Khalîlzad ji bo danûstandinan çû Afganistanê

Nûnerê Taybet ê Serokê DYE'yê Donald Trûmp Zalmay Khalîlzad ji bo pêşvebirina danûstandinên bi Talîbanê re careke din çû Kabîlê.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi Talîbanê re destpêka vê mehê ji nû ve dest bi danûstandinan kir. Lê belê ji ber ku di 7'ê Kanûnê de êriş li dijî bargeheke nêzî Kabîlê hate kirin danûstandin cara duyemîn hatin rawestandin.

Beriya ji nû ve destpêkirina danûstandinan Nûnerê Taybet ê DYE'yê Zalmay Khalîzad ku divê bi rayedarên Afgan re hevdîtinê bike çû Kabîlê. Piştî hevdîtina navbera Serokkomar Eşref Ganî û Khalîlzad de berdevkê Ganî Sedîq Seddîqî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi taybetî ji êrişên Talîbanê bi fikar in.

Seddîqî her wiha destnîşan kir ku hikumet û gelên Afgan alîgirê aştiyeke mayinde ne.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYE'yê de hate ragihandin ku ji bo pêkanîna aştiya bi Talîbanê re Khalîlzad bi rayedarên Afgan re hevdîtin kiriye.

Talîban Eşref Ganî û hikumeta wî weke 'pêlîstoka DYE'yê' sûcdar dike û naxwaze yekser bi wan re hevdîtinan bike.