ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê sîvîlan dike hedef-NÛ BÛ ll
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de sîvîl kir hedef. Hate hînbûn ku di êrîşan de gelek sîvîl şehîd bûne û gelek birîndar hene. -
QSD: 81 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin, 6 wesayît hatin rûxandin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 54’an a ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Serbest hate veşartin
Bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê QSD’ê Serbest Mihemed bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajêr spartin axê. -
Dîmenên teqandina wesayîta dagirkeran a li Şerayê
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenê wesayîta dagirkeran weşand a ku li Şerayê hate teqandin. Di dîmenan de tê dîtin ku dema wesayît diteqe li dorê wê gelek leşker û çete hene. -
Artêşa Tirk a dagirker navenda bajarê Efrînê topbaran dike
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker bi ser Efrînê de didomin. Li gundê Xezewê û Şadirê yê navçeya Şerawa jî şer giran e. -
Demokratên sosyal ên Swêdê: Divê êrîş werin sekinandin
Demokratên sosyal ên Swêdê xwestin ku bila êrîşên li ser Efrînê were sekinandin. -
Cenazeyê 32 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê
Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyê 32 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasîmeke bi heybet li goristanê spartin axê. -
QSD’ê nasnameya 14 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 14 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. -
MSD’ê ji bo Efrînê bang li saziyên navneteweyî kir
MSD’ê têkildarî êrîşên li ser Efrînê bang li saziyên navneteweyî kir û xwest bila pêşiya komkujiyan bigire. -
Serçeteyên Erdogan yeko yeko li Efrînê tên kuştin
Li Efrînê van sê rojên dawî gelek serçete hatin kuştin. Ji ber çalakiyên xurt ên YPG'ê di navbera çeteyên ku dewleta Tirk daye pêş de nakokî zêde bûn. -
Li Mabetayê 10 leşker/çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin
Li gundê Badîn ê navçeya Mabetayê 10 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Nasnameya şervanê YPG’ê Ferhat Goyî hate eşkerekirin
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê YPG’ê Ferhat Goyî yê di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de li Racoyê şehîd bibû, eşkere kir. -
Artêşa Tirk êrîşî Hêzên Gel ên Sûriyeyê kir: 8 mirî
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşî nuqteya Hêzên Gel ên artêşa Sûriyeyê kirin. Ji ber bomberdûmanê 8 endamên Hêzên Gel jiyana xwe ji dest dan. -
Şehîdên Efrînê hatin veşartin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirin û dagirkirina Efrînê, Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê di roja 54'an de ye. -
Gelê Efrînê ji her alî ve seferber bûye
Gelê Efrînê ku 54 roj in li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe dide, ji bo geşkirina berxwedanê li her qadê bi şervanên xwe re ye. -
Şehîdê destpêkê yê Efrînê jî bi destê çeteyên Azadî hatibû kuştin
Komên Azadî ku şehîdê destpêkê yê Efrînê yê Şoreşa Tîrmehê Çekdar kuştin, niha jî tevlî êrîşên dagirkirina Efrînê bûne. Hevalên şehîd Çekdar ên li dijî çeteyan li ber xwe didin dibêjin, wê rê nedin dagirkeran. -
Li Efrînê di şerê duh de 25 leşker û 46 çete hatin kuştin
Li eniyên Şiyê, Cindirêsê, Mabeta, Bilbilê, Şera û Racoyê di şerê dijî artêşa Tirk û çeteyên wê de 25 leşker û 46 çete hatin kuştin. -
Li gundê Meydankê wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirk hate rûxandin
Li gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şerayê wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirk û çeteyê wê hate rûxandin. -
Karayilan: Berxwedan wê bi ser bikeve
Karayılan: Şer êdî derbasî qonaxeke nû bûye. Qonaxa yekem serketî bû. Eger di vê qonaxa nû de berxwedan bi şêwazê herî baş dom bike, wê berxwedan bi serketineke mezin tacîdar bibe. -
Dîmenên hinek ji kêliyên jiyanê ya li Efrînê…
Tevî hemû êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk berxwedana gel a li Efrînê dewam dike. -
NÛ BÛ-Balafirên şer ên Tirk bombeyan li navenda Efrînê dibarîne
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda Efrînê dibarîne. -
Li Mabata û Şiyê şer bi giranî diqewime
Li navçeyên Mabata û Şiyê yên Efrînê şer bi giranî diqewime. Qasî hatî zelal kirin di şer de 31 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çete hatin kuştin. -
Firinên li Efrînê nan bê pere li gel belav dike
Piştî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê her ku diçe koçber li Efrînê zêde dibin, ji ber vê rewşê Meclîsa Gel a Efrînê biryar da ku firinên li bajêr xizmet bike ku nan bê pere li welatiyan belav bike. -
Cenazeyê şehîdê sivîl Ebdulxefûr li Qamişlo spartin axê
Bi sedan welatiyên bajarê Qamilo cenazeyê şehîdê sivîl Ebdulxefûr Hûtî ku di piştgiriya Berxwedana Serdemê’ encama krîza dil de, şehîd bûbû bi merasîmekê spartin axê. -
YPG: Yên ku li gel dewleta Tirk bên Efrînê wê di hedefa me de be
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê ya ku têkildarî bicihkirina koçberan a ji bo guhertina demografiya Efrîn û gundên wê ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dom dike, daxuyaniyek da û got: “Her kesên li gel dewleta Tirk berê xwe bide Efrînê di hedefa me de ye."