Li Şîliyê nerazîbûna xwendekaran

Tevgera xwendekaran hewl dide ku rêxistinên bingehîn ên di dibistan û zanîngehan de ji nû ve ava bike û sendîkayên xwendekaran, civînan û mekanên civakî yên ji bo beşdariyê xurt bike. Peywendî bi rêxistinên din ên civakî û sendîkayî re jî tên domandin.

Şîlî welatek e li nîvkada başûr, şerîteke dirêj a axê li Emerîkaya Latîn e ku di seranserê dîroka xwe de bi berxwedana gelên xwe ya li dijî desthilatdariya împaratoriyên cuda û di demên dawî de jî, bi şiyana karker û civakên bingehîn ên ji bo organîzekirin û têkoşînê hatiye naskirin. Ji van hewldanan gelek rêxistin derketin holê ku parêzvaniya doza avakirina jiyaneke azad kirin û di vegerandina mafên gelê me de bi ser ketin.

Welatê me, mîna gelek neteweyên din ên li Emerîkaya Latîn û li seranserê cîhanê, 17 salan di bin dîktatoriyeke leşkerî-sivîl de ma, ku bi rêya windakirinên bi zorê, kuştin û şopandina siyasî, modela nû-lîberal bi şewat û şûr ferz kir. Encama wê ne tenê bi qada aborî sînordar bû; wê herwiha jiyana civakî û awayê têkiliyên me bi kûrahî guherand û gelek mafên bingehîn ên welatê me (perwerdehî, xanî, tenduristî û teqawidî) kirin ên taybet.

Perwerdehî yek ji wan waran bû ku ev veguherîn şopên kûr li pey xwe hişt. Dibistan û zanîngeh veguherîn qadên ku bi berjewendiyên aborî û îdeolojîk ên ji pêdiviyên civakên perwerdehiya biyanî, dagirtî bûn. Struktureke nehevseng serdest bû, ku tê de derfetên bi hezaran xwendekaran bi hêza kirînê ya wan ve girêdayî bûn.

Îro, 36 sal piştî dawîhatina dîktatoriyê, encamên vî modelî heta îro jî berdewam dikin. Perwerdehiya Şîlî heta îro jî di bin bandora newekheviyên strukturel de ye ku rehên wan vedigerin wî modela ku di dema dîktatoriyê de hatibû ferzkirin. Dema ku bazar di polan de bi cih bû û mafê perwerdehiyê li gorî şiyana dayîna pereyan û cihê jidayikbûnê dihat pîvandin.

Lê belê, dîroka nû ya Şîlî di heman demê de çîroka nifşekê ye ku ew nîzam weke tiştekî diyarkirî qebûl nekir. Ji destpêka salên 2000’î ve, bi protestoyên di 2006 û 2011’an de gihîştin lûtkeyê, xwendekar careke din derketin kolanan, dibistanan û zanîngehan da ku li dijî pergaleke perwerdehiyê ya li ser mantiqa bazarê ava bûye derkevin. Têkoşîna ku wek daxwazên ji bo şert û mercên baştir ên xwendinê destpê kiribû, hêdî hêdî veguherî rexneyeke kûrtir a li ser modela dîktatoriyê.

Xwepêşandanên xwendekaran ên salên 2001, 2006 û 2011’ê ne tenê nîqaşa li ser mafê perwerdehiyê gur kirin, di heman demê de li Şîliyê destpêka çerxeke nû ya têkoşînên civakî ye.

Di dirêjahiya van deh salan de, tevgera xwendekaran xwe weke yek ji hêzên sereke yên rêxistina gel ava kir. Daxwazên wê ji dîwarên dibistan û zanîngehan derbas bûn û bi têkoşînên ji bo xanî, teqawidî, mafên jinan û mafên dijberan, parastina jîngehê û çarenûsiya xwe ya neteweyî ya gelê Mapuche re ketin têkiliyê.

