CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Yemenê Hûsiyan 30 kes bi hincetea sîxurtiyê mehkûmî sêdaredanê kirin
Li Yemenê dadgehekî girêdayî Hûsiyan bi hinceta li dijî Koalîsyona Ereb ku Erebîstana Siûdî pêşengtiya wê dike, karê sîxurtî kirine 34 kes mehmûkî darvekirinê kirin. -
Li Cezayîrê xwendekar ji bo guhertina rejîmê daketin kolanan
Mamoste û xwendekarên Cezayîrî, ji bo guhertina rejîmê çalaiya Înê ya 20’an lidar xistin. -
Li Spanyayê lêhî rabû: Kesek mir
Ji ber barana zêde ya li bakurê Spanyayê lêhî rabû û kesek mir. -
Li Îranê erd hejiya: Kesek mir, bi dehan kes jî birîndar bûn
Ji ber erdheja bi pileya 5,6 a li başûrê rojavayê Îranê pêk hat, kesek mir bi hêmanî 45 kes jî birîndar bûn. -
Hikûmeta Elman daxwaza Washîngton a leşker şandinê red kir
Hikûmeta Elman daxwaza Washîngtonê ya leşker şandina ji bo Bakurê Sûriyeyê red kir. -
DYE'yê bi pêkanînên nû gef li Îranê xwar
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo, piştî daxuyaniya Îranê ya ji bo zêdekirina rêjeya ûranyûma dewlemendkirî, bi 'tecrîd û pêkanînên dijwartir' gef li Îranê xwar. -
Çîpras: Bi mûxalefeteke çalak em ê xwe ji nû ve ava bikin
Partiya çepgir a Serokwezîr Aleksîs Çîpras di hilbijartinên Yekşemê de yên li Yewnanîstanê derbeke giran xwar. Aktorên krîza aboriyê ya heyî ji nû ve bûn desthilatdar. -
Bankeya Deutsche wê 18 hezar kesî ji kar derbixe
Bankeya herî mezin a Elmanyayê Banka Deutsche di çarçoveya planên sexberî (teserûf) de biryar da ku 1 ji 5’an xebatkarên xwe ji kar derbixe. -
Li Endonezyayê hişyariya tsûnamiyê hate dayîn
Li Endonezyayê bi pileya 6.9 erd hejiya. Piştî erdheja li pervaên rojhilatê Endonezyayê hişyariya tsûnamiyê hate dayîn. -
Li Sûdanê wê Konseya Leşkerî peymanê pêk bîne
Konseya Leşkerî ya ku li Sûdanê dest danî ser rêveberiyê, soz da ku wê peymana bi tevgera gel re amade kiriye bi cih bîne û biparêze. -
Ji ber destdirêjiya li zaroka keç bi hezaran kes li Myanmarê daketin qadan
Li ser giran pêşveçûna lêpirsîna têkildarî destdirêjiya li zaroka keç a du salî ya li Myanmarê, li Rangon ê bajarê herî mezin ê welat e, bi hezaran kes daketin qadan. -
Di êrîşa obusê ya li Efganistanê de 14 kes mirin
Di êrîşa obusê ya li sûka dikeve bakurê Efganistanê de bi kêmanî 14 kes mirine, bi dehan kes jî birîndar bû. -
Li Kalîforniyayê bi pileya 7.1 erd hejiya
Şevê din saet 20:19’an li başûrê eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê bi pileya 7.1 erd hejiya. Navenda erdhejê 17 kîlometere ji bajarê Ridgecrest ku nifûsa wê 28 hezar e tê nîşandan. -
Konseya Ewlehiyê ya NY: Bila li Lîbyayê ambargoya çekan were kirin
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî êrîşa hewayî ya li dijî kampeke penabera mehkûm kir, banga agirbestê kir û bang li welatan kir ku bila çekan neşînin ji Lîbyayê re. -
Şewba Ebola: Li Kongoyê 1600 kes mirin
Ji ber şewba Ebolayê ya li Komara Kongo ya Demokratîk her diçe hejmara kesên dimirin zêde dibin. Hejmara kesên mirine 1600 kesî derbas kiriye. Şewb derbasî qadekî din bûye. -
NY'ê nerazîbûn nîşanî 'kuştinên bêdaraz' ên li Venezuelayê da
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet diyar kir, saziyên bingehîn ên hiqûqê yên li Venezuelayê têk çûne û gelek mirov bi rengekî bêdaraz hatine kuştin. -
Li Tûnisê keştî noqî binê avê bû: Zêdeyî 80 koçber winda ne
Hate ragihandin ku ji keştiya di navbera Tûnis û Lîbyayê de noqî binê avê bû, zêdeyî 80 koçber winda bûne. -
Li dijî balafirgehên Siûdî êrîş hatin kirin
Erebistana Siûdî ragihand, wan êrîşeke Hûsiyên Şîa ya bi droneyan a li dijî balafirgehekê têk birine. -
Li Sûdanê ji bo pêvajoya derbasbûnê li hev hate kirin
Li Sûdanê di hevdîtinên navbera generalên dest danîn ser desthilatdariyê û tevgera gel de, der barê saziyên ku pêvajoya derbasbûnê bi rê ve bibin li hev hate kirin. -
Hestiyên leşkerê Fînlandiyayî piştî 79 salan hatin dîtin
Leşkerê Fînlandiyyaê ku di şerê navbera Fînlandiya û Yekîtiya Sowyetan de sala 1940'î jiyana xwe ji dest da Kalle Multanen, hestiyên wî hatin dîtin. -
Pûtîn: Çeteyên li Îdlibê derbasî Lîbyayê dibin
Lîderê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, komên çete yê nçekdar ên li wîlayeta Îdlibê ya Sûriyeyê derbasî Lîbyayê dibin û rewşa Lîbyayê ji ber şer hîn bêhtir nebaş bûye. -
Li Kalîforniyayê bi pileya 6,4 erd hejiya
Li Eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê bi pileya 6,4 erd hejiya. -
Li Tunusê keştiya ku 70 koçber li nav noqî avê bû
Li peravên Tunûsê keştiya nêzî 70 koçber li nav noqî avê bû. -
Tirkiye tevî ambargoyaya NY'yê jî çekan dibe Lîbyayê!
Tevî ambargoya çekan a ku Neteweyên Yekbûyî (NY) daniye ser Lîbyayê, Tirkiye yekser çekan dibe Lîbyayê û ambargoyê bi rengekî giran binpê dike. -
Bêçekbûn: Pûtîn amade ye ku diyalogeke xurtir bi DYE re pêk bîne!
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, di mijara bêçekbûn û aramiya stratejîk de ew amade ne bi DYE'yê re diyalogeke xurtir pêk bînin.