Li Fransayê berxwedana li dijî reforma teqawîtiyê dewam dike

Li Fransayê, nerazîbûna gel a li dijî planên reforma teqawîtiyê du meh li pey xwe hişt. Nerazîbûn piştî bêdengiya hefteya dawî ji nû ve mezin dibe.

Li gel nerazîbûnan Serokkomar Emmanûel Macron bi israr e ku reforma teqawîtiyê betal neke. Nerazîbûna li dijî vê yekê jî dewam dike.

Li gorî polîsan doh 121 hezar kes tevlî çalakiyên li tevahiya welêt bûn. Hate ragihandin ku 15 hezar ji wan li Parîsê tevlî çalakiyan bûn.

Li gorî sendîkayan jî, tenê li paytexta Parîsê doh 130 hezar kes li hev kom bûn.

Polîsan her wiha diyar kirin ku tevlîbûna li çalakiyan li gorî hefteyek berê bi 10 ji sedî zêde bûye. Di çarçoveya çalakiyan de ku ji 5'ê Kanûnê ve dewam dikin, di serî de şîrketa rêyên hesinî SNCF, li sektora veguhastina giştî grev dewam dike.