Ev rêç di Cotmeha 2019’an de gihîşt yek ji xalên xwe yên herî girîng, dema ku xwendekarên dibistanên amadeyî li dijî bilindbûna bihayê metroyê, weke bersiv dest bi kampanyayeke berfireh a nedayîna heqdestê veguhestina giştî, kirin. Tişta ku wek protestoyeke xwendekaran destpê kiribû, zû veguherî serhildaneke gelêrî ya li seranserê welêt, ku bingeha modela siyasî û aborî ya Şîliyê xist ber pirsan. Careke din, xwendekaran şiyana xwe ya şîrovekirina nerazîbûna beşên berfireh ên civakê û veguherandina wê bo organîzasyon û seferberiya kolektîf nîşan da. Salên piştî Serhildana Gelêrî û pandemiyê bi kêmbûneke berbiçav di xwepêşandanan de hatin nîşankirin. Îzolasyon, perçebûna civakên perwerdehiyê, xirabûna pirsgirêkên tenduristiya derûnî û kampanyayeke berdewam a ji bo sûcdarkirina xwepêşandanan, astengî li pêşiya pêvajoyên rêxistinî yên ku di dîrokê de tevgera xwendekarên Şîlî diyar kirine, çêkirin.

Lê belê, sedemên ku bûn sedema seferberiyên mezin ên deh salên dawî, ji holê ranebûne. Berevajî vê yekê, krîza perwerdehiyê û xirabûna şert û mercên jiyanê her ku diçe kûrtir dibin. Rewşa heyî jî ne cuda ye. Ji destpêka îsal ve, Şîlî ji aliyê serokê rastgirê tundrew José Antonio Kast ve tê birêvebirin, ku sê meh piştî destpêkirina dema serokatiya xwe, hewl dide modela dema dîktatoriyê ji nû ve vegerîne, bi dayîna feydeyên mezintir ji karsaziyên mezin re, di heman demê de fînansmana ji bo mafên ku ji aliyê tevgerên civakî ve li ser kolanan hatine bidestxistin, kêm dike.

Rêzeyek tedbîr hatine pêşkêşkirin ku rasterast bandorê li xwendekar û malbatên wan dikin: hewldanên ji bo sînordarkirina gihîştina perwerdeya bilind a belaş, çewisandina kesên xwedî deynên xwendekariyê, kêmkirina budceya bernameyên civakî yên bingehîn û însiyatîfên nû yên ku pirsgirêkên di saziyên perwerdehiyê de bi rêya mantiqê kontrol û cezakirinê çareser dikin, ne bi xurtkirina civakên perwerdehiyê. Li hember vê rewşê, tevgera xwendekaran dest bi pêvajoyeke nû ya koordînasyon û ji nû ve birêxistinkirinê kiriye. Di çend mehên pêşîn ên îsal de, sê rojên neteweyî yên seferberiyê hatin lidarxistin, ku di anîna daxwazên xwendekaran bo nava nîqaşa giştî de bi ser ketin û yekîtiya xwendekarên amadeyî û zanîngehê çêkir. Bersiva desthilatdaran, careke din zordestî bûye. Xwepêşandan rastî zextên giran ên polîsan hatin.

Lê dîsa jî, xwendekar têkoşîna xwe didomînin. Ne tenê ji bo parastina şert û mercên xwendina xwe, ji ber ku em fêm dikin ku krîza perwerdehiyê beşek ji pirsgirêkeke berfirehtir e ku bandorê li malbatên çînê karker û karkerên li seranserê welêt dike.

BERXWEDANA GELAN Û JINAN

Dîroka Şîliyê bi têkoşînên çînên karker ji bo bidestxistina mafên xwe û çareserkirina newekheviyan hatiye nîşankirin. Di dema dîktatoriya sivîl-leşkerî de (1973–1990), modelek nû-lîberal hat ferzkirin ku civak bi kûrahî guherand û mafên bingehîn ên weke perwerdehiyê, veguherand kelûpelên xerîdarî yên di bin rêzikên bazarê de. Vê pêvajoyê sîstemeke perwerdehiyê ya nehevseng afirand, ku tê de derfet bi şertê rewşa aborî û cihê eslê mirovan ve girêdayî bûn. Li hemberî vê rastiyê, tevgera xwendekaran di dîroka dawî ya welêt de roleke bingehîn lîstiye. Ji destpêka salên 2000'î ve û bi taybetî bi hêzeke mezin di xwepêşandanên 2006 û 2011'an de, xwendekarên dibistanên amadeyî û zanîngehan xwe organîze kirin da ku li dijî modela perwerdehiyê ya dîktatoriyê derkevin û perwerdehiyeke giştî, bêpere û bi kalîteya bilind bixwazin. Daxwazên wan ji qada perwerdehiyê wêdetir bûn û pêdiviya garantîkirina mafên civakî û çareserkirina newekheviyên kûr ên li Şîliyê di nîqaşa giştî de anîn rojevê.

