ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gundên Kobanê bi SÎHA'yê hatin bombekirin
Gundên Koşkar û Metîn ên Kobanê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk hatin bombekirin. -
Şervanên YPJ’ê yên ku li Bendava Tişrîn ê û Qereqozaxê li ber xwe didin
Şervanên YPJ'ê yên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO'yê yên li ser bendava Tişrîn û Qereqozaxê li ber xwe didin, ketin ber objektîfên me. -
QSD'ê dîmenê xistina SÎHA ya Tirk weşand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dîmenê xistina SÎHA'yeke artêşa Tirk a bi tîpa Bayraktar TB2 weşand. -
Şervan bi biryar in: Me DAÎŞ şikand, em ê wan jî bişikînin!
Şervanên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin gotin, "Eger me karîbû DAÎŞ'ê bişikînin, em ê wan jî bişikînin! Kobanê wê nekeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê." -
Dîmenê çalakiya li Tişrîn û Qereqozaxê hat weşandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîmenên çalakiya li Tişrîn û Qereqozaxê weşand. -
Ji fermandarên QSD’ê Ezîz Ereb şehîd bû
QSD’ê ragihand ku fermandar Şehîd Ezîz Ereb di berxwedana Qereqozak de şehîd bûye. -
Êrîşên li ser Tişrînê hatin têkbirin, 37 çete hatin kuştin
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên ji sê aliyan ve li ser Bendava Tişrînê hatin têkbirin. Di encama pevçûnê de 37 çete hatin kuştin û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPJ’ê li dijî çeteyan operasyona paqijkirinê dan destpêkirin. -
Gundekî Til Temirê bi çekên giran tê topbarankirin
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîsan gundekî rojavayê Til Temirê topbaran dikin. -
Dewleta Tirk li Girê Berkel 2 caran bombe li radyoya Kobanê FM barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov a biçek 2 caran li girê Berkel stasyona weşanê ya radyoya Kobanê FM xist. -
Êrîşên çeteyan li ser bendava Tişrînê dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên ên li ser bendava Tişrîn ku dikeve başurê Kobanî berdewam dikin. Şervanên QSD'ê bersiv didin êrîşan. -
QSD’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku êrîşên dagirkeran ên li ser Kobanê, Girê Spî, Eyn Îsa, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê didomin û diyar kir ku balafirek bêmirov hatiye xistin. -
Li Dêrikê cenazeyên 3 şehîdan hate veşartin
Ji bo 3 şervanên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, li Dêrikê merasîma veşartina cenazeyan hate lidarxistin. -
Parlamenterên Katalonyayê çûn serdana YPJ’ê
Şandeyek Katalonyayê çû serdana Yekîneyên Parastin (YPJ). Di serdanê de geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin nîqaşkirin. -
Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe êrişî Bendava Tişrînê dike
Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe bi çekên giran êrişî Bendava Tişrînê dike. -
'Em ê bibin agir û dagirkeriyê li Kobanê têk bibin'
Şêniyên Kobanê diyar kirin ku wan çawa DAÎŞ tune kir, ew ê bibin agir û dagirkeriyê jî têk bibin. -
Êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin: DAÎŞ bi ser xwe ve tê!
Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 rêxistinên civakî yên sivîl hişyarî dan ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê DAÎŞ'ê ji nû ve bîne ser xwe. -
DAÎŞ'ê êrîş bir ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Li Kantona Reqayê, çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Di encamê de endamekî ewlekariya hundirîn şehîd bû, 2 jî birîndar bûn. -
Rihan Loqo: Divê jin qanûna bingehîn a Sûriyeyê ya nû ava bikin
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo anî ziman ku jinan li Sûriyeyê li dijî zîhniyeta neteweperest, oldar, zayendparêz û netewî têkoşîneke mezin dane û diyar kir ku ew ê li Sûriyeyê qanûneke bingehîn a îradeya jinan tune dihesibîne qebûl nekin.’’ -
Li Tişrînê dema îmhakirina sîstema radara leşkerî ya Tirk
Hêzên Leşkerî yên Minbicê ku li xeta parastinê ya herêma Bendava Tişrînê ne, sîstemeke radara leşkerî ya dewleta Tirk îmha kirin. -
Sê caran koçberî lê hate ferzkirin, lê hêviya xwe ji dest nade
Zeynep Şêxo ku sê caran neçar ma mala xwe biterikîe, vê carê li Hesekê ji bo mala xwe ava bike kedê dide. Lê belê diyar dike ku ew ê warê xwe neterikîne. -
Li ser çeteyê hat kuştin qerta Wezareta Karên Hundir a Tirk derket
Li ser çeteyê bi navê Melîk Erabî yê ku beşdarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bendava Tişrînê bû, belgeya Nasnameya Parastina Demkî ya Walîtiya Hatayê ya Wezareta Karên Hundir a Tirk hate dîtin. -
Mazlûm Ebdî ji bo Kobanê pêşniyara 'herêmeke bêyî leşkeran' kir
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî daxuyand ku ew amade ne li Kobanê ji bo avakirina “herêmeke bêyî leşkeran” di bin çavdêriya DYA’yê de pêşniyar bikin. -
Stasyona ceryanê ya ku hat tamîrkirin careke din hat bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker careke din santrala ceryanê ya Til Temirê ku çend saet berê ketibû xizmetê, hedef girt û ji xizmetê derket. -
Êrîşa çeteyan a li ser Bendava Tişrînê hate şikandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên girêdayî wê ji du aliyan ve êrîşî Bendava Tişrînê kirin. Di encama pevçûnên dijwar de êrîşa çeteyan hate şikandin. -
Xelkê Tebqayê cenazeyê şehîd El Mehmûd veşart
Cenazeyê Endamê Meclîsa Rêveber a Kantona Tebqayê Şaban El Mehmûd ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, hate veşartin.