ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk sivîlên Efrînê direvîne û êşkenceyê li wan dike!
Artêşa Tirk li Efrînê sivîl revandin û êşkence li wan kir. Diyar bû artêşa Tirk malên gel talan dike û çeteyan bi cih dike. -
Ermeniyên Qamişloyê: Duh qirkirina Ermeniyan, îro Efrîn
Bi boneya 103’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan li Qamişloyê bîranînek hate lidarxistin. Ermeniyên tevlî bîranînê bûne anîn ziman ku Osmaniyên ku di şerê Cîhanê yê 1’ê de zilm û qetlîamên anî serê Ermeniyan, îro Erdogan li Efrînê dike. -
YPJ’ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê şehîdên Çiyayê Qereçoxê ku beriya salekê di êrîşa hewayî ya hêzên Tirk ên dagirker de şehîd bûbûn, bi bîr anî. -
Tevlîbûna nava refên QSD’ê didomin
Li akademiya QSD’ê ya ‘Şehîd Feysel Ebû Leyla’ 239 ciwan piştî qedandina dewreya perwerdê bi merasîmekê beşdarî nava refên QSD’ê bûn. -
'Aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Enver û Talat paşa be'
Dîroknasê Efrînî Ebdullah Şikakî got, "Aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Enver û Talat paşa be." -
Cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed û El Hisên spartin axê
Gelê Tebqa û Dêra Zorê bi merasîmekê cenazeyê şervanên QSDʹê Ehmed Ebdulkerîm Îbrahîm (Ebû Rîş) û Hisên El Hisên (Xidir) spartin axê. -
'Duh Ermenî hatin qirkirin, îro jî Kurd tên qirkirin'
Rojîn Hedad ku malbata wê ji Qirkirina Ermeniyan a 103 sal beriya niya rizgar bû û li Helebê bi cih bû, işaret bi dagirkirina Efrînê kir û got, heman gefa qirkirinê li Kurdan tê xwarin. -
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hindurîn Ehmed spartin axê
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê Edî Ehmed bi merasîmekê li goristana şehîdên Minbicê spart axê. -
Li Reqayê goreke komî hate dîtin
Li Stada El-Reşîd a Reqayê gorekî komî ya 50 cenazeyan hate dîtin. Piraniya van cenazeyan jin û zarok in. -
Hêzên Tirkiyeyê li Efrînê 6 jê Êzidî 15 kes revand
Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê û çeteyên wê li Efrînê ji malbateke Êzidî 6 kes û ji gundên cihê jî 9 kes revand. -
Zarokên Efrînî piştî 3 mehan ji nû ve dest bi perwerdeyê kirin
Zarokên Efrînî yên li Kampa Berxwedan dimînin, piştî 3 mehan ji nû ve dest bi perwerdeya xwe kirin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar mabûn navberê bidin perwerdeyê. -
Alîna Sanches û Anna Campbell hatin bîranîn
Enternasyonalîstên ji Arjantîn û Îngilîstanê Alîna Sanches û Anna Campbell li bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. -
Rojnamegeriya Kurdî heta ku derê dibe bersiv?
Ew ê dûmanê çêdikin weke agirê pûş wê zû bişewitin û wê her ew kesên ku rast bi êş û azarên vî gelî diêşên bibîn in û bibin bersiv. -
'Me xwest modeleke nû ya çareseriyê pêşkêş bikin'
Endamê Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê û Serokê partiyê yê Helebê Mihemed Hecî işaret bi pêwîstiya sîstemeke nû ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê kir û got, partiya wan jî bi vê armancê ava bûye. -
Berxwedana Efrîniyan di nava şert û mercên giran de dewam dike
Gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar ma koç bike û li kampên li Şehbayê û xaniyên hilweşiyayî dimîne, di nava şert û mercên giran de li ber xwe dide. -
Cenazeyên şehîdên Efrînê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên YPG’ê Bilind Şêxo (Alan Serêkaniyê) Ocalan Murad (Zinar Zagors) û Ehmed Efeş El Hemed ên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bibûn bi merasîmekê li Serêkaniyê hatin veşartin. -
Agahî ji 2 jinên ku çeteyan li Efrînê revandine nayên girtin
Ti agahî ji 2 jinên beriya 12 rojan ji gundê Şêxutka yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatibûn revandin, nayê girtin. 4 jinên dema ku şer dom dikir nekarîn derkevin, hatibûn revandin. -
Cenazeyê şervanê Hêza Ewlehiya Hundirîn Elî spartin axê
Cenazeyê Endamê Hêza Ewlehiya Hundirîn a Reqa Mihemed Salîm Elî yê ku li herêma Mebûrka şehîd ketî li Reqa bi merasîmekê spartin axê. -
'Em rê nadin Osmaniya nû'
Platforma Bakûrê Sûriye ya ku bi tevlîbûna nûnerên civaka sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîretan ve bi daxuyaniyeke hevpar diyarkirin ku bi êrîşan re dewleta Tirk dixwaze Osmaniya nû pêk bîne û rê nadin vê. -
Rapora Efrînê: Tirkiye dixwaze vegere ser sînorên Mîsak-i Mîllî
Komîteya Amadekar a Platforma Bakurê Sûriyeyê li ser Efrînê rapor amade kir û diyar kir ku Tirkiye bi êrîşa li ser Efrînê re dixwaze vegerê ser sînorên Mîsak-i Mîllî. -
Platfrorma Bakurê Sûriyeyê li hev civiya
Platfroma Bakurê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk bi ser Efrînê û rewşa gelê Efrînê li Hesekê li civiya. -
Dewleta Tirk bi ‘xenîmet’ê meaşê çeteyan da
Hate gotin MÎT’a Tirk ji çeteyan re, ku ew şandibûn ser Efrînê gotiye, ‘’Xenîmetên ku we ji Efrînê rakiriye têra we û salekê heye’ û van 2 mehên dawî meaş nedaye çeteyan û ji bo vê jî çete ji rewşê aciz bûne. -
Cenazeyên ciwanên ku artêşa Tirk qetilkirin hatin dîtin
Şervanên YPG/YPJ’ê cenazeyên ciwanên bi navê Mecîd Mihemed Xenamî (28) û Ebdulhadî Mihemed Xenamî (29) ên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin, dîtin. -
Cenazeyê şehîda enternasyonalîst Çiya bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervana YPJ’ê ya enternasyonalîst Lêgerîn Çiya ya bi merasîmekê ji aliyê welatiyên herêma Dêrikê ve li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin. -
YCR û YJC’ê dewreyeke nû ya perwerdê dan destpêkirin
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li Akademiya Şehîd Demhat a YCRʹê dewreyeke perwerdeyê ya bi navê Şehîd Selîm Xelef dan destpêkirin.