ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 50'Î DE YE- BLOGA ZINDÎ
Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê 50 roj li pey xwe hişt. Hêzên dagirker bombeyan li cih û warê sivîlan dibarînin. Li gelek herêman şerekî dijwar diqewime. Bi rêya bloga me ya zindî hûn dikarin rewşa dawî bişopînin. -
Li gundên Cindirêsê şer didome
Li gundê Kanî Gewirkê û Qurbê yên Cindirêsê şerekî giran heye. -
Şervanên Ereb ên Dêra Zorê: Em amade ne tevlî Berxwedana Serdemê bibin
Şervanên YPG’ê ku ji pêkhateya Eereb ku di eniyên şer yên herêma Dêra Zorê de cihê xwe digrin piştgiriya xwe bi berxwedana serdemê re anîn ziman. -
Ji Berxwedana Efrînê çend wêne....
Li Efrînê ku şerê îradeyê tê kirin, Berxwedana Serdemê 50 roj li pey xwe hişt. -
Navenda bajarê Efrînê tê bombeberan kirin
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda bajarê Efrînê dibarîne. -
Çeteyên El Nûsra yên li girtîgeha Gutayê wê transferi Îdlibê werin kirin
Di daxuyanyê de ku ji aliyê koma Jayş el Îslam ve hatî kirin, hate ragihandin ku çeteyên El Nûsra yên li girtîgehên li Rojhilatê Guta yên bi kontrola wan wê bişînin Îdlibê. -
DKP: Hevrêyên me Cem Özdemîr û Görkem Tuğal nemir in
DKP’ê ragihand ku şervanên DKP’ê Huseyîn Cem Özdemîr û Görkem Tuğal di Berxwedana Serdemê de, li Efrînê li dijî êrîşên dagirkerên dewletaTirk, dema ku şer dikirin şehîd bûne. -
Şer li gundên Şiyê dijwar e: 7 leşker hatin kuştin
Di navbera gundên Şikefta û Turmîşa yên girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê de, navbera şervanên YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk de şerekî dijwar rû da. -
Saziyên Cizîrê: Bi Berxwedana Serdemê em ê Federasyona Demokratîk ava bikin
Sazî û rêxistinên ji herêma Cizîrê çûn Efrînê, anîn ziman ku Berxwedana Serdemê bi teqez wê ser bikeve û wiha gotin: “Çawa bi berxwedana Kobanê me Rêveberiya Xweser ava kir, em ê bi Berxwedana Serdemê ve sîstema Federasyona Demokratîk ava bikin. -
QSD: Di 4 rojan de 313 leşker û çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamên şer û berxwedana li Efrînê ya 24 seatên dawîn eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li gundê Metîna 7 çeteyên Tirk hatine kuştin. -
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Xelef hate veşartin
Bi tevlîbûna sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Xidir Xelef (Ebû Namis) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehdî bibû, li Goristana Şehîd Dijwar hate veşartin. -
Ji bo şehîdê ‘Berxwedana Serdemê’ Ararat Dêrik merasîmek hate lidarxistin
Li bajarê Dêrikê ji bo şehîdê ‘Berxwedana Serdemê’ Ararat Dêrik merasîmek hate lidarxistin. -
MLKP’ê nasnameya şehîdên xwe yên li Efrînê eşkere kirin
MLKP/Rojava, nasnameya 3 şervanên xwe yên li Efrînê şehîd bibûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanan ji bo azadî û rûmetê dîrok nivîsandine. -
Bi merasîmeke heybet cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê spartin axê
Li Efrînê bi tevlîbûna hezaran welatiyan cenazeyên 19 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke heybet ve li Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. -
YPG: Îlan Dara bû şopdarê rêya Avesta û Arînan
Fermandariya YPG’ê ya Efîrînê nasnameya şervanê xwe yê ku li Cindirêsê çalakiya fedayî lidarxistibû, eşkere kir. -
YPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku li Dêra Zorê şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Li eniyên Cindirês-Şera-Bilbilê bi sedan dagirker hatin kuştin
Hate ragihandin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di berxwedanê de, li eniya Bilbilê, Şera û Cindirêzê bi sedan dagirker hatine kuştin. -
Nasnameya 12 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 12 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Li Bilbilê herî kêm 10 dagirkerên Tirk hatin kuştin
Li du gundên navçeya Bilbilê ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û hêzên dagirker ên Tirk de şerekî dijwar qewimî. -
Gelê ku xwe gihand Efrînê: Hûnê nikaribin berxwedana me bişikînin
Bi hezaran kesên ji herêma Cizîrê hatin Efrînê gotin, êrîşên bejahî û hewayî yên artêşa Tirk a dagirker wê ti carî nikaribin îradeya wan bişikînin. -
Li Şerayê sivîl bûne hedef: Şehîd û birîndar hene
Gundê Meryemînê yê bi ser navçeya Şerayê ya Efrînê hate bombekirin. Tê gotin ji gelê sivîl şehîd û birîndar hene. -
Li Şera çalakiya xurt, li Bilbilê şer
Di roja 49'an a êrîşên dagirkeriyê de li navçeya Şera çalakiyeke xurt li dijî hêzên dagirker hate kirin. Di encama vê çalakiya YPG/YPJ'ê de gelek leşker û çeteyên dagirker hatin kuştin. Li gundê Baxçe yê Bilbilê jî şerekî dijwar diqewime. -
Hezaran kesên ji herêma Cizîrê ketin ser rê gihîştin Efrînê
Bi hezaran kesên ji herêma Cizîrê ji bo piştgirîya Berxwedana Serdemê ketîn rê, gihîştin bajarê Efrînê. -
Cenazeyên şervanên YPG’ê Kamîran û Umer hatin veşartin
Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyên du şervanên YPGʹê Kamîran Xuzaa û Umer Xanîka veşartin. -
Li Cindirêsê şervanê YPG’ê ji bo dîl neyê girtin xwe feda kir
Şervanekî YPG’ê yê li dijî arêtşa Tirk a dagirker ku li navçeya Cindirês a Efrînê şer dike, ji bo ku dîl nekeve destê artêşa Tirk û çeteyên wê xwe di nava leşkeran de bi bombeyên li ser xwe, xwe feda kir.