NYT: DYE plan dike ku li dijî Îranê 120 hezar leşkeran bişîne
Li gorî rojnameya New York Times (NYT), rêveberiya Washingtonê plan dike ku li dijî Îranê 120 hezar leşkerên xwe bişîne Rojhilata Navîn.
Li gorî rojnameya New York Times (NYT), rêveberiya Washingtonê plan dike ku li dijî Îranê 120 hezar leşkerên xwe bişîne Rojhilata Navîn.
Li gorî nûçeya NYT, ku agahiyên xwe ji rayedarekî rêveberiya Washingtonê wergirt û navê wî eşkere nekir, wekîlê Wezîrê Parastinê Patrick Shanahan, roja Pêncşemê di civîneke şêwirmendên bingehîn ên Trump de planek li dijî Îranê pêşkêş kir.
Rojnameyê ragihand, li gorî planê; eger Îran êrîşî hêzên Emerîkî bike, ya jî xebatên xwe yên ji bo çeka nukleerî zêde bike, divê nêzî 120 hezar leşker ji bo Rojhilata Navîn werin şandin.
NYT diyar kir, gelek plan tên lêkolîn û şandina leşkeran dibe ku hefteyan heta mehan bidome.
Qesra Spî hîn li ser mijarê daxuyaniyek nedaye. Pentagonê jî nûçe şîrove nekir.
Aloziya navbera DYE û Îranê hefteyên dawî zêde bû. Salek piştî ku DYE'yê xwe ji peymana nukleerî vekişand, Îranê jî eşkere kir ku ew hin sozên xwe yên li ser mijarê daye radiwestîne.