ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
NÛ BÛ-Hêzên dagirker 3 kes li Serêkaniyê birîndar kirin
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên ser sînor kir û di encamê de 3 kes birîndar kir. -
QSD: Li Cindirês û Şerayê şerekî giran heye
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên Berxwedana Serdemê weşand û diyar kir ku li Şera û Cindirêsê şerekî giran heye. -
Li Şerayê 7 leşker hatin kuştin
Li Şerayê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Şervanên YPG û YPJ’ê çalakî li dar xistin û di vê çalakiyê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Nasnameya 11 şehîdên berxwedana Efrînê hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 11 şervanên xwe yên li Efrînê di berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir. -
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda Efrînê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda bajarê Efrînê dibarîne ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn. -
Artêş û çeteyên Tirk gundên Kurdan talan dikin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ-El Qaîdeyê ji aliyekî ve li Efrînê sivîlan dikujin, li aliyê din diziya mal û milkên Kurdan dikin û gundan talan dikin. -
Bomberdûmana li ser Cindirêsê dewam dike
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê dewam dikin. Duh li navçeyê 4 sivîl hatibûn kuştin. -
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li Cindirêsê didomin
Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û helîkopterên tîpa kobra bombeyan li navçeya Cindirêsê ya Efrînê dibarîne. -
Li Cindirêsê şer giran e
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û arttêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Balefirên şer navenda navçeyê û derdora wê bi helîkopterên tîpa kobra bombebaran dike. -
Dîmenên wesayîta ku li Şerayê hate îmhakirin
Şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Kefercanê yê Şera ya Efrînê wesayîta leşkerî ya artêşa Tirk îmha kir. Dîmenên wesayîtê hatin weşandin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Meydankê 5 sîvîl birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer êrîşî gundê Meydankê yê Efrînê kir û li vê derê 5 sivîl birîndar kir. -
Li gundê Mîska Jorîn yê Cindirêsê 4 sivîl şehîd bûn
Di bombebarana artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Mîska Jorîn yê navçeya Cindirêsê de 4 sivîl şehîd bûn. -
QSD: Heta niha hezar û 588 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 47 rojan de hezar û 588 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Cindirêsê 2 sivîl birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrîn û navçeyên wê de 2 sivîlên din birîndar kir. -
Hemo: Efrîn dikare cîhanê ji Erdoğan rizgar bike
Siyasetmedarê Kurd Dozdar Hemo diyar kir ku Erdoğan li ser hemû gelên cîhanê tehdîdeke mezin e û got, “Li Efrînê ew ê neviyên Osmaniyan têk biçin. Efrîn wê cîhanê ji Erdoğan rizgar bike.” -
Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin
Gelê Efrînê 17 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke taybet veşartin. -
Artêşa Tirk li Meydan Ekbezê 300 gundî dîl girt
Dewleta Tirk a dagirker li nehiya Meydan Ekbezê 300 sivîl dîl girt ku extiyar û zarok jî di nav de hene. Tê gotin ku zext li sivîlan kiriye ku ji bo bi rengekî 'erênî' biaxivin. -
Nasnameya 8 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 8 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li Efrînê di berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir. -
Edlîbî: Zîhniyeta DAÎŞ'ê li ku be em ê biçin wir
Berdevkê Artêşa Şoreşgeran Ebû Omer Edlîbî li ser vekişandina hêzên xwe ji Dêra Zorê û şandina ji bo Efrînê ji ANF'ê re axivî. -
Balafirên şer bombeyan li malên sivîlan dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Miska Jorîn a li navçeya Cindirêsê barand. -
Li Şera şerekî dijwar diqewime -NÛ BÛ
Li navçeya Şera ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de 20 leşker hatin kuştin, tankek û wesayiteke leşkerî hatin teqandin. Balafirên şer ên Tirk bombeyan li navçeyê dibarînin. -
Li Cindirêsê şer giran e
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 47'an de ne. Li navenda navçeya Cindirêsê, di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û artêşa Tirk de şerekî dijwar diqewime. -
YPG'ê bang li Rûsyayê kir
Fermandariya Giştî ya YPG'ê diyar kir ku vekirina qada hewayî ji dewleta Tirk re rê li ber komkujiyan û hilweşandina gund û bajaran vekiriye û ji Rûsyayê xwest ku dest ji vê biryara xwe berde. -
Bavê şehîd Başûr da ser şopa kurê xwe û hat Efrînê
Yek ji şehîdên Berxwedana Serdemê Başûr Soran e. Bavê Soran Hadî Omer, ji bo dîtina hevrêyên kurê xwe hate Efrînê. Dayika du şehîdan Kurdistan Halo jî ku ji Rojhilat hate Efrînê got, "Em li ser xeta Efrînê li hev bicivin." -
Şervanê enternasyonalîst Hîlmarsson li Efrînê şehîd ket
Şervanên enternasyonalîst ê Îzlandî Haûkûr Hîlmarssson (Şahîn Huseyîn) li Efrînê şehîd ket.