ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tank îmha kirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tanka dagikeran îmha kir. Li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. -
Leyla Qehreman: Yekîtiya Kurdan wê yekîtiya gelê Sûriyeyê jî xurt bike
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman rewşa Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku di vê demê de ya herî girîng yekîtiya Kurdan e. -
QSD’ê dîmenê çalakiyan weşand
QSD’ê dîmenê çalakiyên ku li Til Temir û nêzî Bendava Tişrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê lidar xistine, weşand. -
Hewldana dagirkeran hate têkbirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê hewl dan bikevin Eyn Îsa û Girê Spî. Ev hewldana dagirkeran hate têkbirin. -
‘Heta yek şervan jî hebe wê Bendava Tişrînê di destê me de be’
Fermandarê Eniya Bendava Tişrînê Serxwebûn Kobanê diyar kir ku şervanên YPG-YPJ’ê li Bendava Tişrînê berxwedanek bê hempa raber dikin û eşkere kir ku îdiayên dewleta Tirk li ser girtina Bendava Tişrînê ne rast in. -
‘Heta Rêber Apo rizgar nebe dawî li siyasetên qirêj nayê’
Endama Rêveberiya Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nuha Omer diyar kir ku rola Rêber Apo di vê rewşê de pir girîng e û got: “Heta Rêber Apo azad nebe wê tu carî dawî li siyasetên qirêj neyê.” -
Nazim û Cîhan
Li Bakurê Kurdistanê tevî zextên dewleta Tirk a faşîst, Nazim û Cîhan li gelek qadên Kurdistan û Tirkiyeyê rojnamevanî kirin û bûn dengê heqîqetê. -
Baz Ereb: Em li Bendava Tişrînê derbên giran li çeteyan dixin
Şervanê bi navê Baz Ereb ê li Bendava Tişrînê li ber xwe dide, destnîşan kir ku ew bi îrade û têkoşînê li dijî hemû êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin û derbeyên giran li çeteyan dixin. -
YPG: Em ê xeta Çapemeniya Azad biparêzin
YPG’ê diyar kir ku ew ê bîranînên nûnerên leheng ên Çapemeniya Azad Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn zindî bihêlin û xeta Çapemeniya Azad biparêzin. -
Derdora Qereqozaqê bi çekên giran tê topbarankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran derdora pira Qereqozaqê ya başûrê Kobanê topbaran dike. -
Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdengî biçin Şamê
Şêx Murşîd El-Xeznewî li Qamişloyê di komxebatê de axivî û got, “Partî û rêxistinên me yên Kurdî, divê li ser çend xalên hevpar a yekîtiya neteweyî li hev bikin û bi yek dengî biçin Şamê.” -
Şehîdan Kobanê kirin Kobanê
Ruh û mîrateya têkoşînê yên ku Kobanê kirin kelaha berxwedanê îro li hemberî êrîşên dewleta Tirk a ku wê demê piştevaniya DAÎŞ’ê dikir, ji nû ve zindî dibin. -
Kongreya Îslama Demokratîk: Gelê Kurd parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ye
Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku gelê Kurd parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ye û got, "Divê heqî derbikeve holê, neheqî ji holê rabe û ev gel li ser axa xwe Suriyeyê bi hemû mafên xwe yên çandî, civakî û siyasî bijî." -
YRA/YRJ: Em ê pênûs û kamareyên wan li erdê nehêlin
YRA/YRJ’ê nasnameya rojnamevanên di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûne parve kir û got, “Weke şopdarên heqîqetê em ê bi bîryardariyeke mezin rêya wan bişopînin, pênûs û kamerayên wan li erdê nehêlin.” -
Laleş Êzidî: Ola Êzidîtiyê qenaet û heqîqetek e
Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî, Cejna Êzî li tevahî gelan pîroz kir got, “Em dibêjin ku êdî wext hatiye em dikarin xwe bi ziman, netewe, bawerî û ola xwe pêş bixin û zana bikin.” -
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de xebatkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. -
QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
Navenda Ragihandinê ya QSDˋê diyar kir ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê operasyona paqijkirina bajarê Meidan û derdora wî bi dawî kir. -
Li Til Temirê êrîşa çetayan hat têkbirin: 4 çete birîndar bûn
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û bi droneke xwekuj li wan da. Di encamê de 4 çete birîndar bûn. -
Cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin û merasîma xiyabî ya 4 şehîdan hat lidarxistin
Cenazeyên 3 şervanên QSDˋê û Hêzên Xweparastinê hatin veşartin û ji bo 4 şehîdan merasîma xiyabî hat lidarxistin. -
Li Hesekê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Şervanê QSD'ê Rojbîn Hesekê û ji fermandarên Hêzên Cebhet El Ekrad Şêro Elî li Hesekê hatin veşartin. -
Li Dirbêsiyê meşa li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê
Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkeriyê, li Dirbêsiyê meş û mîtîngek hate lidarxistin û ji bo yekîtiya neteweyî bang hate kirin. -
Gelê Kobanê şehîd Hebûn Boxaz spart axê
Şervanê QSD'ê Hebûn Boxaz ku li Qereqozaxê di şerê dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bû, li Kobanê hate veşartin. -
Fermandariya QSD'ê: Şerê Kobanê wê bibe şerê serketina mezin
Fermandariya QSD'ê ragihand ku li gel hewldanên wan ên ji bo diyalogê û rawestandina şer jî dewleta Tirk di êrişan de israr dike, tank û maşînên zirxî li ser sînorê Rojava kom dike û got, "Şerê Kobanê wê bibe şerê serketina mezin." -
Navê şehîdên Reqayê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên şehîd bûn, eşkere kir. -
Şêniyên Qamişloyê li dijî dagirkeriyê bi girseyî daketin qadan
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi deh hezaran kes ji şêniyên Qamişloyê meşiyan.