ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gelê Efrînê 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spart axê
Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyên 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. -
YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şehîdên Dêra Zorê û Kobanê eşkere kir. -
Li Dêrazorê fermandarê ji Efrînê: Erdogan DAÎŞ’ê xurt dike
Nûman Cîlo yê ji Efrînê yek ji fermandarê girîng ê QSD’ê ye û li eniyên pêş fermandariyê dike. -
Ji birîndarên li Racoyê 3 kes şehîd bûn
Li gundê Berbenê yê herêma Raco ya Efrînê, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên giran kir, herî kêm 21 kes birîndar bûn. 7 jê zarok in. Hate ragihandin ku ji birîndaran 3 kesên din jî şehîd bûn. -
Bîlançoya wehşeta li Cindirêsê: 13 sivîl şehîd bûn, 3 jê zarok in
Ji ber bomberdûmana dewleta Tirk a barbar, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 13 sivîl şehîd bûn ku 3 ji wan zarok in. Gelek kes jî birîndar bûn. -
Çandiniya li ser axa berxwedanê
Axa Efrînê ya bi bereket a ku 400 hezar Efrîniyan û 300 hezar penaberan xwedî dike, bi berxwedanê re bêndera xwe radike. -
Dewleta Tirk a barbar li Cindirêsê komkujî kir: Gelek sivîl mirin
Artêşa Tirk a dagirker, di roja 45'an a êrîşên xwe yên dagirkeriyê de li navçeya Cindirêsê gelek sivîl kuşt. -
Efrîn wê malovaniyê ji çalakiyên 8'ê Adarê re bike
Li Efrînê amadekariyên ji bo 8'ê Adarê dewam dikin. Bi pêşengiya Kongreya Star wê sê rojan li bajêr çalakî bên lidarxistin. -
Li gundê Berbenê di êrîşê de 21 sivîl birîndar bûn, 7 jê zarok in
Li gundê Berbenê yê herêma Raco ya Efrînê, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên giran kir, herî kêm 21 kes birîndar bûn. 7 jê zarok in. -
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan dewam dikin
Li gundê Berbane yê navçeya Raco ya Efrînê, ji ber topbarana dewleat Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAÎŞ-El Qaîdeyê zarokek birîndar bû. -
Artêşa Tirk bi balafir û obusan bombe li Efrînê barand
Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev jî bi balafirên şer û obusan bombe li gelek herêmên Efrînê barand. -
Dîmenê wesayita leşkerî ya li gundê Çema yê Şera hate teqandin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenê wesayiteke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ku li gundê Çema yê navçeya Şera hate teqandin weşand. -
Artêşa Tirk a dagirker jinek kuşt, kesek jî birîndar kir
Ji ber êrîşa artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê, jineke 50 salî ya bi navê Remziye Ebdurrehman Omer şehîd bû, Nebî Safîr Şêxo yê 60 salî jî birîndar bû. -
Li Cindirêsê bi hezaran kes meşiyan
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran kes li Cindirêsê kom bûn û bi armanca xwedîderketina li ‘Berxwedana Serdemê’ di bin bombebaran û topbaranê de meşiyan. -
Gelê Helebê ji bo Efrînê daket qadan
Bi sedan welatiyên bajarê Helebê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daket qadan û ‘Berxwedana Serdemê’ ya şervanên YPG/YPJ, QSD û gelê Efrînê silav kir. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gund û navçeyên Efrînê dike
Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û bi çekên giran gund û navçeyên Şera, Cindirêsê, Raco û Şiyê yên Efrînê bombebaran dike. Şervanên YPG/YPJ’ê jî li navçeya Şera û Bilbilê 2 wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker rûxand. -
Li Minbicê tûgaya 3’emîn hate îlankirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi navê ‘Tugaya Şehîd Nûrî Esaf Nebawî’ tûgaya 3’emîn îlan kir. -
Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: 212 sivîl şehîd bûn
Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê ragihand ku ji dema ragihandina agirbestê ve 33 sivîl şehîd bûne û bi vê re hejmara sivîlên şehîd bûye 212. -
QSD’ê bersiv da rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî
QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û diyar kir ku wan tu carî kesên sîvîl nekirine hedef û ew ê nekin jî. -
Cenazeyê şervanên YPG’ê Xelef û Şêrhat hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Xelef ( Fîdayî) û Amir El-Selîm (Şêrhat) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
QSD: 9 jê JOH/POH bi giştî 21 leşker û çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer a 24 seatên dawî li Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyarkir ku di şerê didome de heya niha 9 jê JOH/POH bi giştî 21 leşker û çete hatine kuştin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Necim Ehmed spartin axê
Bi sedan welatiyên Ebû Xeşeb cenazeyê şervanê QSD’ê Necim Ehmed ku di Pênagava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemad spartin axê. -
QSD'ê nasnameya 7 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
Nasnameya 7 şervanên di Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûn hate eşkerekirin. -
Dagirkeran jina 60 salî kuştin
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şiyê jineke 60 salî ya bi navê Zelûx Mihemed kuşt. -
Cenazeyên şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Izedîn El Berho û Ehmed El Hesen ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn li Til Hemîsê hatin veşartin.