ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG li navenda Efrînê xist: Gelek dagirker hatin kuştin
Di çalakiya şervanên YPG/YPJ’ê de, ya li navenda Efrînê, hate gotin gelek dagirker hatin kuştin. -
TEV-DEM: Li Efrînê metoda berxwedanê guherî, em ê bi ser bikevin
TEV-DEM’ê diyar kir ku li Efrînê berxwedan bi awa û tarzekî cuda didome û ew ê bi ser bikevin. TEV-DEM’ê bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze demografiya herêmê jî biguherîne. -
Şervana YPJ’ê Ahîn Mehmûd ku hatibû gotin ‘şehîd bûye’, dijî
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê beriya niha ragihandibû ku Arîn Mîrkan (Ahîm Mahmûd) şehîd bûye, bi daxuyaniyeke diyar kir ku Mahmûd dijî. -
Şervana YPJ'ê ya ji Arjantînê Dr. Lêgerîn li Hesekê şehîd bû
YPJ'ê nasnameya şervana xwe Alina Sanchez (Lêgerîn Çiya) a ji Arjantînê ku li Hesekê şehîd bû eşkere kir û got, "Mîna navê xwe bû lêgerînera mirovên azad û ji Arjantînê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê." -
Efrînî hewl didin li Şehbayê jiyaneke nû ava bikin
Efrîniyên ku piştî êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete neçar man koçî herêma Şehbayê bikin, hewl didin birînên xwe bipêçin. -
Ji Enfalê heta Ewropayê, ji Ewropa heta Efrînê banga doktora Kurd
Dr. Dilgeş Kerkûkî ya ji Başûrê Kurdistanê, ku piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi dilxwazî ji Ewropayê hate Efrînê got, "Weke Kurdeke ku Enfal dîtiye, hewl didim li vê derê xizmetê ji gelê xwe re bikim." -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Beradê yê dîrokî bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker gundê Beradê yê dîrokî yê Şêrewa bomberdûman dike. -
Şervanên YPG’ê li Efrînê li dagirkeran da
Li navçeya Bilbilê ya Efrînê şervanan wesayîteke artêşa Tirk a dagirker teqandin. Dîmenên çalakiyê hate weşandin. -
Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê gel berê xwe da qadên Newrozê
Li gelek bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi hezaran kes hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. -
Di çalakiya li gundê Kîmarê yê Şêrawa de: 5 dagirker hatin kuştin
Navneda Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efîrnê de li dijî wesayîteke tije cebilxane ya artêşa Tirk û çeteyê wê çalakiyek lidar xistine. Di çalakiyê de 5 leşker û çete hatine kuştin. -
Cenazeyên 10 şervanên YPG/YPJ’ê bi merasîmeke haybet ve hatin veşartin
Cenzayê 10 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku li Efrînê şehîd bibûn bi tevlîbûna sedna kesî bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin. Di merasîmê de Hevseroka TEV DEM’ê Asya Abdulla axivî û diyar kir ku heta li Efrînê dagirkerî hebe, berxwedan jî wê hebe. -
YPG: Li Şêrewa 5 leşker hatin kuştin
Çavkaniyên YPG’ê diyarkirin ku li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê wesayîteke tije cebilxane teqiyaye û 5 dagirker hatine kuştin. -
Gelên Bakurê Sûriyeyê ji bo Efrînê daketin qadên Newrozê
Li Bakurê Sûriyeyê, gel li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û agirê Newrozê dadan. -
Peyama YPJ'ê ya ji bo Newrozê: Em agir gur bikin!
YPJ'ê Newroz pîroz kir û got, "Bi pêşengiya jinê em ê bi hêza yekîtiya gelan dagirkeriya Erdoğan têk bibin." -
Gelê Efrînê û Şehbayê diherike qada Newrozê
Bi hezaran kesên ji Efrînê koç kirin, Newrozê li Şehbayê pêşwazî dikin. -
Bomberdûmana li ser gundên Şêrawa didome: Şehîd hene
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran êrîşê dibe ser gundên Kimarê û Beradê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê. Tê, ji ber êrîşê şehîd û birîndar hene. -
'Em dixwazin bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî vegerin Efrînê'
Efrîniyên ku piştî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe koç bikin, dibêjin ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî dixwazin li cih û warê xwe vegerin. -
Berdevkê YPG'ê: Erdoğan bi fîdyeya cîhana Rojava êrîş dike
Berdevkê YPG'ê: Sûltanê terorê Erdoğan bi rêya Elmanyayê fîdyeyê ji alema Xiristiyan digire û bi vî rengî êrîş dike û belav dibe. Cîhana rojava jî qels e, bê vîsyon e, jê sûdê werdigire û çavê xwe jê re digire. -
Gelê Tebqayê cenazeyên şehîd Cedî, Ewad û Nindî veşartin
Cenazeyên Şervanê QSD’ê Ehmed Cedî, şervanê YPG’ê Beşar Ewad û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Cewherî Mueyed Nindî bi merasîmekê li Tebqayê hatin veşartin. -
Dizî û talankirina artêşa Tirk û çeteyê wê dewam dike
Welatiyên Efrînê destnîşan kirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê dizî û talankirina mal û milkên welatiyan dewam dike. Her wiha welatiyan bibîr xist ku bi darê zorê û çekan jin tên kuştin û zêrên zêrên wan tên dizîn. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên Kobanê dikin
Leşkerên Tirk ên dagirker di saetên şevê de êrîşî gundên Sîftekê û Ziravê yên Kobanê kirin. -
Gel ji pîrozkirina Newroz Qendîlê re amade ye
Amadekariyê pîrozkirina Cejna Newrozê ya li Qendîlê qediya. Ji her gelek bajarên Başûrê Kurdistan û deverên din gel berê xwe dane Qendîlê. -
Ji bo Efrîniyan li Şehbayê kamp tê çêkirin
Ji bo Efrîniyên ku ji ber sedema komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ku Efrînê terk bikin, li herêma Şehba amadekariyên kampê tê kirin. -
Greva birçîbûnê ya li Sêwdê di roja 2’an de ye
Greva birçîbûnê ya ku Kurdistanî û dostên wan ku roja Duşemê li pêşiya Parlementoya Swêdê dabûn destpêkirin, di roja 2’emîn de bi coş û kelecan dewam dike. -
Li Efrînê 74 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê li gelek herêmên Efrînê li dijî leşker û çeteyên Tirk çalakî lidarxist. Di encama çalakiyan de 74 leşker û çteyên Tirk hatin kuştin bi dehan çete û leşker jî birîndar bûn.