Li gundên Cindirêsê şer didome

Li gundê Kanî Gewirkê û Qurbê yên Cindirêsê şerekî giran heye.

Ev keta roja 50’î ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Efrînê didomîne. Li gelek cih û gundan şer heye û balafirên şer ên Tirk êrîşên hewayî dikin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin li gundên Gewirkê û Qurbê yên Cindirêsê di navbeyna şervanên YPG-YPJ’ê û hêzên dagirker de şerekî giran heye.

Artêşa Tirk a dagirker ji şevê dî ve bênavber navenda bajar a Efrînê bombe dike.