ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG’ê li Şera li dagirkeran xist: 30 çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê li navçeya Şera ya Efrînê li dijî hêzên dagirker çalakî li dar xist. Di çalakiya şervanan de herî kêm 30 leşker û çete hatin kuştin. -
Li Bilbilê çalakî: 4 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn
Şervanên YPG/YPJ’ê li Bilbilê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anî. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. -
Cenazeyê 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê
Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyê 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê bi merasîmeke bi heybet li navçeya Ehrezê spartin axê. Di merasîmê de nasnameya 11 şervanan jî hate eşkere kirin. -
Li Parlamentoya Belçîka rûniştina 'Efrînê'
Platforma Hevgirtinê ya bi Efrînê re ya Belçîkayê ji hêla Partiya Demokrat a Xiristiyan ve hate vexwendin û bi wekîlên Meclîsa Federal a Belçîkayê re rûnişt. -
YPG’ê nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kir. -
Rêveberiya Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir: Bi erka xwe rabe
Rêveberiya Xweser a Efrînê û Rêveberiya Kampa Berxwedanê, ji bo vegera gelê Efrînê ku ji ber zilma dewlet û çeteyên Tirk ji Efrînê derket, bang li Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî kirin. -
Gelê Efrînê heyeta Rûsyayê qewirand
Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar ma koçî Şehbayê bike, heyeta ji rayedarên Rûs a ku ji bo 'alîkariyê' hatibû kampê, qewirand. -
'Zarokên min wê bi rûmetdarî mezin bibin û tola bavê xwe hilînin'
Doha hevsera endamekî asayîşa Efrînê ye ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû. Dibêje: "Min soz da hevserê xwe. Ez ê zarokên xwe bi rûmetdarî mezin bikim û wê tola bavê xwe hilînin." -
‘Fransa wê li dijî dagirkirina Minbicê leşkeran bişîne’
Fransa ragihand ku wê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirkirinê wê leşkeran bişîne bajarê Minbic ê Rojava. -
YPG: Yek jê çawîşê pispor 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiyên roja Çarşem û Pênçşemê lidar xistin de, 1 jê çawîşê pispor 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. Diyar kir ku li Efrînê çeteyên ku li ser malên dizî li hev nekirin li hev ketine. -
Koçberên Efrînî xwestin ku Şehba bibe 'herêma ewle'
Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûne, tevî şert û mercên giran ên li herêma Şehbayê û gefên dewleta Tirk jî naxwazin axa xwe biterikînin. Efrînî dixwazin Şehba weke herêma ewle bê ragihandin. -
Li Racoyê çalakî: 2 jê serçete 7 çete hatin kuştin
Li gundê Diqê ya Racoyê şervanên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 7 çete hatin kuştin. -
Ji nava kavilên Reqayê Partiya Sûriyeya Paşerojê ava bû
Partiya Sûriyeya Paşerojê ku hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê di nava xwe de vedihewîne, hem dixwaze aloziya li Sûriyeyê çareser bike, hem jî bibe temsîlê civaka Sûriyeyê li tevahiya cîhanê. -
Li Efrînê 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin
YPG/YPJ’ê li ser rêya Cindirês-Efrînê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û bi kêmanî 6 leşker jî birîndar bûn. -
Leşkerên Tirk berê êşkence lê kir piştre jî gule lê reşand!
Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Bakur û Rojava berê êşkence bi ciwanê bi navê Abdulfetah Fehmî ê ji Qamişlo kir. Leşkeran piştre jî Fehmî kêr kirin û gule li wî barand. -
YPG'ê nasnameya 6 şehîdên Efrînê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe yên li Efrînê di berxwedana dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûn eşkere kir. -
Roj bi roj, komkujiyên ku rejîma Erdogan li Efrînê kiriye
Ji 20'ê Çileyê ve di êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de li Efrînê zêdeyî 300 sivîl hatin kuştin, hezar 200 sivîl jî birîndar bûn. Piraniya wan jin û zarok in. -
16 leşker û çeteyên Tirk li Efrînê hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ'ê li navenda Efrînê li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin. Herî kêm 16 leşker û çete hatin kuştin. -
ANF li Til Rifatê ye: Artêşa Tirk û çeteyên wê lê xuya nakin
Derket holê ku nûçeyên medyaya Tirk û Rudaw TV a ku têkildarî ketina artêşa Tirk a Serokkomarê Tirk û komên çeteyên girêdayî wê ya Til Rifat a girêdayî Şehba ya Rojava derew in. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Berzan spartin axê
Li navçeya Tirbespiyê bi tevlîbûna sedan welatiyan ve cenazeyê şervanê YPG’ê Dara Berzan (Xalid Tirbespiyê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr spartin axê. -
YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Yûsiv: Li Efrînê avaniya demografik tê guhartin, qirkirin heye
Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsiv got dewleta Tirk li gel çeteyên ku li Efrînê bi cih kirin qirkeriya etnik dike. -
Bi sed hezaran Efrînî di şertên dijwar de li ber xwe didin
Beşeke biçûk a Efrîniyên ku ji neçarî koçî herêma Şehbayê kiribûn, di konan de bi cih bûn. -
Li Efrînê teqîn: Gelek leşker mirin û birîndar bûn
Li navenda Efrînê duh teqînek pêk hat û hate diyarkirin ku ji ber vê teqînê gelek leşkerên mirî û birîndar hene. -
QSD’ê li Reqayê yekemîn Alaya Leşkerî ava kir
Li Reqayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yekemîn Alaya Leşkerî ya bi navê Îlan Kobanê ku ji 2 tugayên leşkerî pêk tê ava kir.