ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Pêngava Bagera Cizîrê ji nû ve dest pê kir
Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku girêdayî QSD'ê ye, qonaxa temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê ragihand. Fermandariyê diyar kir ku ew ê bi vê pêngavê deverên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de mane bi temamî rizgar bikin. -
Aloziya li Dêra Zorê didome, QSD wê daxuyaniyê bide
Hêzên rejîma Sûriyeyê careke din êrîş birin ser çeperên şervanên QSD'ê yên li Dêra Zorê. Tê payin ku QSD li ser rewşa li Dêra Zorê îro daxuyaniyekê bide. -
Rapora li ser sûcên şer ên li Efrînê hatine kirin
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), rapora li ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kiriye bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Reqa spartin axê
Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Reqa bi merasîmekê spartin axê. -
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bang li saziyên navneteweyî kir
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji ber dagirkeriya li ser Efrînê bi daxuyaniyekê berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û Koalîsyona Navdewletî bi bîr xist. -
Xwepêşandana li dijî dagirkeriyê bi dawî bû
Meşa bi tevlîbûna sedan welatiyên Efrînê û Kantona Şehba ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hewldanê wê yê ji bo guhertina demografiyê dabûn destpêkirin bi peyamên vegera Efrînê û berxwedanê bi dawî bû. -
Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dimeşe
Bi sedan welatiyên Efrînê û yên kantona Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hewldanên ji o guhertina demografiya herêmê dimeşin. -
QSD: Li Dêra Zorê 4 gund ji rejîma Baas hate girtin
Berdevkê Fermî yê QSD’ê Kîno Gabriyel ragihand ku hêzên wan li Dêra Zorê 4 gundên ku di destê rejîmê de bûn, bi dest xistine. -
YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 7 şervanan eşkere kir ên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûne. -
SÎHA ya Tirk li Efrînê sivîlek kuşt
Balafireke bê mirov a bi çek a artêşa Tirk (SÎHA) li Efrînê bombe li malbatekê barand. Ji ber êrîşê kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn. Aqûbeta birîndaran nayê zanîn. -
Artêşa Tirk êrîşî gundê Mizirdawudê yê Kobanê kir
Artêşa Tirk a dagirker di derdora saet 21:00’an de bi çekên giran êrîşî gundê Mizirdawûdê yê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê kir. -
Li Rojavayê Kurdistanê şoreş berdewam e
Di van demên dawî de gelek şandeyên Ewropa hatin Rojava û piraniya wan parlamenter û endamên partiyan in. Hemî jî dibêjin me li Rojava di dema berxwedaniya Kobanê de nas kir û çavên me her tim li pêşketinên li Rojava bûn. -
Çeteyên artêşa Tirk zarokek Efrînî bi kêran qetil kir
Çeteyên artêşa Tirk a ku Erdogan weke ‘Artêşa Mîllî’ bi nav dike, zarokê bi navê Mihemed Mûstefa Xelîl yê 16 salî bi kêran qetilkirin û avêtin rexê rê. -
Li Efrînê sûcê şer: 26 Êzidî, herî kêm 58 kes hatin revandin
Hêzên Tirk ên dagirker û çeteyên wê ji roja 18’ê Nîsanê ve 26 Êzidî di nav de herî kêm 58 kes revandin. Kesên hatine revandin tên êşkencekirin, ji bo fîdye tên bikaranîn û dest datînin ser malên wan. -
Riyad Derar: Hewldanên me ji bo çareseriyeke siyasî ye
Hevserokê MSD'ê Riyad Derar diyar kir, ku ew dixwazin li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî pêk were û hewldanên wan jî di vê çarçoveyê de ne. -
Cenazeyên şehîdên azadiyê spartin axê
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanekî YPGʹê û Endamekî Hêzên Asayîşê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Cenazeyê şehîd Casim li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Fewaz Casim, bi merasîmeke leşkerî li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin. -
Nasnameya endameke asayîşê hate eşkerekirin
Navenda Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, eşkere kir. -
Nasnamaya 5 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
PYG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ’ê yê li cih û demên cuda di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne eşkere kiri. -
YPG'ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anî
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî di salvegera komkujiya Qereçoxê de êrîşa dewleta Tirk a li ser Qereçoxê şermezar kir. -
Li Mareyê leşkerekî Tirk bi gumanbarî mir
Hate ragihandin ku li Mare ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, leşkerekî Tirk 'bi gumanbarî' miriye. Artêşa Tirk ji bo leşkerê miriye got, 'leşkerekî nexweş ket, mir'. -
Efrîniyan qala zilma çeteyên Tirk û 'kurmê darê' kirin
Zilm û zora dewlet û çeteyên Tirk a li Kurdên li Efrînê mane roj bi roj zêde dibe. Efrîniyên ku xwe ji vê zilmê rizgar kirin qala hovîtiya li wan dihate kirin û 'xaniyên navxweyî' kirin. -
YPG: Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
Navenda Ragihandina YPGʹê diyar kir ku di hefteyeke borî de 12 leşker û ji 20’ê Çileyê û vir ve 2.420 leşker û çete hatin kuştin. -
Şehîdên Qereçoxê hatin bibîranîn
Bi hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê û Şengalê şehîdên êrîşa 25`ê Nîsanê ya li Çiyayê Qereçoxê bi bîr anîn. -
Li Efrînê MÎT’a Tirk malbateke Êzidî revand
Li taxa Eşrefiyê MÎT’a Tirk malbateke Êzidî revand û bir Tirkiyeyê.