CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Stockholmê çalakiya rûniştinê ya penaberên Efgan
Penaberên Efgan ên ku daxwaza wan a penaberiyê ji aliyê Buroya koçberan a Swêdê ve nehate qebûlkirin ji bo mafê mayin û xebatê ji wan re bê dayin, li Stockholmê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
Li Sûriyeyê li dijî xeta borûya gazê çalakiya sabotajê hate kirin
Hate ragihandin ku li navenda Sûriyeyê li dijî xeta borûya gazê çalakiya sabotajê hatiye kirin. -
Li Elmanya hê jî partiya nîjatperest geş dibe
Li sê eyaletên li rojhilata Elmanya vê payizê wê hilbijartinên krîtîk çêbibin. Di hilbijartina 1'ê Îlonê de ku wê li Brandenbûrg û Saksonya û 27'ê Cotmehê jî li eyaleta Thûrîngenê wê hilbijartin çêbibe, texmîn ew e ku AFD 20 ji 100'î yê dengan bistîne. -
Nifûsa Latîn Amerîkayê wê sala 2058'an bigihêje asta herî bilind
Li gorî raporekê nifûsa Latîn Amerîka û Karayîpê wê sala 2058'an bigihêje asta herî bilind. -
Fransa fermandariya fezayê ava dike
Serokkomarê Fransayê Emmaneul Macron diyar kir, der barê fezayê de ku bûye qadeke têkoşînê fermandariyeke leşkerî wê bê avakirin. -
Li Somaliyê di êrîşa çeteyên Şebabê de 26 kes mirin
Li Somaliyê çeteyên Şebabê oteleke ya bajarê Kîsmoyê 12 saet an dagirkirin û di şerê li otelê qewimî de herî kêm 26 kes mirin û 56 kes jî birîndar bûn. -
Kolombiya ji KENY'yê xwest ku peymana aştiyê kontrol bike
Hikûmeta Kolombiya ku peymana aştiyê ya ku 2016'an bi gerîlayên FARC'ê re hatî îmzekirin qebûl nake, ji KENY'yê xwest ku saleke dî jî peymanê kontrol bike. -
Nasrallah: Îran bi wê zerengiyê ye ku dikare Îsraîlê bombe bike
Hîzbûllah got di şerê DYE û Îranê de wê Israîl bêalî nemîne û got, Îran bi wê zerengiyê ye ku li Israîlê bixe. -
Senatorên Kongreya DYE’yê ji bo Tirkiyeyê daxwaza ambargoyê kirin
Du serokên bi bandor ên komîsyona Senatoya DYE’yê têkildarî teslîmata S-400’an nerazîbûnekî tund nîşanî Tirkiyeyê da. -
Pentagon: Di mijara S-400’an de helwesta me ne guheriye
Mark Esper ê ku bi wekalet Wezareta Parastinê ya Emerîkayê birêve dibe têkildarî girtina sîstema parastinê ya hewayê S-400 a ji bo Tirkiyeyê axivî û got helwesta Emerîka ya di vê mijarê de nehatiye guhertin. -
DYE guşar li ser Zarîf nakin: Gelo wê rêyên dîplomatîk bên vekirin?
Rêveberiya Washîngton, ragihand ku wê ti guşaran li ser Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf nakin. Ev rewş weke wê Washîngton rêyên dîplomatîk vekin tê nirxandin. -
NY: Bila keştiyên alîkariya însanî êdî neyên cezakirin
Neteweyên Yekbûyî (NY) bang kir, ku keştiyên li Derya Spî hewl didin koçberan rizgar bikin êdî neyên cezakirin. -
'Hikumet' a li Lîbyayê der barê fuzeyên Fransayê daxuyanî xwest
'Hikumeta yekîtiya neteweyî' ya li Lîbyayê, der barê fuzeyên Fransayê de ku ji yekîneyên Mareşal Haftar ên li rojhilatê Lîbyayê serdest in hatin bidestxistin, daxwaza daxuyaniyê kir. -
Li Sûdanê hewldana darbeyê
Hate ragihandin, li Sûdanê piştî ku tevgera gel û Konseya Leşkerî di mijara pêvajoya derbasbûnê de li hev kirin, hewl hate dayin ku darbe bê kirin. -
Li Atînayê di çalakiyekê de du polîs birîndar bûn
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê li dijî qereqoleke polîsan çalakiyek hate kirin. Di encamê de du polîs birîndar bûn. -
Li Nîjeryayê keştî noqî avê bû: Herî kêm 11 kes mirin
Li başûrê navenda Nîjeryayê keştiyek noqî avê bû, bi kêmanî 11 kes mirin. -
Ji ber mercên xirab ê hewayê 80 hezar kes hatin veguhestin
Li başûr û rojhilatê Çînê ji ber barana zêde ya sed salên dawî mal hilweşiyan, ziyan gihiştin zeviyên çandiniyê û nêzî 80 hezar kes hatin veguhestin. -
Koloniyên Yahûdî yên li Şerîa Rojava wê neyên rakirin!
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir, berevajî îdîayên di medyayê de tên weşandin, koloniyên li Şerîa Rojava ya dagirkirî wê mîna xwe bimînin. -
Çernobîl bi mertalê ji pola nixumî
Mertalê mezin ê ji pola ku reaktora santrala Çernobîl a li Ûkraynayê dinixumîne kete meriyetê. Mertal wê sed salan reaktorê biparêze. -
Serok Dewletê Efgan: Ji bo aşitiyê demê herî guncaw e
Serok Dewletê Efganistanê Eşref Ganî diyar kir ku ji bo aşitiyê “Demê herî baş e" û bang li Talîbanan kir ku li gel hikûmeta Efgan muzakereyan bikin. -
Li gorî Şamê di mijara Komîteya Destûra Bingehîn de pêşketin heye
Wezareta Têkiliyên Karê Derve ya Sûriyeyê ragihand ku di mijara avakirina Komîteya Destûra Bingehîn a piştî şer de ‘pêşketinên mezin’ hene. -
Trûmp: Guşarên li ser Îranê wê di demeke nêz de dijwartir bibin!
Serokê DYE’yê Donald Trûmp ragihand ku wê di demek nêzîk de guşarên li ser Îranê dijwartir bibin. -
Îran: Pêkanîn zerarê dide têkoşîna li dijî sûcên rêxistinî
Îranê îdîa kir ku pêkanînên DYE'yê zerarê dide 'têkoşîna li dijî terorîzmê û sûcên krîmînal'. -
Netanyahû gef li Îranê kir: Balafirên F-35 ên me digihêjin Îranê!
Gefên Îran û Îsraîlê yên li hev dikin dewam dikin. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû anî ziman ku balafirên wan ên F-35’an Îran jî di nav de dikare bigihêje her cihekî yê Rojhilata Navîn. -
Trûmp: Divê Îran pir baldar be
Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp, carekî din Îran hişyar kir û diyar kir ku divê ‘pir baldar’ be.