin ku 26 ‘sivîl’ birîndar bûne. -
Li Çînê lehî rabû: Herî kêm 19 kes mirin
Li başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû. Herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Sûdanê danûstandinên navbera leşker û sivîlan dest pê dikin
Piştî bêîteatiya sivîl a sê rojan a li Sûdanê di navbera leşkerên dest danîne ser desthilatdariyê û sivîlan de wê danûstandin dest pê bikin. Li gorî agahiyan Etiyopya navbeynkariyê ji hevdîtinan re dike. -
Çalakiya bêîtihatiya sivîl a li Sûdanê kete roja xwe ya 3’an
Çalakiya bêîtihatiya sivîl a ji bo protestokirina desthilata leşkerî ya li Sûdan û daxwaza rêveberiya sivîl biçe ser desthilatê, kete roja xwe ya 3’emîn. -
Li Burkîna Faso 19 kes hatin kuştin
Li Bakurê Burkîna Faso êrîşek çekdarî çû ser komuna Arbînda û bi kêmanî 19 kes hatin kuştin. -
Li peravên Yewnan 7 koçber mirin
Li peravên girava Lesvos (Midilî) ya Yewnan keştiyeke ku koçber tê de bûn noq bû û bi kêmanî 7 koçber mirin. -
10 namzet dixwazin werin şûna Theresa May
Bi îstîfaya Theresa May re ji bo serokatiya Partiya Mûhafazakar û serokwezîriyê navê gelek namzetan eşkere bû.Tê diyarkirin ku namzetê herî xurt Borîs Johnson e. -
Piştî Ebolayê vê carê jî şewba sorikê dest pê kir
Li Kongoyê piştî şewba Ebola vê carê jî şewba sorikê belav bû. Ji bo bi milyonan zarok ji nexweşiyê bên parastin kampanyayên derzîkirinê dest pê kirin.