ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şopên êşkenceya li welatiyên Efrînê tê kirin!
Dîmenên êşkenceya çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ya li welatiyê Efrînê yê bi navê Alî Îbrahî kirin derketin holê. -
Komên çekdar ên li kampa Yarmûkê teslîmî rejîmê bûn
Komên çekdar ên li kampa penaberan a Yarmûkê ya li nêzî paytexta Sûriye Şamê, ku Fîlîstînî lê dimînin, piştî bomberdûmana rejîmê teslîmiyet qebûl kirin. -
Çete ji Ezazê Til Rifat bombe dike
Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, ji aliyê Ezazê ve bi hewanan Til Rifat bombe dike. -
Li Minbicê tugaya leşkerî ya duyemîn hate avakirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, tugaya leşkerî ya duyemîn a bi navê Şehîd Ebdo Doşka ava kir. 250 şervan di tugayê de cih digirin. -
Li Şehbayê tendirustiya Efrîniyan di bin xetereyê de ye
Gelê Efrînê ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ji neçarî koçî Şehbayê kiribûn û li vê derê tendirustiya wan di bin xetereyê de ye. Zarok jî nav de gelek kesan ji şertên xerab jiyana xwe ji dest dan. -
Çeteyên ji Xota û Dûmayê hatin derxistin li Efrînê tên bicihkirin
Ji bo komên çete yên ji Xota û Dûma hatin derxistin, AFAD'ê li Efrînê kampek çêkir. Ajansa Mezopotamyayê dîmenê kampa ji bo çeteyan hatiye çêkirin kişand. -
10. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê dewam dike
10. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê dewam dike. Derhênerê navdar Ken Loach peyamek ji festîvalê re şand û festîval silav kir. -
Artêşa Tirk li ser sînorê Rojava ciwanekî din qetil kir
Artêşa Tirk a dagirker ciwanekî ji bajarê Reqayê yê ku dema dixwest ji bo kar derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînor qetil kir û cenazeyê wî avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Hesekê spartin axê
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Kujerê Omer Elûş ê girêdayî MÎT’ê hat girtin
Hêzên Ewlehiyê, kujerê Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Omer Elûş girt ê ku hatibû îspatkirin ji bo kuştinê MÎT’ê ferman daye. -
Êzidiyên li Efrînê bi soza berxwedanê Çarşema Sor pîroz kirin
Êzidiyên li Efrînê li kampa Berxwedan daxuyaniyek dan çapemeniyê û cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidiyan soza berxwedan û azadiyê dan. -
Berxwedana li Şehbayê di nava zor û zehmetiyan de dewam dike
Bi sed hezaran Efrîniyên koçî Şehbayê kirine û di rewşeke zehmet de li kampan dijîn, ji bo vegera li cih û warên xwe bang li Neteweyên Yekbûyî dikin. -
Heyva Sor a Kurd ji bo Efrîniyan banga alîkariyê kir
Li Şehbayê ku bi sed hezaran Efrîniyên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçî wê derê kirine, bi germbûna dinyayê re gelek nexweşî der bûn. Heyva Sor a Kurd diyar kir ku dermanên li Şebhayê kêm bûne û banga alîkariyê kir. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Aras Hesekê spartin axê
Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG`ê Aras Hesekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê spartin axê. -
Şêniyên Efrînê: Saziyên alîkariyê yên navneteweyî alî me nakin
Piştî ku dewleta Tirk dest bi êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê kir, zêdeyî 170 hezar Efrîniyan koçî Şehbayê kirin. Efrîniyên li Şehbayê gotin, heta niha saziyeke alîkariyê ya navneteweyî alî wan nekiriye. -
Tevlîbûna nava refên QSD’ê didome
Dewreya perwerdehiyê ya 71 şervanan li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Mitan ya li navçeya Til Berek, bi merasîmekê bi dawî bû. -
YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Li Reqayê teqîn: Zarokek mir, 15 kes birîndar bûn
Di encama teqîneke li bajarê Reqa yê Bakurê Sûriyeyê de zarokek keç a 7 salî jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn. -
Tirkiyeyê sûcekî din ê şer kir: Ava çemê Firatê birrî!
Dewleta Tirk ku li Bakurê Sûriyeyê dagirkerî û gelek komkujî kir, niha jî avê weke çekek şer bi kar tîne. Ji ber ku ava çemê Firatê birrî, şêniyên Tebqayê tengav bûne. -
Dewleta Tirk li Efrînê mirovan direvîne û êşkenceyê dike
Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe li Efrînê êşkenceyê dikin, mirovan direvînin û dikujin. -
Dewleta Tirk sînorê Rojava ji xwe re kiriye qada êşkenceyê
Hêzên Tirk ên dagirker, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê êşkence li kesekî din kir. -
Gelê Hesekê dagirkeriya dewleta Tirk û tecrîd şermezar kir
Şêniyên Hesekê ji bo piştgiriyê bidn Berxwedana Serdemê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin meşiyan. -
Êrîşa çeteyan a li ser Minbicê hate şikandin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana êrîşê ya çeteyan şikandin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Zuhat Kobanê hate veşartin
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Zuhat Kobanê bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dicle hate veşartin. -
Cenazeyê şervanên QSD’ê Ewed û Şuca spartin axê
Welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Ewed El-Ekîl (Ewed) û Şuca Ehmed El-Rewilî (Şuca) bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Tebqayê spartin axê.