CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îranê firokeya bê mirov a Emerîkayê anî xwarê
Zêrevanên Şoreşê yên Îranê ragihandin, wan firokeyeke hewayî ya bêmirov a sîxûrî ya DYE'yê li ser xakên Îranê anîne xwarê. -
Qeşa li Hîmalayan dihele; wê bandorê li 800 milyon mirovî bike
Tê gotin bi zêdebûna germbûna global re, qeşaya li Hîmalayan her ku diçe dihele û heke ev wiha bidome wê bandoreke rasterast li jiyana bi milyonan mirovên li Asyayê bike. -
Li Derya Spî herî kêm 20 koçber winda bûn
Tê gotin, herî kêm 20 koçberên ji Fasê berê xwe dan Spanyayê li Derya Spî xeniqîne. -
Li Bûrkîna Faso ji ber êrîşekê herî kêm 17 sivîl mirin
Li Bûrkîna Faso ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, êrîş li gundekî hate kirin û hate ragihandin, ku herî kêm 17 kes ji ber êrîşê mirin. -
Li Elmanyayê bi hezaran hawirparêz li dijî komurê ketin nava tevgerê
Li herêma Rûhr a Elmanyayê tevgerekî ne asayî ya hawirdorparêzan heye. Bi hezaran kesên dijberî komurê ji bo beşdarî xwepêşandanê bibin ketin nava tevgerê. Armanca çalakgeran dagirkirina kana madenê ye. -
Gundiyên Larzacê şîrketa dagirker dagir kirin
Li Larzacê ku li Fransayê yek ji sembola têkoşîna gel e, gundiyan li dijî projeya çewlika fotovolatîkê bi ser şîrketekê de girtin û ew dagir kirin. -
Trump dest bi kampanya ji bo hilbijartinên sala 2020'î kir
Serokê DYE'yê Donald Trump namzetiya xwe ya ji bo hilbijartinên serokatiyê yên sala 2020'î misoger kir û dest bi kampanya hilbijartinê kir. Di hedefa wî de demokrat û sosyalîzm heye. -
Sala 2018'an nêzî 71 milyon mirov koçber bûn
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand, sala 2018'an hejmara mirovên ji cih û warê xwe bûne yekemcar 70 milyon mirov derbas kiriye. -
Li Malî êrîş: Bi dehan kes mirin
Li Malî ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, êrîş li du gundan hate kirin. Hate ragihandin ku bi dehan kes hatine kuştin. -
Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê
Piştî erdheja bihêz a li bakur rojavayê Japonayê hişyariya tsûnamiyê hate dayîn. -
Li Endonezyayê ferîbot noq bû: Herî kêm 18 kes mirin
Li peravê Cava ya Endonezyayê ferîbotek noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Lîderê Hong Kongê ji gel lêborîn xwest
Lîderê Hong Kongê Carrîe Lam ji ber ku rê li ber yasaya ku bû sedema nîqaşan ji gel lêborîn xwest. -
Rûhanî: Îran naxwaze li dijî ti welatî şer bike
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir, welatê wan naxwaze li dijî ti welatî şer bike. -
DYE wê hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn
Di demekê de ku aloziya bi Îranê re zêde bûye, DYE'yê biryar da ku hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn. -
Nîvê zêdebûna nifûsa dinyayê wê li neh welatan pêk were
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, nifûsa dinyayê wê heta sala 2050'î bi 2 milyar mirovî zêde bibe. Tê gotin, zêdeyî nîvê zêdebûna nifûsê wê li neh welatan pêk were. -
Kêm maye dawî li dinyayê bê!
Tê texmînkirin ku germahiya global wê sala 2050'î jiyana li dinyayê ser û bin bike. Pispor der barê vê yekê de dibêjin, 'senaryoya herî xerab' zû ya jî dereng wê pêk were. -
Serokê berê yê Misrê Muhammed Mûrsî mir
Serokê berê yê Misrê Muhammaed Mûrsî îro li dadgeha ku dihate darizandin, li ser hişê xwe çû û mir. -
Li Nîjeryayê ji ber êrîşa Boko Haram 30 kes mirin
Li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê, ji ber êrîşa xwekujî ya çeteyên Boko Haram ku bi DAÎŞ'ê ve girêdayî ne, herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn. -
Îran wê dawiya mehê rezervên xwe yên ûranyûmê zêde bike
Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê ragihand, wê rezervên xwe yên ûranyûma dewlemenkirî dawiya mehê di çarçoveya peymana nukleerê de derxînin ser rêya hatiye diyarkirin. -
Hikumeta Bexdayê diderize
Hikumeta navendî ya Iraqê ku Cotmeha 2018'an bi serokatiya Adil Abdulmehdî ava bû, hîn saleke xwe temam nekir diderize. Lîsteya Hikme Neteweyî ya Iraqê ragihand ku ew derbasî mûxalefetê bûye. -
Hûsiyan êrîşî balafirgeha Siûdiyan kirin
Milîsên Hûsî yên Şîa yên Yemenê bi firokeyên bê mirov êrîşeke din birin ser balafirgeha Abha ya li başûrê Erebîstana Siûdî. -
Şewba ebolayê ji bo Kongoyê metirsî ye, ji bo dinyayê ne muhîm e!
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê hişyarî da ku şewba ebola ya li Komara Kongo ya Demokratîk metirsîdar e û diyar kir, "Ji bo dinyayê rewşeke lezgîn nîne." -
Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên dinyayê extiyariya nifûsê ye
Civîna Bilind a G20 wê di navbera 28-29'ê Hezîranê de li Japonyayê pêk were. Pirsgirêkên civakî û aborî yên bi extiyarbûna nifûsa dinyayê re derkevin holê wê rojeveke sereke ya civînê be. -
Di êrîşa li Mogadîşûyê de 8 kes mirin
Di teqîna li paytexta Somalî Mogadîşûyê pêk hat de 8 kes mirin, 16 kes birîndar bûn. -
DYE'yê sê mehên din Iraq ji ambargoya ser Îranê bêrî kir
Rayedarekî hikûmetê yê Iraqî got Washîngotê sê mehên din jî Iraq ji ambargoya ser Îranê bêrî kiriye û dikare enerjiyê bistîne.