ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk li gundê Bedînayê komujiyek kir: 9 kes şehîd bûn
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Bedîna yê navçeya Mabeta a Efrînê sivîl qetilkir. -
YPG’ê li Tebqayê li dijî çeteyan çalakî lidar xist
Hêzên Ewlehiyê yên YPG’ê li Tebqayê li dijî hucreyekî DAIŞ’ê ku plana êrîş û sûîqastê li dijî saziyên sivîl û sivîlan dikir, bi operasyonekê bê bandor kir. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Kobanê kir
Hêzên Tirk ên dagirker bi obus û hawanan êrîşî gundê Zormîxar yê dikeve rojavayê Kobanê kir. -
Alimên dîn: Parastina Kurdistanê li EFrînê tê kirin
Alimên dînî yên Başûrê Kurdistanê, ku li dijî êrîşên Tirk ên li ser Efrînê, ji bo piştevaniyê hatin Efrînê gotin li Efrînê parastina Kurdistanê tê kirin û bang li Kurdan kirin ku bikevin nav vê parastinê. -
Nasnameya 13 şehîdên berxwedana Efrînê hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 13 şervanên xwe yên li Efrînê di şerê dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li navenda Efrînê barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li navenda bajarê Efrînê barandin. -
Dagirkeran li Şerawa êrîş birin ser konvoya sivîlan
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Basut ê navçeya Şerawa ya Efrînê top avêt konvoya ji wesayitên sivîlan pêk tê. -
'Em ê bi ruhê hevrê Polat berxwedana Efrînê bi ser bixînin'
YPG'ê nasnameya şervanê xwe Polat Efrîn eşkere kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk êrîşa canbexşane pêk anî. -
Balafirên şer ên Tirk navenda Efrînê bombe dike
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, bombeyan li navenda Efrînê dibarîne. -
Kêliyên teqîna wesayîta leşkerî…
Kêliyên wesayîta leşkerî ya li gundê Cilbir a li Şêrewa hate rûxandin… -
Şervanê YPG’ê Polat Efrîn li gundê Qizilbaş çalakiyeke fedayî lidar xist
Şervanê YPG’ê Polat Efrîn li îro li gundê Qizilbaş yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê çalakiyeke fedayî pêk anî û şehîd ket. -
Li Tebqayê hucreyeke ya DAIŞ’ê hate îmhakirin
Li Tebqayê ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hindir ve, maleke hucreyî ya 4 çeteyên DAÎŞ’ê têde bûn hate îmhakirin. -
Li kolanên Efrînê kêliyên ji rojeke berxwedanê
Li Efrînê ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker dom dike, tevî polîtîkayên qirkirin û mêtîngeriyê gel bajêr naterikîne. Li Efrîn gel wiha dibêje: “Em li vir in, em xaka xwe naterikînin.” -
Şervana YPJ’ê Rohenda li gel bavê xwe, di parastina Efrînê de şehîd bûn
Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê ragihand ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şervana YPJ’ê Rohenda Xemgîn li gel bavê xwe, di parastina Efrînê de şehîd bûn. -
QSD: 125 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 52’an a Berxwedana Serdemê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şerê 24 saetên dawî de 125 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin. -
Aldar Xelîl: Serhildanên Qamişloyê ji bo şoreşê bû îlham
Endamê Konseya Rêvebir ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi cesareta serhildana Qamişloyê şoreşa 19’ê Tîrmehê hatiye kirin û got, “Ew ê berxwedana Efrînê jî bi vî giyanî bigihîne serfiraziyê.” -
Cenazeyê 20 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Efrînê û Bakurê Sûriyeyê cenazeyê 20 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. -
Li gundên Şêrawa êrîşa hewayî: 4 kes birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Basutê, Gurzelê, Zirbê û navenda navçeya Şêrawa barand. Ji ber bomberdûmanê 4 sivîl birîndar bûn. -
Li Efrînê êrîşa hewayî: Gelek sîvîl birîndar bûn
Di êrîşa hewayî de ya li ser Efrînê, sîvîlên li ser rêya Maratê bûn hedef. Hate ragihandin ku gelek sîvîl birîndar bûne. -
Efrîniyan bang li cîhanê kirin: Hûn çima bêdeng in?
Li Efrînê ku dewleta Tirk a dagirker gefa qirkirinê lê dixwe, bomberdûmana bi balafirên şer dewam dike. Efrîniyan ev pir li cîhanê kirin: "Gelo êdî dem nehatiye ku hûn li ber vê zilmê rabin?" -
Balafirên şer ên Tirk bombe li şehîdgehê barandin
Artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora "Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr" a li Efrînê barandin. -
Balafirên şer bombe li Efrînê barandin
Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi balafirên şer ên li dijî Efrînê didomîne. Navenda bajarê Efrînê du caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin. -
Komkujiyên ku dewleta Tirk li navçeyên Efrînê kiriye
Heyva Sor a Kurd, komkujiyên ku dewleta Tirk li navçeyên Efrînê kiriye, tevî belgeyan bi ANF'ê re parve kir. -
Balafirên şer ên Tirk li ser Efrînê digerin
Artêşa Tirk a dagirker ev 52 roj in êrîşî Efrînê dike. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker ji nizm ve li ser bajêr difirin. -
Hesekê: Divê ciwanên Kurd jiyanê li dijmin bikin cehenem
Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Brûsk Hesekê: Xeteriya li ser Efrînê mezin dibe. Ya girîng rabûna ser piyan û lidarxistina çalakiyan e. Bi taybetî divê ciwanên Kurd jiyanê li dijmin bikin cehenem.