ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
4’ê Nîsanê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi coşeke mezin hate pîrozkirin
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navend û bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê gel li hev civiyan û dar çandin. -
Dayîka Barînê: Tiştên ku hate serê keça min ez ê tu carî ji bîr nekim
Radyoyeke Fransayê ya bi navê ‘Franceînfo’ bi dayîka Barînê re hevdîtinek çêkir. Şervana YPJ’ê Barîn di berxwedana Efrînê de bi awayekî hovane hatibû qetilkirin û êşkence li cenazeyê wê hatibû kirin. -
Heyeta Partiya Karker a Îngilîz serdana Rojava kir
Heyetek ji Partiya Karker a Îngilîz serdana bajarê Qamişloyê kir û bi rayedarên saziyên Federasyona Bakurê Sûriyeyê re rûnişt. -
Artêşa Tirk êrîşî benda kontrolê ya li Dêrikê kir
Hêzên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker êrîşî nuqteya kontrolê ya Asayîşê kir ku li ser rêya Sêmalka ye. Şervanên YPG'ê dest li rewşê werdan û 2 leşkerên Tirk kuştin. -
4'ê Nîsanê li Kampa Berxwedan hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kampa Berxwedanê ya li Şehbayê ku Efrînî lê dimînin ji hêla bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin. -
Bi derfetên kêm xizmeta tenduristiyê didin sed hezaran kesî
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bê navber didomin. Heyva Sor a Kurd ku ji gelek aliyan ve xizmetê dide gelê sivîl, niha li herêma Şehbayê bi derfetên kêm xizmeta tenduristiyê dide zêdeyî 170 hezar mirovên ji Efrînê. -
Minbicî: Erdogan çi ji me dixwaze, çima nahêle alozî biqede?
Welatiyên Minbicê ku piştî şer û êşên giran bi dilrehetî li bajarê xwe dijîn û xwe bi xwe bi rê ve dibin, li ber gefên dewleta Tirk radibin. -
'Em ji Minbicê ne, me rizgar kir, em ê biparêzin'
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil bi bîr xist ku dagirkeriya DAÎŞ'ê ne xema dewleta Tirk bû û got, "Em ji Minbicê ne. Piştî ku me bajarê xwe rizgar kir em li cih û warê xwe vegeriyan. Em ê bajarê xwe biparêzin." -
Êzidiyên Efrînê: Mîna li Şengalê xwestin fermanê li me jî rakin
Heta niha 73 ferman li Êzidiyan rabûne, ku piraniya wan ji aliyê dewleta Osmanî ve hatine rakirin. Êzidî vê carê jî li Efrînê bû hedefa êrîşên dewleta Tirk. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hemed spartin axê
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hesen Hemed ku dema bi erka xwe radibû şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê spartin axê. -
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê bang li gelê Sûriyeyê kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê bang li gelê Sûriyê, koçberên Xûtayê û herêmên din ên Sûriyê kir ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker ên avakirina paytexteke nû ji DAIŞʹê re, hişyar bin û neyên xapandin. -
YPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Hesekê û Dêra Zorê şehîd bûn eşkere kir. -
YPG: Operasyona artêşa Tirk a dagirker negihişt armanca xwe
YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’ê Nîsanê de li Raco û sêgoşeya Bilbilê, Şera û Mabetayê operasyonek li dar xistiye û ev operasyon negihiştiye armanca xwe. -
Gelên Minbicê: Dewleta Tirk jî mîna DAÎŞ'ê ye, em wan jî naxwazin
Gelên Minbicê piştî ku ji zilma DAÎŞ'ê rizgar bûn, dest bi çêkirina şehîdgehan kir. Gelên Minbicê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan û gotin, "Dewleta Tirk jî mîna DAÎŞ'ê ye, em wan jî naxwazin." -
Li Qamişlo û Kobanê cenazeyê 3 şervanên YPG’ê spartin axê
Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Silmiyê û Rizgar Amed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê. Welatiyên Kobanê jî cenazeyê şervanê YPG’ê Riyad Coban bi merasîmekê spartin axê. -
Li Reqayê ji ber êrîşekê 17 kes birîndar bûn
Li Reqayê, duh bi şev saet 22'an du kesên ku li motorsîkletê siwar bûbûn êrîşeke bombeyî kirin. Ji ber êrîşê 17 kes birîndar bûn. -
'Bila Şehba weke herêma ewle bê ragihandin'
Rêveberiyên Efrînê û Şehbayê ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku li dijî gefên dewleta Tirk, Şehbayê weke 'herêma ewle' ragihîne. -
Li Efrînê wesayiteke artêşa dagirker hate rûxandin
Şervanên YPG/YPJ'ê danê êvarê li navenda Efrînê wesayiteke artêşa Tirk a dagirker rûxandin. Hemû leşkerên di wesayitê de hatin kuştin. -
Cenazeyê şehîd Azad bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê Şervanê QSD’ê Ednan Ehmed (Azad) ê ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye, ji aliyê sedan şêniyên bajarê Reqayê ve bi merasîmekê ve hate veşartin. -
Li Şerayê li çeteyan hate xistin: 7 çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê li Şerayê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ya çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 7 çete hatin kuştin. -
Alîkarîyên ji bo Efrînê hatibû komkirin, gihişt Efrîniyan
Alîkariya gelê herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo welatiyên Efrînê gihişt Şehbayê. -
Hêzên Asayîşê nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê nasnameya 6 endamên Asayîşê eşkere kir yên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn. -
Yên ji Gûtayê hatin tehliyekirin, li Efrînê bi cih dikin!
Bi navbenykariya Tirkiyeyê komên selefî, çete û malbatên çeteyan yên ji Gûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin, li Efrînê bi cih dikin. -
Li ser dîwarên li Efrînê nivîsa ‘DAIŞ li vir e’ hate nivîsin!
Li Efrînê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, çeteyên DAÎŞ’ê lê hene. -
‘Heta ku em dagirkeriyê bi dawî bikin em ê têbikoşin’
Dr. Şêx Osman li ser dagirkireriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û qonaxa duyemîn a Berxwedanê axivî û got, ‘’Heta ku dijmin li Efrînê be em ê wan rehet nehêlin. Heta ku em dawî li dagirkeriyê bînin em ê têbikoşin.’’