Di dirêjahiya van dehsalan de, tevgera xwendekaran xwe weke yek ji hêzên sereke yên organîzekirinê di nav bloka gelêrî de bi cih kir, bi têkoşînên din re ket têkiliyê û alîkarî kir ku tevgera gelêrî xurt bibe. Yek ji demên herî girîng a vê dîrokê Cotmeha 2019’an e. Ji ber bilindbûna bihayên veguhestina giştî, xwendekarên dibistanên amadeyî bi awayekî girseyî dest ji dayîna heqdestê veguhestinê berdan û ev yek bû sedema seferberiyeke neteweyî ku bingeha modela siyasî û aborî ya serdest xist ber lêpirsînê.

Sedemên ku bûn sedema seferberiyên mezin ên deh salên dawî, ji holê ranebûne. Berevajî vê yekê, krîza perwerdehiyê û xirabûna şert û mercên jiyanê her ku diçe kûrtir dibin.

Rewşa heyî jî ne cuda ye. Di bin navê 'teserûfa fîskalî û nîzamê giştî' de, polîtîkayên ku rola dewletê di garantîkirina mafên civakî yên bi xwepêşandanên girseyî hatine bidestxistin de kêm dikin, hatine pêşxistin. Di heman demê de feyde û alîkariyên ku ji bo komên mezin ên aborî tên dayîn, tên xurtkirin.

Encamên vê polîtîkayê jixwe di sîstema perwerdehiyê de tên hîskirin. Destpêka sala akademîk a 2026’an bi ragihandina kêmkirina perwerdehiya bilind a belaş hat nîşankirin. Ev polîtîkayeke ku hikûmet ji ber protestoyên mezin ên xwendekaran neçar ma jê paşde gav bavêje.

PÊVAJOYA DAWÎ

Di hefteyên dawî de, niyeta hikûmetê ya ji bo kêmkirin, ji nû ve formulekirin yan jî rakirina zêdetirî 400 bernameyên civakî yên bingehîn jî derket holê, ku gelek ji wan rasterast bi şert û mercên jiyan û xwendinê yên xwendekaran û malbatên wan ve girêdayî ne. Ev tedbîr bi kêmasiya çavkaniyên giştî tên rewakirin, di heman demê de kêmkirina bacan û teşwîqên nû ji bo şîrketên mezin tên pêşxistin.

Di warê perwerdehiyê de, hikûmetê her wiha projeyên ku pirsgirêkên hevjiyana dibistanê ji perspektîfeke li ser kontrol û ewlehiyê hûrbûyî çareser dikin, pêş xistine. Înîsiyatîfên weke yasaya bi navê 'dibistanên parastî', hewl didin bi rêya mekanîzmayên çavdêriyê û cezayên tundtir tundûtûjiyê li dibistanan çareser bikin. Lê di rastiyê de armanca wan sûcdarkirina protestoyên di nav dibistanan de ye.

Li ser vê yekê, tevgera xwendekaran dest bi pêvajoyeke nû ya ji nû ve birêxistinkirin û koordînasyonê kiriye. Di çend mehên pêşîn ên salê de, hejmarek rojên çalakiyê yên neteweyî hatin lidarxistin. Vê yekê ji nû ve avakirina kanalên koordînasyonê di navbera xwendekarên dibistanên amadeyî û zanîngehê yên ji herêmên cuda yên welêt de pêkan kir.

Tevgera xwendekaran a heyî tenê bi bersivdana tedbîrên demkurt sînordar nîne. Ew herwiha hewl dide ku rêxistinên bingehîn ên di dibistan û zanîngehan de ji nû ve ava bike, sendîkayên xwendekaran, civînan û mekanên civakî yên ji bo beşdariyê xurt bike. Di heman demê de, peywendî bi rêxistinên din ên civakî û sendîkayî re tên domandin. Tê zanîn ku pirsgirêkên di perwerdehiyê de beşek ji çarçoveyeke berfirehtir a bêewlehiyê ye ku bandorê li malbatên çîna karker û sektorên gelêrî dike.

Bersiva desthilatdaran, careke din, sûcdarkirina protestoyan e. Xwepêşandan dîsa zextên polîsan hatin. Di heman demê de gelek sektorên siyasî û medyayê hewl didin ku tevgera xwendekaran weke pirsgirêkeke nîzam û ewlehiya giştî nîşan bidin. Tevî vê yekê jî xwendekar organîzekirina xwe berdewam dikin.