Dewleta Tirk bi balafirên şer derdora pira Qereqozaxê bombe kir

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker derdora pira Qereqozaxê bi balafirên şer bombe kiriye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, derdora pira Qereqozaxê ku zêdeyî 2 hefte ne li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) bûye yek ji bendên parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi balafirên şer hate bombekirin.

Her wiha çeperên parastinê yên Sirînê jî bi çekên giran hatin bombekirin.

Hate ragihandin ku bombardûmana li herêmê dewam dike.