ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Hesekê cenazeyê şehîdê Berxwedana Serdemê Emar hate veşartin
Welatiyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Mehemed El Siûd (Emar) ê li navçeya Şedadê şehîd bibû, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar veşartin. Her wiha di merasîmê de şervanê YPG’ê Hesen Nebîko (Hesen Bêrîtan) jî hate bîranîn. -
Li Babê çeteyên Erdoğan bi hev dikevin
Li herêma Babê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye di navbera çeteyên Ahrar El Şarqiya û Firqat el Hamza de şer rû dide. -
Heyva Sor a Kurdistan: Em ê hemû derfetên xwe ji bo Efrînê seferber bikin
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku ji bo gelên Efrînê bi tenê nemînin û pêdiviyên wan di asta herî baş de werin bicihanîn, wê hemû derfetên xwe seferber bikin. -
Meclîsa tendirustiyê ya Efrîn û Şehbayê banga alîkariya dermanan kir
Meclîsa Tendirustiyê ya Efrînê û ya Şehbayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku li herêma Şehbayê bi sed hezaran kes ji xizmetên tendirustiyê û dermanan bêpar mane û banga alîkarî û hevgirtinê kirin. -
Efrîniyên ku koçî Şehbayê kirine bi hêvî ne
Efrîniyên ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ji warê xwe koç kirine, herçiqas li Şehbayê di nav şertên giran de dijîn jî dibêjin “Me ji bo vê axê gelek şehîd dan, hêja ye ku em ji bo axa xwe li ber xwe bidin.” -
Şehîdê Efrînê Qehreman Cûdî hate bibîranîn
Li Girkê Legê Qehreman Cûdî (Remedan Biço) ku 11’ê Adarê di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn. -
Ji bo penaberên Efrînê derman hate şandin
Piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê Efrînî derbasî herêma Şehbayê bûbûn û alîkariya destpêkê ya dermanan gihişt Efrîniyan. -
Li Dêra Zorê ji bo Efrînê kampanya hevgirtinê dest pê kir
Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê ji bo Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk neçar man ku koç bikin, dest bi kampanya hevgirtinê kir. -
Duh Kobanê, îro jî Efrîn
"Kobanê jî hat wêrankirin û me gelek Egîd û qehreman jî tê de dan. Lê di dawiya dawî de Kobanê bi ser ket. Efrîn jî wê bi ser bikeve û dagirker jî çiqas emrê wan dirêj be wê biçin." -
Gelên cîhan ji bo Efrînê daketin qadan
Bi wesîleya 24’ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê li gelek welatan meş û mîtîng hatin lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn. -
Li navenda Efrînê çalakî: 19 çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ'ê li Sîna nêzî Qada Kawa ya li navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 19 çete hatin kuştin, 4 wesayît hatin rûxandin. -
Gelê Efrîn û Şehbayê 5 şehîdên Berxwedana Serdemê spartin axê
Gelê Kantonên Efrîn û Şehbayê cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Serdemê yên ku li dijî faşîzma Tirk gihîştin şehîd bibûn, bi merasîmekê spartin axê. Her wiha nasnameya 2 şehîdên din hate eşkerekirin. -
Yusif: Em ê hişmendiya talanker ji Efrînê derxînin!
Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye Hediye Yusif wiha got; “Gel ji YPG û YPJ’ê bawer dike. Em ê li dijî hişmendiya talanker û desthiltdariya zilam Efrînê bistînin” -
Li Şehbayê Efrînî bajarên çadirî ava dikin
Efrîniyên ku piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê El Qaîde, DAÎŞ û Nusra çûne Kantona Şebhbayê li herêmê bajarên çadirî ava dikin. -
Gelê Serêkaniyê cenazeyên Çekdar û Xelîl spartin axê
Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyên şervanê QSDʹê Çekdar yê ku di 17ʹê Adarê de li berxwedana Efrînê û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xelîl Îsmayîl yê li bajarê Dêre Zorê şehîd bibûn li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê spartin axê. -
Li Şerawa YPG’ê çalakî lidar xist: 6 dagirker hate kuştin
Şervanên YPG’ê û YPJ’ê li gundê Kimare yê navçeya Şerawa ya Efrînê hêzên dagirker kir hedef, di encamê de herî kêm 6 hêzên dagirker hatin kuştin. -
Nasnameya 6 şervanên YPG’ê yên li Efrînê şehîd bibûn hatin eşkerekirin
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê nasnameya 6 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Efrînê de şehîd bibûn eşkere kir. Di nava van şehîdan de Fermandarê berxwedanê Qehreman Bilbilê jî heye. -
Li Mabetayê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn
Li navçeya Mabeta ya Efrînê, hêzên YPG/YPJ'ê li leşker û çeteyên Tirk xistin. Di encamê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. -
Efrîniyên li Şehbayê: Em ê teqez vegerin Efrînê
Bi sed hezaran Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji neçarî koçî herêma Şehbayê kirin, xwe ji bo roja vegera li cih û warên xwe bi rêxistin dikin. -
YPG'ê li gundê Kefercenê lê da: 3 çete hatin kuştin
Li gundê Kefercenê yê navçeya Şera ya Efrînê, wesayiteke leşker û çeteyên Tirk ên dagirker hate teqandin. 3 çete jî hatin kuştin. -
Qesra Spî: Divê hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Qesra Spî ya têkildarî hevdîtina Serokê DYA ya li gel Erdogan re hate dayîn, hate diyarkirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewldanên wan dewam dikin. -
Economist bazara Tirkiye ya koçberan a li ser Efrînê nivîsand
Li gorî nirxandina Kovara The Economist a heftane li Îngiltere weşanê dike, bal kişand ku Tirkiye piştî Efrînê û şûnde daxwaz dike ku herêmên din ên Rojava dagir bike. -
Li Gutayê bi hezaran sivîl û 'çekdar' hatin veguhestin
Ji ber operasyona hêzên rejîma Sûriye a li Rojhilatê Guta dewam dike, veguhestina bi sedan çekdarên ku piraniya xwe ji komên radîkal ên Îslamî pêk tê û bi hezaran sivîl berdewam dike. -
Bi merasîmeke heybet cenazeyê Delîla Qamişlo hate veşartin
Bi tevlîbûna hezaran welatiyên Qamoşlo cenazeyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Delîla Qamişlo ya di encama qezaya trafîkê de şehîd bibû, bi marasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin. -
Li Efrînê herî kêm 18 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin
Di çalakiyên şervanên YPG/YPJ’ê yên li Efrînê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wê lidar xistî de herî kêm 18 dagirker hatine kuştin.