ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê û Reqayê êrîşên dagirkeriyê
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê yên li ser Reqa û Kobanê dewam dike. -
Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şehîdan hatin veşartin
Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şervanên ku di şerê dijî çeteyan de şehîd ketin bi merasîman hatin veşartin. -
Dagirkeran êrîşî gundekî Kobanê kirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrîşî gundê Tinê yê Kobanê kirin. Di êrîşê de wesayît û serinçek hatin hedefgirtin. -
Dewleta Tirk li pira Qereqozaxê jinek qetil kir, zarokek birîndar kir
Di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ya li ser pira Qereqozaxê jineke 60 salî hate kuştin, zarokek jî birîndar bû. -
Dagirkeran bi ÎHA êrîşî Reqayê kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ÎHA êrîş birin ser rojavayê Reqayê. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl El Ebid şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Îsmaîl El Ebid li başûrê Çemê Firat şehîd bûye. -
Dagirkeran li ambûlansekê xistin: 2 şehîd
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Bendava Sirrîn-Tişrînê bombe li ambûlansekê barand ku tê de birîndar hebûn. Di encama êrişê de ajokarê ambûlansê û birîndarek şehîd bûn. -
Dagirkeran bombe li gundên Til Temirê barandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê bombe li gundên Til Cuma û Um El Kêf ên Til Temirê barandin. -
Mazlûm Ebdî: Li Minbicê agirbest pêk hatiye
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku li Minbicê agirbest pêk hatiye. -
Berxwedana li ser rêya koçberiyê
Cîhan Mistefa ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar ma ji Şehbayê koçî herêmên ewle bike got, "Zilmeke mezin li gelê me hate kirin. Lê belê em ê xaka xwe biparêzin û gelê me wê bi ser bikeve." -
Ferhad Şamî: Daxuyaniyên ne fermî xizmeta şerê taybet dikin
Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD’ê Ferhad Şamî diyar kir ku hemû agahiyên ji derveyî daxuyaniyên fermî tên belavkirin xizmeta şerê taybet dikin û got: “Ne rast e ku hin agahiyên leşkerî niha bên belavkirin.” -
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk: Sivîl tên qetilkirin, divê bi lezgîn mudaxele bê kirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike hedef û bang li hêzên navneteweyî kir ku sivîlan biparêzin. Rêveberiyê got, "Em ê parastina ax û gelê xwe bidomînin." -
Hevserokê CDK-F'ê ji bo Rojava banga lezgînî kir
Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat banga çalakiyên lezgînî li her kesî kir û diyar kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê xwedî li Rojava derkevin -
Dewleta Tirk li Kobanê yek jê zarok 2 kes qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Ceida Mezin a Kobanê bombebaran kir. Di encama bobebaranê de 1 jê zarok, 2 kes hatin qetilkirin û 2 zarok jî birîndar bûn. -
Li Minbicê 3 jinên li dijî dagirkeriyê li ber xwe dan, şehîd bûn
Meclîsa Jinan a Zenûbiya ragihand ku di êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser Minbicê de 3 endamên wan şehîd bûne. -
Bendava Tişrînê ji ber êrîşên çeteyan ji xizmetê derket
Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de Bendava Tişrîn ji xizmetê derketiye. Ceryana li kantona Kobanê bi temamî hate qutkirin. -
QSD’ê êrîşên çeteyan li Qereqozaq û Dêr Hafir şikand
Şervanên QSD’ê li Qereqozaq û Dêra Hafirê êrîşên çeteyan şikandin. Li Qereqozaqê zêdeyî 100 çete hatin kuştin; Li Dêra Hafirê wesayîtek tevî çeteyên di hundir de hat rûxandin. -
Cenazeyê 10 şervanên li Minbic, Qereqozak û Tişrînê şehîd bibûn hatin veşartin
Cenazeyê 10 şervanên di berxwedana Minbic, Qereqozak û Tişrînê de şehîd bibûn, li Kobanê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Bîlançoya 2024’an: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 162 sivîl hatin qetilkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê sûcên ku di sala 2024'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan hatine kirin eşkere kir û got, "162 sivîl hatin qetilkirin." -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê komkujiyeke din pêk anî
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa 8 kesên ji heman malbatê qetil kir. -
Gelê Kantona Firatê şehîdên xwe spart axê
Gelê Kantona Firatê 10 şervanên şehîd, li pakrawangeha Şehîd Dîcle spart axê. -
QSD li Qereqozaqê derbeyên giran li çeteyan dixe: Balafirek hate xistin
Şervanên QSD’ê li pira Qereqozaqê ya kantona Firatê berxwedanek bê hempa raber dikin. QSD’ê balafirek keşfê xiste xwarê. 3 çete hatin kuştin û 2 çete girtin. -
Dewleta Tirk Girê Miştenûr bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker girê Miştenûr ê bajarê Kobanê bombebaran kir. -
Li dijî tecrîda Îmraliyê ji NY’ê re name
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li dijî tecrîda Îmraliyê ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re name şand. -
Çalakiyên hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dewam dikin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakiyan dewam dikin.