ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Êzidiyên li Şêrewa di bin gefa qetilkirinê de ne
Welatiyên Êzidî yên gundê Kimarê yê girêdayî Şêrewayê, bi êrîşên qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê re rû bi rû ne. -
NÛ BÛ-Artêşa Tirk gundên Şêrewa topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve du gundên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dike. -
Şervanên YPJ’ê: Newroz bi heqîqeta Berxwedana Efrînê mîsoger bûye
Şervanên YPJ’ê cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin û gotin; “Em bi rihê ‘Berxwedana Serdemê’ Newrozê pîroz dikin û ew ê berxwedana gelê me bi ser bikeve.” -
Li bajarê dîrokî Til Rifatê zextê li Kurdan dikin
Kurdên ku ji ber dagirkeriya Tirk çûne herêma Şehbayê, bajarê dîrokî Til Rifatê, vê carê jî rejîma Şamê zextê li wan dike. -
Li herêma Cizîrê ew ê Newroz li 9 bajaran were pîrozkirin
Endamê Komîteya Amadekar ê Newrozê û Rêveberê TEV-DEM’ê Cahit Hesen diyar kir ku ew ê îsal Newrozê wekî piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê pîroz bikin. -
Artêşa Tirk ketina nav Efrînê qedexe kir, terorê dike
Artêşa Tirk ketina nav Efrînê ya ku dagir kirî qedexe kir. Sivîlên ku dixwazin vegerin malên xwe jî binçav dike. -
Efrînî sonda tolhildanê dixwin
Efrîniyên ku ji ber êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçî herêma Şehbayê kirin û hewl didin di nava şert û mercên giran de li erdê mayinkirî jiyaneke nû ava bikin, sonda tolhildanê dixwin. -
YPJ'ê dîmenên teqandina wesayîta leşkerî weşand...
Şervanên YPJ'ê li gundê Kela yê navçeya Bilbilê wesayîteke leşkerî ya çeteyan rûxand û bi dehan çete hatin kuştin. -
Hêzên dagirker gundên Serêkaniyê bombebaran kir
Artêşa Tirk a dagirker bi topên hawanan êrîşî gundên Serêkaniyê kirin. -
TEV-DEM'ê ji bo sivîlên li Efrînê asê mane bang kir
TEV-DEM'ê ji bo parastina jiyana welatiyên li Efrînê asê mane, bang li sazî û rêxstinên mafên mirovan û navdewletê kir ku bi erka xwe rabin û bi lezgînî gavê biavêjin. -
YPG'ê dîmenên çalakiya li dijî dagirkeran weşand
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dimênên çalakiya şervanên YPG'ê ya li dijî dagirkeran weşand. -
Berdevkê YPG’ê yê Efrînê: Ji bo me qonaxa êrîşê dest pê kir!
Berdevkê YPG’ê yê Efrînê Birûsk Hesekê diyar kir ku berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk didome û wiha got; “Em ji pêvajoya parastinê derbasî pêvajoya êrîşê bûn. Ji niha û pêve bê dûdilî nuqteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê bibe hedefa me." -
Salih Muslum: Li Efrînê şerê gerîla hate destpêkirin
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Serokê berê yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku têkoşîna li Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Gel ji bo ewlekariyê hate derxistin. YPG û YPJ êdî ew ê şerê gerîla bimeşîne.” -
Cenazeyê şervanên YPG’ê Ehmed û Cewîd hate veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Ela Ehmed û Cewîd Îbrahîm bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê. -
Rêveberiya Efrînê: Têkoşîna li dijî dagirkeriyê ew ê bidome
Rêveberiya xweser a Kantona Efrînê diyar kir ku ji bo sivîl neyên qetilkirin wan sivîl ji bajêr derxistine. Rêveberiya destnîşan kir ku şer derbasî qonaxeke nû bûye. -
Nasnameya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnamaya 6 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Bi hezaran sivîlên li Şerawayê bi komkujiyê re rû bi rû ne
Artêşa Tirk a dagirker ku ji bo dagirkirin û qirkirinê êrîşî Efrînê dike, dor li hezaran sivîlên li gundê Basutê yê navçeya Şêrawa girt. Agahî ji sivîlan nayê girtin. -
Li Efrînê êrîşên ji bo qirkirinê
Ji ber êrîşên qirkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, heta niha zêdeyî 300 sivîl mirine ku gelek ji wan jin, zarok û extiyar in. Bi sedan sivîl jî birîndar bûn. -
QSD: Pêngava Bagera Cizîrê hate rawestandin!
Hate ragihandin, Pêngava Bagera Cizîrê ku li rojhilatê Firatê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê tê kirin, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, ji bo demekê hatiye rawestandin. -
Li Efrînê bomberdûman û şer
Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan di roja 58'an de ne. Li taxên derdora Efrînê şerekî dijwar diqewime. Artêşa dagirker bombeyan li bajêr dibarîne. -
Çeteyê DAÎŞ'ê yê Tirk-Elman axivî
Çeteyê DAÎŞ'ê yê welatiyê Tirk-Elman Ergün Orhan, di pêngava Dêra Zorê de radestî YPG'ê bû. Çeteyê DAÎŞ'ê qala têkiliyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk kir. -
Artêşa Tirk ji hewa û bejahiyê ve êrîşî navenda Efrînê dike
Êrîşên artêşa Tirk a qirker û dagirker ya li ser Efrînê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker ji hewa û bejahiyê ve êrîşî bajêr dike. Efrîn a ku bi hezaran sivîl lê dijîn tê bombe kirin. -
Cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê Elî û Ehmed sipartin axê
Bi hezaran welatiyên Qamişlo cenazeyên şehîdên Berxwedana Serdemê Hacî Elî (Riyad Qamişlo) û Ehmed Ehmed (Şervan Qamişlo) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, spartin axê. -
QSD: Dîmenên ku çapemeniya Tirk belav kirîn dûrî rastiyê ne
QSD’ê têkildaîr bomberdûmana balafirê şer ên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Nexweşxaneya Avrînê daxuyaniyek da û got, dewleta Tirk û çapemeniya wê dixwaze sûcên şer ên li hermêm veşêrin. -
Derwêş: Em amadene Minbicê biparêzin
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ê bersiva gefên li ser Minbicê da û got, em amadene bajar ji her cûre êrîşan biparêzin.