ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Nazo hate veşartin
Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê Endamê Erka Xweparstinê Elaedîn Nozê li bi merasîmekê Goristana Şehîd Dîcle spartin axê. -
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Ehmed spartin axê
Welatiyên herêma El-Kerame ya Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin Ehmed Şêx bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sîdedar spartin axê. -
Kampeke din ji bo Efrîniyan tê çêkirin
Ji bo Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûn û neçar man koçî Şehbayê bikin, kampeke din tê çêkirin. -
MSD'ê li dijî komkujiya li Dûmayê bang kir
"Em wekî MSD'ê komkujiya ku dijî gelê me yê Dûma pêk hat bi tundî şermezar dikin û em ji aliyên têkildar ên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan daxwaz dikin ku bi awayekî cidî li dijî kujeran tevbigerin da ku dawî li kuştina sivîlên Sûriyeyê were." -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Til Findire topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje gundê Til Findire yê nêzî Girê Spî yê Bakurê Sûriyeyê. -
Tirkmenên Minbicî ji Tirkiyeyê re gotin: Ji me dûr bin!
Yek ji Tirkmenên Minbicê Selahaddîn Mûstafa got , "Bila Tirkiye ji me dûr be. Heke hez me dikin bila neyên cem me. Em li vir bi xweşî dijîn." -
Wesayiteke çeteyan li Efrînê hate rûxandin: 3 çete hatin kuştin
Li herêma Nebî Hûrî ya navçeya Şera ya Efrînê, şervanên YPG/YPJ'ê li wesayiteke dagirkeran xistin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. -
Çalakiyên bi rêbaza gerîla yên li Efrînê dagirkeran tengav dikin
Di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de, şervanên YPG/YPJ'ê ji 18'ê Adarê ve li navenda û bejahiya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên xurt dikin. Her roj derbên giran li dagirkeran tên xistin. -
Ji bo azadiya Ocalan bi hezaran kes li Helebê meşiyan
Bi hezaran kesên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helebê meşiyan, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. -
Li Efrînê li dijî çeteyan çalakî: 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn
Şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. -
Cenazeyê şervanên YPG’ê Xelîd û Mûsa spartin axê
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Xelîd El-Elî û Mûsa El-Xanim bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Li Babê teqîn: 9 kes mirin
Li bajarê Babê ji ber teqandina wesayîteke bombebarkirî 9 kes mirin. -
YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
YPG’ê li navenda Efrînê li benda kontrolê da
Şervanên YPG û YPJ’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de li navenda Efrînê li dijî benda kontrolê ya hêzên dagirker çalakiyek li dar xist. -
Li Dûmayê topbaran: Herî kêm 30 sivîl mirin
Di topbarana li ser Dûma ya ku ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve bi operasyonekê hatiye dorpêçkirin de herî kêm 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
Hêvî Mistefa: Efrînî ji bo vegere mîsogeriya netewî dixwazin
Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa got dewleta Tirk a dagirker û got Efrînî ji bo ku vegerin ser xaka xwe daxwaza mîsogeriya netewî dikin. Hêvî Mistefa got qaşo meclîsa ku dewleta Tirk ava kirî ‘meclîsa xayinan’ e. -
Şervanên YPG/YPJ’ê li Efînê çalakî kir: 4 çete hatin kuştin
Di çalakiya şervanên YPG/YPJ’ê ya li dijî nuteyek a artêşa Tirk û çeteyên wê ya li navenda Efrînê lidar xistî de, herî kêm 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. -
Ji bo Efrîniyan li Şehbayê kampeke nû tê avakirin
Li Herêma Şehbayê ji bo welatiyên Efrînê yên ji ber êrîş û qirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mane li herêma Şehbayê bi cih bibin, kampeke nû tê avakirin. -
Artêşa Tirk 2 zarok li Kobanê kuşt
Mayineke artêşa Tirk a ku li cihekî navbera gundên Aşmê-Çariqli yên Kobanê teqiya û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, çend sivîl jî birîndar bûn. -
Dadgeha Gel ji ber xiyanetê biryara girtina Elîko û Biro da
Dadgeha Gel a Bakurê Sûriyeyê, ji ber ku di dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê de cih girtine biryara girtina endamên ENKS'ê Fûad Elîko û Îbrahîm Biro da. -
Bi hezar kes li Minbicê li dijî gefên dewleta Tirk rabûn ser lingan
Li Minbicê bi hezaran kes li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker, peyamên berxwedanê dan. -
Gelên Bakurê Sûriyeyê li Minbicê li dijî dagirkeriyê dimeşin
Bi hezaran welatiyên ji gelên Bakurê Sûriyeyê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û gefên li Minbicê tên xwarin dimeşin. -
Xeml û rengê berxwedanê: Şehîd fermandar Bakur
Fermandarê efsanewî yê berxwedana Heleb û Şêx Meqsûdê şehîd Bakur bi gotina "Eqşa me ya şoreşê wê heta bi hetayê bidome" bû xeml û rengê berxwedanê. Gelên Efrîn û Şehbayê jî li ser şopa wî li ber xwe didin. -
Xeteriya mezin a li Şehbayê: Pirsgirêka avê
Piştî ku artêşa Tirk dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir, bi sed hezaran Efrîniyan koçî herêma Şehbayê kirin. Bi germbûna dinyayê re li herêma Şehbayê pirsgirêka avê rû da. -
‘Wê DYA di demeke kurt de ji Sûriyeyê dernekeve’
Çend roj in ku gotinên Donalt Trûmp ên ku digot, ‘Ew ê DYA ji Sûriyeyê derkeve’ tên nîqaşkirin. Hat ragihandin ku piştî civîna Rûsya, Enqere û Îranê, Trûmp îro biryareke cihê stendiye.